ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Weke her car serlêdan bi Ocelan re tê red kirin

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê Ocalan Mazlum Dînç bi boneya hevdîtinê bi Ocalan re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî ji bo hevdîtinê bikin bi riya parêzeran serî li heman serdozgeriyê dan. Lê serdozgerê Komarê yê Bûrsaye dîsa serlêdana malbatan red kir.

Herî dawî Mehmet Ocalan di 11’ê îlona 2016’an de carekê û di 12’ê Çileya 2019’an de carekê bi Ocalan re hevdîtin kiribû.

Serlêdana parêzeran jî hat redkirin

 Li aliyê din jî parêzerên Ocalan, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Newroz Uysal û Cengîz Yureklî bi boneya hevdîtinê bi miwekîlê xwe re bikin cara 794’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgeriyê serlêdana parêzeran cara 794’emîn red kir.

 Parêzer ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin.

Back to top button