ManşêtNûçe

Bi hezaran pêkhateyên herêmê şehîd Egîd spartin axê

Bi hezaran welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo oxirkirina cenazeyê berpirsê  perwerdeya kantona Qamişlo û fermandarê YPG  Egîd Cîlo (Metîn Çiftçî)  ku di 13’ê Sibatê de li bajarê Qamişlo di encama qezayê de şehîd bû li Goristana Şehîd Xebat Dêrik hat veşartin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin li ser cangoriyên azadiyê dest pêkir û ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve merasîma leşkerî hat li dar xistin, paştre axaftin hatin kirin:

Fermandarê YPG‘ê Mahir Dêrik axivî, di dest pêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd, hevalên wî û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest û got, şehî Egîd bû stêrkeke li esmanê azadiyê.

Dêrik di berdewama axaftina xwe de got: “Şehîd Egîd ji bo rizgarkirina gelên bindest canê xwe feda kir. Şehîd Egîd 27 salan di nava têkoşînê de bû, ji çiyaya û her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn kir, herî dawî li Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji bo azadiya gelê xwe û vejandina çand û zimanê Kurdî kedeke mezin da, xwena xwe ya avakirina nifşekî ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibe bi cih anî.”

Di merasîmê de endamê Koordînasyona Giştî ya Komîteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Metîn Cîhan jî axivî û ev tişt anî ziman: “Şehîd Egîd tevlî kerwanên şehîdan bû, di jiyana xwe ya têkoşînê de xizmeteke mezin da gel û welatê xwe, bingeha têkoşîna xwe ji ramanê Ocalan girtibû, em ê jî heta dawiyê şopdarên xeta wî bin.”

Dayika şehîd Egîd bi rêya telefhone re axivî û sersaxî ji tevahî gelê Kurd û herêmê re xwest û got, Egît ji 20 saliya xwe ve rêya têkoşînê hilbijart, ji bo gelê xwe. Dayika şehîd Egîd bang li dayikên beşdarî merasîmê bûne tilîliyan bavêjin û got: “Egîd bûye zavayê Kurdistanê.”

Nasnameya şehîd Egîd hate xwendin û radestî Meclisa Malbatên Şehîdan kirin.

Cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

Back to top button