Nûçe

Xerîb Hiso: Armanca Tirkiyê jinavbirina destkeftiyên gelê Kurde

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê li Herêma Kurdistanê Xerîb Hiso ragihand ku armanca dewleta Tirk ji destwerdana leşkerî li Sûriyê û avakirina herêma tampon, ewe jinavbirina destkeftiyên gelê Kurd e û lewazkirinz hêza Kurd e.

Hiso di da xuyaniyekê ji ajansa Rojnews re diyar kir ku dewleta Tirk ne di xema gelên Sûriyê de ye û armanc ji planên wê li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ewe rê li ber destkftiyên gelê Kurd girtine.

Ji aliyekî din ve bal kişand ser bi planên bi karanîne Turkmenên Sûriyê û da xuya kirin ku pirs ne pirsa Turkmenane yan mefên wane, Tirkiyê dixwazê leşkerên xwe li Sûriyê bi cih bike û ev yek eşkere û  zelalî tê dîtin, bi teybet piştî ku hêzên Tirk derbasî Ezazê bûne û dixwazin li devera Babê jî bi cih bibin.

Hiso wiha pê de çû: Hatine artêşa Tirk wê qeyrana Sûriyê kûrtir bike, eger Tirkiyê bi rastî di berjewendiya gelê Sûriyê de tevger dike divê vekşe û ti carî nefkire ku berê xwe bide xaka Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, lê eger peyt be li ser hatina xwe, wê demê wê li navçeyê pevçûneke hêşta girantir rû bide û ev yek wê hewledanên çareserkirina qeyrana Sûriyê jî derengtir bixîne.

Hiso her wiha bal kişand ser bi wê yekê ku Tirkiyê ligel rêxistina DAIŞ xwedî peywendiyeke başe û ev yek weku roja li esmanan bilind diyar e, Tirkiyê DAIŞ li dijî gelê Kurd û destkeftiyên gelê Kurd bi kar anî, lê di vê demê de û piştî hemû hewldanên ji navbirina destkeftiyên gelê bi  destê DAIŞ ji nav çûn, hewldide bi şêwazên cuda destkeftiyên gelê Kurd ji nav bibe û ev êrişên dawî bi ser Qendîlê û herêmên parastina Medya ve , vê yekê eşkere dikin.

Nûnerê  PYD`ê di dawî de da xuya kirin ku hemû plan û hewldanên ji navbirina vîna gelê têkçûn û dê ev hewldanên dawî yên dewleta Tirk jî têk biçin û bang li hemû beşên civak Kurdistanê kir li hemberî planên dewleta Tirk derkevin û rawestin.

Navenda Ragihandina PYD`ê li Ewropa

Ş.Mamo

Back to top button