ManşêtNûçe

Muslim: Divê gel li Rêber Ocalan xwedî derkevin

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslîm, li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî.

Salih Muslim têkildarî tecrîda li ser rewşa Rêber Ocalan wiha got: Ev 25 sal in rêber Abdullah Ocelan girtî ye. Hêzên komploya navneteweyî di avakirina pergaleke nû de Rêber Ocalan ji xwe re wek astengî û komployeke navneteweyî dîtin, tevî ku Rêber Ocalan dîl girt, nekarî gel ji Ocalan dûr bixin. Ji gava ku li Îmraliyê hatiye girtin heta niha 25 sal in tecrîd bi pêkanînên cuda berdewam e.

Du armancên vê tecrîdê hene: Qutkirina Rêber Ocalan ji xelkên ku wî ji xwe re wek rêber dibînin û girtina rê li ber danîna têkiliyê bi derve re ya Rêber Ocalan. Tecrîd, pergaleke êşkenceyê ye. Rewşa heyî, rewşeke hovane û qirêjî ye û rêbazeke gemarî tê bikaranîn.

Divê xelk bi hemû hebûna xwe li Rêbertî xwe derkevin. Çalakî çêdibin, bang tên kirin, lê divê mirov ji bîr neke ku CPT, Neteweyên Yekbûyî û saziyên wek wan kirine navgînên siyasî û ji bo berjewendiyên xwe tevdigerînin. Divê mirov hêviya ku wê li ber tecrîdê rabin, ji van saziyan neke, çimkî navgînên siyasî ne û hew.

Muslim wiha berdewam kir: Derdorên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin, gel, sazî û destgeh esas bên dîtin. Divê mirov xwe bigihîne wan kesan ku Rêbertî ji xwe re wek serok dibînin. Ên li Rêber Ocalan dibin xwedî, ev in. Tu hiqûq, rêgez û exlaqekê dewleta Tirk nîn e. Qanûnên navneteweyî dike nav dest û pêyan. Ya rast divê mirov hedefê rast diyar bike. Pozîsyona dewleta Tirk, bi tenê gardiyanî ye.

Di berdewamiya axaftinên xwe de hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Salih Muslim wiha got: Ji bo şikandina pergala tecrîdê, ji xeynê dewleta Tirk ku bi rola gardiyantiyê radibe, mirov hêzên veşartî yên li pişt wê jî nebîne nabe. Rêbertî, serokê gelê Kurd e ku 60 milyon in. Ji xeynî Kurdan, rastiyeke gel heye ku qebûl dike, nas dike û li felsefeya Rêbertiyê dikole. Di serî de Kurd, divê gel li Rêber Ocalan bibin xwedî, bêyî sekin têbikoşîna xwe gur bikin.

Back to top button