GotarJin

Ji Kurdistanê ji bo cîhanê: Jin Jiyan Azadî

 

Henîfe Hibo

 

8ê Adara 1910’an de hate îlankirin.  ji bo şerekî dijwar hazirî tê kirin wek îro di rojeve de bû. Di demek usa de, 8ê Adarê di sala 1910 an de ji aliyê jina şoreşger Clara Zetkîn wek roja jinên kedkar ya cîhanê hat ragihandin. Clara Zetkîn bawer dikir ku di navbera jin û mêran de wekheviyê bêkbîne.  Ev encama têkoşîna bi milyonan jinên cîhanêye da ku mafên xwe bidest bixin. Herweha di şert û mercên xerab û trajîk de, ji ber xêzanî, kêm dahatî û kêm hebûna di navenda biryargirtinê de û di encama wê kiryara nemirovane de, bi hezaran jin li New Yorkê xwepêşandanên protestoyî li dar xistin. Di nav van jinan de yên ku şîdet, destdirêjî, her wekî din rastî zordariyê hatîn, li dijî vê zîhniyeta otorîter rawestîn û mafên xwe xwestin.

Rêber Apo dibêje, jina bi hêz jiyanê bedew dike. 8’êAdarê roja tekoşîn û serfraziya jinane a li hemberî zilma modernîta kapîtelîst a Bavik salarî a cîhaniye. Êdî şoreşa azadiya jinan gerdûnî buye. Pêşengên şoreşa, Jin, Jiyan, Azadî çanda berxwedanê ye û 8’ê Adarê dighînin wetaya herî rast. Jin di civakê de zane ye desthilatan dixin jêr û hesab ji wan dixwezin. Her û her jin bi pêşdikeve û buye bingeheke herî  xûrt yê Netewa Demokratîk û hemo jin û netew û ol û bawerî dikarin di bin sîwanwa Jin, Jiyan, Azadî de bi hêz û bi rêxistin bikin û hêjayî mîras û tekoşîna jinan ya sed salane bikin. Mixabin xeyala Clara Zetkîn û hezaran jinên şoreşger yên din wek îro diyar dibe bi qasî ku tê xwestin pek nehat.  Şerê cîhanê yê yekemîn û dûyemîn pêk hatin û mîlyonan mirvo hatin kuştin, welat hatin têkbirin û niha jî dahola şerê Cîhanê yê Sêyemîn tê lêdan. Jin di van şeran de du qat hatin perçiqandin û hîn jî tê paşguhxistin. Êdî dewletên serdest herkes di bin navê neteweyetê de mecbûrê şer kirin.

 

Bi taybet piştî şerê di navbera Nato û Rûsya de li ser Ukranya pevçûn, nakûkiyên di nava dewletan de zêde û bi lez dibe. Jiyana mirovahî û xwezayê îro di bin xeteriyek mezin de ye.

Şerên cîhanê yên I û II xilas bûn, lê mîrateya wan li ser Kurdistan qet nesekinî. Him şerê dewletên rojava û him jî yên dewletên dagirker wek Tirkîye, Îran, Iraq û Sûriyê li ser Kurdistan qet ranewestîyan. Qirkirin, komkujî, talan, koçberî û asîmîlasyon li ser Kurdan hate ferzkirin. Ji bo Kurdan ji bingeh de ji holê rakin. Dagirker dizanin ku nasnameya Kurd ziman, çand û kevneşopiya di jinên Kurd de ye. Lê mixabin di nava civaka Kurd de jî kevneperestiya mêrên serdest jî hebûna jina wek mirov nedîtin û bi hemû şêwazan xeter li ser jiyana jinan bû. Lê li aliye din jî di vê sedsalê de li Kurdistanê berxwedanî jî ranewestîyan.

 

Ev 40 sal in li Kurdistanê rewşeke bingehîn derket holê. Di nav 40 salan de têkoşînek bê mînak ya jinên Kurd jî rû da. Ev şoreş him ji serkeftin him jî ji binkevtinên berxwedan û raperînên beriya xwe, gelek ders girtin û berdewamiya pêkanîna xeyalên hezaran şehîdên jin û merêne. Lê îro bê jin jiyan nameşê.

Ev hêza mezin modern îro Kurd û bi taybet jî jinên Kurd gîhand qada navneteweyî. Berhemên wê yên serkeftî di şerê li dijî DAÎŞê de di pêşengtiya YPJ/YPG di sala 2013-2014an li Rojava û Başûrê Kurdistan û bi taybetî jî li Şengalê hêvî da Kurdan û cîhanê. Ev cara yekemîne ku di dîrokê de Kurd wek hêza hêviyê dikevin rojeva cîhanê. Heya îro jî ew şoreşa jinên Kurd berdewam e. Bi taybet rastîya jinên Êzîdî nîşan dide ku jinên ku doh dikirin kole, îro xwedî hêza parastinê ne, li dijî dagîrkeran dengên wan bilind dikin. Li rojavayê Kurdistan tevî êrîşên bê navber yên dewleta Tirk, şoreş bi pêşengtiya jinan bi berdêlên mezin her diçe mezintir dibe. Li Bakûrê Kurdistan her çiqas rejîma dagirker û faşîst ya dewleta Tirk rê nade tu liv û tevgerê, lê berxwedan bê navber didome. Li Başûrê Kurdistanê wek qada lîstokên sîyaseta dagirkerên herêmî wek Tirkiye û Îranê, û navdewletî civaka Kurd û bi taybetî jî jinên Kurd di nav lêgerînên nû de ne. Lê hêdî jî be jin li başûr xwe nû dike.

Cîhê ku şoreşa jinên Kurd hejand jî dewleta dagirker ya Îranê bû. Gel û jinên Kurd xwedî li Jîna kurdbderketin û heya niha bê navber dewleta Îranê dihejînin. jinên kurd li Rojhilatê Kurdistan, Belûçîstan û Îranê bi diruşma jin jiyan azadî rêya pêşeroja xwe diyarkirin. Jin jiyan azadî wek encama keda hezaran jinên şehîdên şoreşa Kurdistanê edî bû malê hemû gelên Kurdistanî û yê tevahî cîhanê. Di ragihandina 8ê Adarê de me bi hezaran şehîdê pêvajoya ku Clara Zetkîn ji bo jina destpêkirî bû, bi şoreşa xwe ya Kurdî ve peşxist û îro di qonaxa şerê cîhanê sêyemîn de berhemên xwe eşkere dibe. Li ser axa Kurdistanê alternatîfa jinan hember şerê cîhanê yê sêyemîn roj bi roj eşkere dibe. Hêza jinên Kurd kû bi nirxên xwe ve girêdayî ye derdikeve ber ronî û çavê mirovahiyê. Di vê rojê de em jinên şehîd wek Clara, Rozeyan, Sareyan, Viyanan, Şîlanan, Arînan û tevahî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi romet bi bîr tînin.

Back to top button