Nûçe

YE: “Pêwîste Tirkiyê pêvajoya aşêtiyê asteng neke”

Nûnera Bilind ya YE ji bo pirsên siyaset derve û siyaseta ewlehiyê Federîka Mogerînî ragihand ku YE piştgiriya tekoşîna Tirkiyê dijî têrorîzmê dike, lê bang li welêt dike jibo pêvajoya aştiyê bi kurdan re berdewam bike.

Di daxuyaniya Mogerînî de ku piştî têkilya telîfonî bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê re hat belavkirin, tê gotin ku ` pêwiste pêvajoya agirbestê neyê qutkirin, her wiha, pêvajoya aştiyane jî neyê astengkirin.

Wek Mogerînî dibêje, desthilata Tirkiyê di dema dawîn de wêrekbûn û aqilmendî nîşanda û bi her awayî hewl da jibo çareseryek siyasî ji pirsgirêkê re bibîne.

Mogerînî piştrastkir ku YE wê di vê rêyê de piştgirtiya Enqarayê bike.

Em bibîrtînin ku hikumeta Tirkiyê duh bi awakî fermi derbarê bombebarana DAÎŞ-ê li Sûriyê û şervanên kurd li Bakurê Îraqê ragihand.

J: Sputniknewj

Back to top button