ManşêtNûçe

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê çalakî didomin  

Ji bo şermezarkirina cezayên Îdamê çalakî li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê duh gelek xwepêşandêr çûn Çiyayê Awyarê û nerazîbûn nîşanî cezayên îdamê dan.

Saziya Dadgeriyê ya Îranê duh cezayê îdamê li 3 çalakgerên li bajarê Newşehir ê li bakurê Îranê birî.

Heta niha li 112 xwepêşandêran cezayê îdamê hatiye birîn. Cezayê îdamê yê 4 kesan jî hatiye înfazkirin.

Li gel birîna cezayê giran, pêla girtinê jî dewam dike. Duh li bajarên Ciwanro, Dîwandere û Sineyê gelek xwepêşandêr hatin destgîrkirin.

Ev her sê bajarên li Rojhilatê Kurdistanê navenda bingehîn a xwepêşandanên şermezarkirinê ye ku 4 meh in dewam dike. Bi taybetî li kolanên Ciwanro gelek leşker hatin bicihikrin.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji dema destpêkirina raperîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û vir ve 74 rojnamevan hatin girtin. Rojnamevan di nava şert û mercên giran de têne girtin.

Back to top button