Nûçe

“NATO” Tirkiyê hişyar kir û Gul banga çareseriyê kir

NATO di civîna xwe ya dawî de, ya li ser daxwaza Enqerê lidarxist, Tirkiyê ji êrişên bi ser şervanên  Kurd ve hişyar  kir û daxuya kirin ku şervanên Kurd li hemberî DAIŞ şer dikin û di dema êrişa DAIŞ bi ser Şengalê de bergirî li Êzîdiyan kirin, her wiha ji têkdana pêvajoya siyasî ligel PKK`ê jî hişyar kir.

Rojnama El-Hayat di hejmara xwe ya îro de bal kişand ser bi wê yekê ku NATO di civîna Biruksel de xwe ji planên Tirkiyê yên avakirina herêmeke aram bi ser sînorê Sûriyê ve da aliyekî û ragihand ku ev yek ji xwe di navbera Tirkiyê û DYE de tê gotebêj kirin û nirxandin.

Ji aliyekî din ve diyar kir ku serokkomarê berê yê Tirkiyê Ebdullah Gul bang li parlemantoya Tirkiyê kir ji bo şer û herîkîna xûnê bête rawestandin tevger bike û ji bo çareserkirina pirsa Kurd serî li rêbazên aştiyane bide, Gul bi da xuyaniyên xwe bal kişand ser xwe û piştgirî neda hewildanên Erdogan û hikûmeta AKP`ê yên aliyê Kurd ji têkçûna agirbesê û rewşa ewlekariyê Tirkiyê berpirsiyar dibîne.

Rojnama El-Heyat di raporta xwe de bal kişand ser bi rêkeftina di navbera Tirkiyê û DYE de derbarê hêrêma aram li bakûrê parêzgeha Heleb a Sûriyê  jî û da xuya kirin ku Erdogan plan dike 5000 şervanên Turkmen ji Turkmenên Sûriyê perwerde bike, bi çek bike û qaşo li hêrêma aram bi cih bike, her wiha bal kişand ser bi wê yekê ku hejmarek ji fermandrên artêşa Tirk û berpirsên saziya hewalgiriya Tirkiyê  MÎT ligel hejmarek ji nûnerên partiyên Turkmenên Sûriyê civiyan û ligel wan mijara avakirina artêşa Turkmenan gotebêj kirin. Rojnameyê daxuya kirin ku ne diyare  ma ka Waşinton ev yek erê kirî yan ne, bi teybet piştî Waşinton û Eqerê derbarê radestkirina devra aram bi kijan hêzê ji hêzên opozisyona Sûrî li hevnekirin.

Ji aliyekî din ve partiyên opozisyona Tirkiyê jî ragihandin ku ew ne ligel wê yekê Tirkiyê careke din Turkmenên Rojhilata navîn ji bo berjewendiyên xwe pêk bîne bi karbîne û dan xuyakirin ku dê ev yek ziyaneke mezin bighîne Turkmenên herêmê.

Derbarê herêma aramî jî Waşnton da xuya kirin ku ew ne ligel wê yekê ne herêmeke ji firînê re qedexekirî bête avakirin û derbarê vê mijarê de berdevkê bi nave wezareta karê derve ya Emerîka John Kêrbî ragihand: Balafirên hevpeymana li dijî DAIŞ rastî ti astengiyan nayên, rêjîma Esed ti astengiyan dernaxîne, serî li hember me raneke û ji xwe balafirên DAIŞ jî nîn.

Navenda Ragihandina PYD li Ewropa

Ş.Mamo

Back to top button