ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Washington Post:gerek Amerîka ji Ewropa bixwaze ku hêzek li Bakurê Sûriyê bi cih bike

Li gorî rojnameya The Washington Post senatorê Amerîkayê Lindsey Graham di kongreya Munchenê de behsa “Stratejiya piştî xilafetê” û hewldanên bicihkirina hêzên Ewropayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Li gorî rojnameyê Graham ji ewropayiyan re plana Trump a berfireh gotûbêj kiriye û li gorî van gotûbêjan dê zagonsaz û rayedarên Amerîkayê ji hevparên xwe yên Ewropayê bixwazin ku beşdarî planê bibin.

Graham tekez kir ku `bi fîzîkî’ “xilafeta DAIŞ`ê” tune bûye, hin cihên biçûk mane, ew jî têne paqijkirin. Graham ji ber tevgera li dijî terorîstan spasiya Trump kir.

Graham wiha axivî: “Eger planeke me ya pêşerojê tune be, dê Tirkiye biçe Sûriyê û bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re şer bike.” Graham tekez kir ku welatên rojava ji bo parastina Hêzên Sûriya Demokratîk ku heta niha barê giran yên şer hilgirtiye, berpirsyar in.

Graham wiha pê de çû: “Ji bo vê pirsgirêkê pêdiviya me bi herêmeke ewle heye, hêzên li herêma ewle dê çavdêr bin ku DAIŞ careke din dernekeve, em dikarin vê tiştê bi hejmareke hindik a hêzên ku berê li wir bûn, bikin.”

Graham diyar kir ku rayedaran jê re gotiye ku Pentagon ji niha ve hin xetên stûr ên plana herêma ewle diyar kirine. Graham wiha got: “Plan ew e ku dewletên Ewropayê dê nêzî hezar û 500 leşkeran bidin, eger ev tişt çêbû, wê çaxê Trump jî dê amade be ku nêzî 200 leşkeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihêle û alîkariya îstixbarat û çavdêrî û serkêşiyê bide.”

Li gorî rojnameya The Washington Post dê zagonsaz û rayedarên Amerîkayê di civînên dawiya hefteyê de vê nêrînê ji serokên welatên Ewropayê re bibêjin, ew dizanin ku karekî ne hêsan e, ji ber rêveberiya Trump di mijara bazirganiya bi Îranê re şerê hevparên xwe yên Ewropayê dike, her wiha Trump li Ewropayê nayê hezkirin.

Back to top button