ManşêtNûçe

Fransiyan ji bo piştevaniyê serdan kirin

Şandeyeke ji nûnerên Sendîkaya Solîdaîres, Partiya Komunîst a Fransayê, Tevgera Aştiyê, Komeleya Dostaniya Kurdan a Fransayê û rojnamevanan pêkhatî û bi sedan Kurdistaniyan, serdan li Navenda Çandê ya Kurd a Ahmet Kaya kir.

Ji bo piştevaniyê ev serdan hate kirin û daxuyaniyeke hevpar hat dayîn.

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hate kirin: Êrîş ne bi tenê li Kurdan lê li Fransayê jî hatiye kirin.

Her wiha hate tekez kirin ku “ev ne êrîşeke bi nijadperestî lê bi terorîstî ye.

Bang hate kirin ku ku rayedarên Fransî zû bi zû vê eşkere bikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê hebûna Tirkiyeyê di nav êrîşê de bê eşkerekirin.

Berdewamiya daxuyaniyê wiha hate gotin: “Aqilê mirov nagire ku çawa êrîşkar ji girtîgehê derketiye û bi pişt re radihije çekekê û Kurdan ji xwe re dike armanc û bi awayekê plankirî êrîş dike. Dewleta Tirk teqez li pişt vê êrîşê ye. Bi ya me, tiliya îstixbarata Tirk tê de ye. Ev êrîş divê bê eşkerekirin.“

Back to top button