ManşêtNûçe

Salih Muslim: Divê dewleta Fransayê komkujiya duyemîn a Parîsê cidî bigre

Salih Muslim, bang li dewleta Fransa kir ku divê Komkujiya Duyemîn a Parîsê cidî bigre û ji bo duristiya xwe îspat bike vê doze wekî ya berê nîvço nehelê ku pêşî li sûcên nû re venekin.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, tecrîda girankirî ya li Îmraliyê, êrişên qirkirina siyasî li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, êrişên dagirkeriyê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê û hedefgirtina Kurdan li Ewropa bi heman armanca qirkirina Kurdan ji ajansa ANHA’yê re nirxand.

Muslim di destpêka nirxandinên xwe wiha anî ziman: Heya niha konsepta hilweşandina Kurdan a 2015`an di meriyetê de ye, ev konsept piştî ku DAIŞ li Kobanê têkçû kete meriyetê ku planên xwe li ser Bakurê Kurdistanê, êrişên xwe li dijî Rojava dan destpêkirin ku li Başûrê Kurdistanê ji wê demê heya niha şer nesekiniye. Niha jî Ji bo tinekirina Kurdan ketine nav seferberiyê. Piştî ku dîtin planên wan pêk nehatin dest avetin bikaranîna çekên kimyewî. Li Qadên Parastina Medyayê çekên qedexekirî bikar tînin. Dîtin ku li nikarin Rojavayê Kurdistanê têk bibin, niha dîplomasiya xwe xistiye bin xizmeta planan. Bi vê re dixwazin dest bi êrişeke bêjahî li herêmên me bikin. Ev êrişên 19`ê Mijdarê jî di çarçoveya vê planê de bû. Di van êrişan de jî eşkere bû ku têkiliyên dewleta Tirk yên organîk bi DAIŞ re hene. Topbarana wan li ser girtigeha çeteyan li Qamişlo, êrişên li ser kampa Holê de ev eşkere kir.”

Muslim, diyar kir ku rewşa heyî ya li Îmraliyê yek ji encama serekê ya konseptê ye û got: “Navê CPT pêşîgirtina îşkencê ye ne çavderiya îşkencê ye. Lê mixabin bûye çavdêrê îşkenceyê. Heta nabêje li Îmralî îşkencê heye. Heya ku dewlet destûr nede, raporên xwe jî dernaxîne. Îşkenceya psîkolojîk û fizîkî li Îmralî heye. Di vê pêvajoyê de ev kerbûn nemirovî ye.”

Muslim, balkişand ser 2. Komkujiya Parîsê û got: “12 roj berê ev kujer ji zindanê derketiye. Li zindanê kî wî xwedî kiriye, bi çek kiriye ku Kurdan hedef digre. Dewleta Fransa nikare xwe ji vî sûcî xilas bike. Ji ber ku sûcên berê yên di sala 2013`an de li dijî 3 jinên pêşeng çêbû hatiba zelal kirin wê îro ev komkujî dûbare nebûye. Karê îstixbaratên Tirkiyê li Fransa çi ye vedişêrin. Bi hezaran planên wan derketin ku Kurdan dixwazin bikin hedef.”

Salih Muslim, da zanîn ku li Parîsê beriya komkujî pêk were civînek ji bo amadekariya bîranîna her sê jinên pêşeng organize bikin dihat lidarxistin. Muslim, diyar kir ku ger qetlîama yekemîn a li Parîsê bihata zelalkirin wê ev qatlîm pêknehata û got: “Bi 2. Komkujiya Parîsê re dewleta Tirk dibejê ez nahêlim hûn şehîdên xwe jî bibîr bînin. Bi van rêbazên qetlîaman re dixwazin çavê Kurdan bitirsînin. Doza şehadeta her 3 jinên têkoşer de derket holê ku MÎT`ê ev kiriye. Lê Fransa ser dosyayê sirriyet danî. Çima? Ji ber beşek ji îstîxbarata Fransa di nav wê komkujiyê de cih digirt ku ew sûc veşartin. Wê demê ev sûc nehatiba veşartin wê kesên niha di hundirê sîstema Fransa de bi MÎT re alîkar in wê derbikete holê û ev sûc jî nedibû.”

`GER NÎVÇO BÊ HIŞTIN WÊ BERDEWAMIYA WÊ BÊ`

Muslim bang li dewleta Fransa kir ku vê komkujiyê cidî bigre û got: “Ji bo ku Fransa duristiya xwe îspat bike divê vî sûcî derxîne holê. Wekî ya berê nîvço nehelê. Ger vê jî nîvço bihêlin wê pêşî li sûcên nû vebikin.”

Back to top button