ManşêtNûçe

Êrişên çekên kîmyewî: OPCW bêdeng e, Tirkiye jî înkar dike

Tevî serlêdan û belgeyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî dan OPCW’yê jî hê bêdengiya wê berdewam dike. Tirkiye jî tevî nerazîbûnên ku tên nîşandan jî înkara bikaranîna çekên kîmyewî didomîne.

Bikaranîna çekên kîmyewî ku wek sûcê dijî mirovahiyê tê zanîn jî berdewam dike. Cara ewil çekên kîmyewî di 17’ê hezîrana 1925’an de bi Protokola Cenevreyê hat qedexekirin. Tevî vê protokole jî di şeran de çekên kîmyewî nehat astengkirin û piştî nîqaşên dirêj di asta Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1993’yan de Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî hat amadekirin. Tirkiyê di 29’ê nîsana 1997’an de vê peymanê xist meriyetê û bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kir. Divê li gorî peymana ku Tirkiye alîgirê wê ye ji aliyê dozgeriyan ve bikaranîna çekên kîmyewî were lêkolînkirin.

Tirkiye li gel ku van peyman û protokolan îmze kiriye jî lê dîsa jî dest ji bikaranîna çekên kîmyewî berneda. Tirkiyeyê ji Komkujiya Dêrsimê heta îro gelek caran bikaranîna çekên kîmyewî hat rojevê. Tirkiye di şerê li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên başûrê Kurdistanê ji 17’ê nîsanê ve daye destpêkirin, li dijî gerîlayên PKK’ê çekên kîmyewî bikar tîne. Rayedarên Tirkiyeyê tevî belge û raporan jî bikaranîna çekên kîmyewî ya li başûrê Kurdistanê red dike û dide xuyakirin ku dê lêkolîn neke.

Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî van herêmên navborî 8 meh li xwe hişt. Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG) ku di Ajansa Nûçeyan (ANF) de cih digire; 2 hezar û 744 leşker û cerdevan di vî şerî de hatine kuştin û 11 helîkopter hatine xistin. Li gorî daxuyaniyê hat diyarkirin ku Tirkiyeyê di vî şerê 8 mehan de 3 hezar û 152 caran çekên kîmyewî bikar aniye.

Li gorî agahiyên di ANF’ê de cih digirin, di mijdarê de 11 endamên HPG’ê ango gerîlayên PKK’ê, di mehên tebax, îlon û cotmehê de 17 endamên HPG’ê û di dîrokên cuda de jî 27 endamên HPG’ê û YJA-Starê di encama bikaranîna çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî de jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistinên sivîl û rojnamevanên ji bo lêkolîna çekên kîmyewî ku dixwazin biçin herêmê ji aliyê PDK’ê ve tên astengkirin û bi astengkirina çûna heyetan bikaranîna çekên kîmyewî tê veşartin.

OPCW BÊDENG E, TIRKIYE JÎ ÎNKAR DIEK 

Kurdan û dostên xwe li dijî bikaranîna çekên kîmyewî çi li Kurdistanê, çi li Tirkiyeyê û çi li Ewropayê çalakî li dar xistin. Kurd û dostên xwe li gel agahî, belge û raporên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî dan Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyasal (OPCW) a li bajarê Den Haagê yê Hollandayê û li ber OPCW û Neteweyên Yekbûyî çalakî li dar xistin jî lê hê jî OPCW bêdengiya xwe diparêze. Tenê ne bêdengiya OPCW’ê her wiha bi vê bêdengiyê re rayedarên Tirkiye jî bikaranîna çekên kîmyewî red û înkar dike.

Back to top button