DosyaNûçe

Tura Nûçeyan

NUÇEYÊN ROJANE  Îlon7-9-2015                           

SERNUÇE

AJANS

Rojava ji bo piştigirya xweseriya Siwêda amade ye

Wezîrekî DAIŞ hat kuştin

Li Geverê teqîn:Kuştî û birîndar hene

Tirkiyê deriyê sînor yê Îbrahîm Xelîl girt

Gerîlayê esîr ketibû destê Tirkan, şehîd bû

Êraqê êdî dest bi karanîna F-16`an li dijî DAIŞ kir

MEQALE

SOZA AZADIYÊ

AJANS

Rojava ji bo piştigirya xweseriya Siwêda amade ye

ANHA

QAMIŞLO – Berpirsa Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Çinar Salih ragîhandina Rêveberiya Xweser li bajarê Siwêda yê li başûrê Sûriyê gaveke ber bi demokratîkbûna Sûriyê ye û got: “Em amade ne endamên tevgera xwe bişînin bajarê Siwêda û rêbaz û sîstema Xweseriya Demokratîk a Rojava bi wan bidin naskirin û tecrubeyên xwe yên li Rojava bi wan re parve bikin

Berpirsa Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Çinar Salih derbarê ragîhandina Rêveberiya Xweser a li herêma Siwêda ya li başûrê Sûriyê ji ANHA’yê re axivî

Hûn ragîhandina Rêveberiya Xweser ji aliyê gelê Siwêda ve çawa dinirxînin

Di serî de em ragîhandina rêveberiya xweseriya demorkatîk li hemû gelê Siwda pîroz dikin Ev duyemîn gava ber bi demokratîkbûna Sûriyê ve ye, ji ber ragîhandina xweseriyê riya azadkirina gelê Sûriyê ji hêzên desthildar destnîşan dike. Bi vê yekê dê hemû civaka Sûriyê ber bi demokratîk bûna rast ve her in bi vê yekê dê daxwazên civaka Sûriyê ku 4 sal in tekoşînê dikin dê pêk were

4 sal in bi dehezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehezaran koçber bûn û alozî roj li pey rojê mestir dibe. Gava yekem a ragîhandina Rêveberiya Xweseriya Demoraktîk a Rojava bû, niha jî gava duyemîn gelê me yê Siwêda xweseriya xwe ragîhandin, ev gaveke pîroz e. bi vê yekê dê civaka siwêda xwe bi rêve bibe, azadiya xwe pêk bîne û dê xwe rizgar bikin. Heger hemû civaka Sûriyê bi xwe rêveberiya xwe kirin, dê Sûriya demorkratîk bê avakirin

Em bang li hemû gelê Sûriyê li hemû bajar û herêman û di serî de bajarê Dera ku nêzî Siwêda ye dikin ku xwe bi rêve bibin û xweseriya xwe îlan bikin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Siwêda dikarin xwe bi rêve bibibin û xweseriya xwe pêş bixin. Ezmûna Rojava jî li ber çavaye

Piştî Rojava li Siwîda jî civakê rêveberiya Xwe îlan kir, gelo ev tê wateya ku gelê Sûriyê êdî nas kir riya çareserkirina aloziyê çi ye

Yek ji sedemên mezinbûna aloziya li Sûriyê zihniyeta desthiladar û dewletnetewe yê. yanî yek al, yek artêş, yek zima meşandin, gelan ji hev dixin, gelan êdî ev yek ferq kiriye û naskiriye ku ev yek dê fayîdeyê li wan neke, civakê naskiriye ku desthiladar têk çûne û nema dikarin rêveberiyê bikin

Gelê Siwêda ji ezmûnan li Rojava fayîde kirin, ev yek care li Rojhilata Navîn ezmûna Rêvebeirya Xweseriya Demorkatîk pêk tê. Gel ji ber kiriyarên rêjîman nikarîbûn rêveberiyên xwe ragihînin, lê gelê Rojava li dijî hemû sîstemên desthiladar sekinî û rêveberiya xwe ya azad ragîhandin

Pirojeya Xweseriya Demorkatîk di nerîna me de projeya pêşeroja hemû Sûriyê ye, ji ber hemû pêkhateyên Sûriyê dikarin xwe bi rêve bibin, em niha di qonaxa iflasa dewlet netewan de jiyan dikin, riya saziyên demorkatîk vekiriye

Ji ber vê yekê li gelek parêzgehên Sûriyê dê ji ezmûna Rojava fayde bê girtin, mînaka Dêra Zorê dikare li gorî adetên xwe xwe bi rêve bibe, li Helebê jî heman tiştî dikare bike û li hemû bajaran dikare herêmên xweser bêne avakirin

Hûn çawa dikarin piştigiryê bidin gelê Siwêda yên rêveberiya xwe ragîhandin

gava yekem ewe ku gelê Siwêda gava xwe ya xwerêveberiyê wekî gava yekem a ber bi Sûriya demorkatîk ve hesab bikin. Em wekî gelê Rojava û TEV-DEM’ê dikarin piştgiriya Xweseriya Demokratîk a Siwêda bikin, em amade ne bi hemû hêza xwe pişgiriyê bidin wan û ezmûnên xwe bi wan re parve bikin. Em dikarin endamên xwe bişînin Siwêda û li ser rêbaz û çawaniya avakirina saxiyên Rêveberiyê bi wan re nîqaş bikin û ezmûnên xwe yên Rojava bi wan re par vebikin. Em kêliyekê jî gavan paş de navêjin ku em piştgiriya gelê xwe yê Siwêda bikin

Ragîhandina Xwerseriyê li Siwêda dê bandorekê li projeya we ya civaka demorkatîk a ji bo çareserkirian aloziya Sûriyê bike yan na

Bê guman ev proje xwe dispêre civakên heyî yên Sûriyê yê, civak pir rengin adetên wan ji hev cûdane, mînak çanda gelê Dirzî ji ya elewiyan cûdaye, çand sinî ji ya dirziyan cûdaye û her wekî din. Li gorî projeya me her kesek dikare li gorî rastiya xwe û hebûna xwe birêve bibe û daxwazên xwe pêk bîne. Em parçebûna Sûriyê naxwazin, lê belê em dixwazin Sûriyeke demorkratîk bê avakirin, mafê hemû gelê Sûriyê bê parstin

Di dawiyê de jî em careke din bang li gelê Siwêda dikin ku bi israr rêveberiya xwe biparêzin û em bang li ciwanên wan dikin ku parstina xwe bikin, ji ber ku rêveberiya xweseriya demorkatîk dê nêzîkatiya gelan misoger bike, dê mafê gelan nîşanî wan bide

Wezîrekî DAIŞ hat kuştin

ANHA

Firokeyên cengî yên hêzên hevpeyman yên navnetewî êriş kirin ser bingeh û wargehên DAIŞê û di encamê de, wezîrekî Dewleta DAIŞê yê Aborî hat kuştin

di wê barê de, endamê malbenda Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê xiyas sûrçî ji PUKmedia`yê re ragihand ku îro di encama bombebkirina wargehên terorîstên DAIŞê li derdora bajarê Mûsilê, wezîrekî bilind ê terorîstan hat kuştin

Tê gotin ku ew wezîr wezîrê darayî yê DAIŞê li Mûsilê ye û di encama bombekirina navendên wan ew hat kuştin

Li Geverê teqîn:Kuştî û birîndar hene

Sputniknews

Li Gevera navçeya Colemêrgê, teqemeniyên ku ji hêla endamên PKKê ve li ser rê hatibûn veşartin, dema ku wesayitên eskeriyê derbas bûn hatin teqandin

Li Gevera navçeya Colemêrgê, teqemeniyên ku ji hêla endamên PKKê ve li ser rê hatibûn veşartin, dema ku wesayitên leşkeriyê derbas bûn hatin teqandin

Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, teqemeniyên ku endamên PKKê li aliyê başûrê Girê Rahmo yê nêzî Daglicaya Gurkavakê veşartibûn, dema ku du wesayitên bizirx derbas dibûn, hatin teqandin

Hat ragihadin ku şehîd û birîndar hene û birîndaran şandin nexweşxaneyên Colemêrg û û Wanê

Li herêmê operasyon hat destpêkirin

Tirkiyê deriyê sînor yê Îbrahîm Xelîl girt

PUKmedıa

Tirkiyê li ser rewşa ewlehiyê ya herêmê deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê girt

Peyamnêrê PUKmedia ragihand ku li gor agahiyên ketine destên wan, îro danê sibehê Tikriyê ji ber rewşa ewlehiya herêmê deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl di navbera Başûr û Bakurê Kurdistanê li hember rêwiyên Herêma Kurdistanê girt. Her wiha diyar kir ku ew gava ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye avêtin ji ber şer û pevçûnên ku li bajarên Silopî û Cizîrê di navbera Gerlîlayên PKK  û Artêşa Tirkiyê ve rû didin

Peyamnêrê PUKmedia`yê bi bîr xist ku li gor agahiyên ji berpirsên deriyê sînor hatine wergirtin, girtina derî demkî ye û ji bo parastina ewlehiya rêwiyan e

Gerîlayê esîr ketibû destê Tirkan, şehîd bû

PUKmedıa

Gerîlayê HPG’ê Baran Çetînkaya (Brûsk Dêrsim) ê di çalakiya 4’ê Îlonê ya Dêrsimê li hemberî Qereqola ‘Ş. Naîf Karabûlût’ de birîndar bû, danê vê sibehê jiyana xwe ji dest da

Gerîlayê birîndar ku dîl ketibû destê Tirkan, tevî hemû hewldanan îro danê sibehê jiyana xwe ji dest da

Navenda Ragihandina HPG duh di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe diyar kir ku di 4’ê Îlonê 2 gerîlayên wan ji derveyî agahî û erêkirina Fermandariya Qada Dêrsimê li hember Qereqola Nafî Karabûlût a li navenda Dêrsimê çalakiyek pêk anîn .Di encamê de li gor daxuyaniya dewletê polîsek hate kuştin, 3 polîs jî birîndar bûn

HPG da zanîn ku di pevçûnên dijwar de yek ji hevalê wan ji bo nekeve destê Tirkan bombeya xwe ya destan di xwe de teqand. Di vê çalakiyê û encama wê de gerîlayê bi navê Rêzan Erzurum (Ridvan Îpek) şehîd bû, Brûsk Dêrsim jî li wir bi giranî birîndar bû û esîr kete destê dewleta Tirk

Êraqê êdî dest bi karanîna F-16`an li dijî DAIŞ kir

PUKmedıa

Hêzên artêşa Êraqê êdî dest bi karanîna firokeyên F-16 yên Emerîkî, ku nû wergirtine, li dijî DAIŞ`ê kir

Fetrmandarê hêza ezmanî ya Êraqê Enwer Heme Emîn di kongireyeke rojnamevanî de li wezareta bergiriyê ragihand ku ew balafirên F-16 ji 2ê meha îlonê ve ketin kar, her wiha got ku di van 4 rojên dawî de balafiran 15 êrişên ezmanî li dijî baregeh û komên DAIŞ`ê bi awayekî serkeftî lidar xistine

Wezîrê bergiriyê Xalid E-Ubeydî jî di kongireyê de diyar kir ku F-16 bi fermî ketin xizmetkariya hêzên ezmanî û dê li hember her tehdîdekê werin bikaranîn. Ubeydî tekez kir ku dê bandora wan balafiran erênî be di pêşerojê de

MEQALE

SOZA AZADIYÊ

XENDAN

Elî Roj

Gelê Kurd li Bakur, Rojava, Başur û Rojhilatê Kurditanê îro li hemberî hişmendiya netew dewletên ku serdestiya xwe li ser xaka Kurdistanê didine meşandin li ber xwe dide û roj bi roj ji bona gihiştina jiyaneke azad û biromet tekoşîneke pêhempa dide meşandin. Şoreşa Rojava û Bakurê Kurdistanê rastiya hovîtiya AKPê û peywendiyên wê bi çeteyên DAIŞê re bi rengekî ber bi çav derxiste holê

Ji ber vê yekê pêwîste ku şoreşa Rojava û şoreşa Bakurê Kurdistanê destê xwe bidin hev û ji bona hemû beşên Kurdistanê bibin mînaka berxwedana ji bona avakirina jiyana azad û demukrat. Ji ber ku eger gelê Kurd bi hevre li hemberî zilim, desthilatdarî û hovîtiya AKPê û DAIŞê dest, dil û vîna xwe bêxin yek, wê gavê wê tucarî neyarên gelê Kurd nikaribin wan têkbibin

Ev rastî di serî de di berxwedana Kobanê de derkete holê û cîhan tevahî jî bû şahidê vê berxwedana bi romet. Îro jî li Geverê, Cizîra Botan, Şirnex, Gimgim û Amedê jî gelê Kurd li hemberî mêtingerî û hovîtiya AKPê û Erdoxan li ber xwe dide. Li hemberî vê hovîtiyê  gund bajarok û bajarên xwe bi canê xwe diparêzin û nahêlin ku piyên dijmin xaka wela gemar bike. Ev vîn û ev berxwedan pêwîste ku hemû gelê Kurd xwedî lê derkeve û tevlîbûna xwe ya bê sînor ji bona wê bide çêkirin. Ji ber ku AKPê û Erdoxan ji derveyî zimanê şer û şidetê tu zimanê din nasnakin û xwesteka wan ew e ku xaka Kurdistanê dagir bikin û gelê  Kurd ji warî wî koçber bikin

Di vê berxwedanê de pêwîste gelê Kurd li hemû parçên Kurdistanê di serî de li Bakur, Rojava, Başur û Rojhilatê Kurdistanê de cihê xwe di nava vê berxwedanê de bigre û çi ji destê kî  ji bona şikandina hovîtiya dijminê xwînxwar tê bile têxîne dewrê. Ji ber ku roj roja seferberî, serhildan û  tolhildanê ye û geleke ku em tucaran ji dijmin û neyaran re serî netewînin û jiyana bindestî û koletiyê ji bona xwe nepejirînin

Ger ku em bi giyanê şehîdên şoreşa Rojava, Bakur û hemû şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê tevbigerin, wê demê wê tu hêz nikaribe vîna me bişkîne û gihiştina jiyana azad û biromet asteng bike. Soza ku me dayî şehîd û Rêber APO pêwîste ku em bi cî bînin û ger ku em xwediyê vê sozê bin wê demê emê tucaran xak, gel, vîn û pêşeroja xwe bi destê dijmin û neyaran ve bernedin û wê soza me soza azadiyê be

                                NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK

NRLS

7-9-2015

Back to top button