ManşêtNûçe

​​​​​​​2 jin û 13 zarokên çeteyan radestî Spanyayê hatin kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê raghand ku wan 2 jin û 13 zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî Spanyayê kirin.

Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê şandeyeke bi serokatiya şêwirmendê Wezareta Karên Derve ya Spanyayê Guillermo Anguera serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bi dayîreyê re civiya.

Cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Fener El Giêt diyar kir ku Rêveberiya Xweser diyaloga nîştimanî ya sûrî dike bingeha pêkanîna ewlehiyê û çareseriya siyasî û parastina yekitiya Sûriyeyê.

El Giêt di dewama axaftinên xwe de destnîşan kir ku yekitiya Sûriyeyê bi derxistina dagirkeran ji Sûriyeyê û bidawîkirina kiryarên dewleta Tirk li hember nasnameya sûrî û sûriyan dest pê dike.

El Giêt wiha dewam kir: “Nêzîkbûna Tirkî-Sûrî li dijî berjewendiya Sûriyeyê ye, nexasim piştî ku Tirkiyê şer teşwîq kir, axa Sûriyeyê dagir kir.”

Guillermo Anguera jî spasiya rêveberiyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) kir, ji ber ku ewlehiya herêmê diparêzin û şerê DAIŞ`ê dikin. Her wiha destnîşan kir ku Spanya destekê dide Rêveberiya Xweser di hemû aliyên mirovî, ewlehî û aborî de.

Di dawiya hevdîtinê de 2 jin û 13 zarokên çeteyên DAÎŞ’ê li gorî belgeyên fermî di navbera her du aliyan de, radestî Spanyayê hatine kirin.

Back to top button