Ji bo nirxandina rewşa rêxistinî îro Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li navçeya Til Temir civînek li dar xist.
Hevserokatiya kantona herêma Cizîrê Ahîn Elî û endamên partiyê beşdarî civînê bûn.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê, piştre rêveberê di Komîteya Rêxistinî ya partiyê Ebdul Rehman Hisên perspektîfên meclisa partiyê xwend.
Di civînê de rewşa siyasî û pêşketinên siyasî li ser qada navdewletî bi giştî û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybet hat nîqaş kirin.
Di dawiya civînê de deriyê nîqaşê hat vekirin ji bo girtina nêrînên beşdaran.