Nûçe

Balafiran li Atmê ya nêzî Cindirêsê ye li baregehên El-Nusra dan

Rojnamevan Elînde Ehmed ji navenda me ya Ewropa re ragihand ku balafirên şer ên hevpeymana navdewletî îro Sêşemê 11 / 8 / 2015`e demjimêr 17:00 li devera Atmê ya nêzî Cidirêsê ye li Herêma Efrînê, li baregeheke sereke ya Eniya El-Nusra dan.

Rojnamevan Ehmed diyar kir ku ew  di wê bareriyê de ne, ku balafiran ambarek çek û cebilxane ya Eniya El-Nusra ya ser bi rêxistina El-Qaîdê ve ye  kirin armanca êrişên xwe, ji ber ku dengê teqaînan gelekî bi hêz bû, her wiha da xuya kirin ku ew bawere balafirên êrişên kirine yên hevpeymana navdewletî ne, ji ber ku piştî êrişan berê xwe dan Tirkiyê.

Her wiha diyar kir ku baregehên El-Nusra yên hatine bombebaran kirin,ji çeperên hêzên YPG`ê ne dûr bûn.

Navenda Ragihandina PYD`ê Ewropa

Back to top button