ManşêtNûçe

​​​​​​​Şandeyeke Rêveberiya Xweser bi parlamenterên Awisturyayê re civiya

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd û nûnerên Rêveberiya Xweser ê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer duh bi endamê parlamentoya Awisturyayê Harald Troch, endamê parlamentoya herêmî Cebir Haco û nûnerên Partiya Sosyalîst a Demokratîk re li avahiya parlamentoyê civiyan.

Şandeyê bi parlamenterên Awisturyayê re rewşa giştî ya li Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet astengiyên siyasî, aborî û mirovî yên li hember Rêveberiya Xweser, dosyaya çeteyên DAIŞ′ê yên di girtîgeh û kampan de nîqaş kirin.

Her wiha gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin nîqaşkirin. Şandeyê got divê Awisturya û hêzên navneteweyî li hember van dosyayan bi berpirsyariya xwe rabin, desteka siyasî û aborî bidin Rêveberiya Xweser.

Şandeyê diyar kir ku divê krîza Sûriyeyê li gorî biryara NY’yê ya 2254′an çareser bibe da ku temsîla hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê bê kirin.

Parlamenterên Awisturyayê jî spasiya fedakariyên gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî terorê kir û got ew rewşê ji nêz ve dişopînin û hewl didin têkildarî mijarên navborî hevkariyê bikin û têkiliyan bi Rêveberiya Xweser re bi pêş bixin.

ANHA

Back to top button