DaxuyanîNûçePYD

PYD: Rapora Rêxistina Lêborînê ne li gorî jêderên piştrastin

Komîteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) diyar kir ku rapora Rêxistina Lêborînê ya Navnetewî, li ser encamên ne piştrast hatiye danîn û got ku kesên hatine girtin ne li ser bingehên siyasî ne. PYD’ê bang li Rêxistinê kir ku ji bo kadroyên dadgeriyê bi awayekî pispor misyonên xwe li gorî pîvanên navnetewî pêk bînin, alîkariya xwe pêşkêş bike.

Komîteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê naveroka rapora Rêxistina Lêborînê ya Navnetewî de ku roja duşema borî hatiye derxistin, daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

“Rapora Rêxistina Lêborînê ya Navnetewî ku roja duşema borî hatiye derxistin, tevî pisportiya wê lê gelek encamên ne piştrast têde hene. Li ser daxwaza me ya peywendiya bi hemû rêxistinên qanûnî û mirovahî yên navnetewî re, em dibînin ku pêwîste ev mijar ji raya giştî re bê zelalkirin. Me di hevpeymana civakî de bi hemû kesên beşdarî avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji hemû pêkhate û baweriyên herêmê re diyar kiriye ku hevpeymana Netewên Yekbûyî ya derbarê mafên mirovan beşekî vê hevpeymana civakî ye.

Di dema ku me wekî hemû pêkhateyên Sûriyeyê zulm û zordariya rêjîmê kişand, ji bo ev zordarî neyê dubarekirin, em ti hincetan li hemberî rewşên zulm û tunebûna qanûneke aktîf di hemû dozên sûcdarî û siyasî de qebûl nakin. Em ji bo cudakirina di navbera dozên cudabûna siyasî û sûcên terorê baldar in û em tevlî hevûdu nakin. Em daxwazmendên avakirina civakek demokratîk in û em ti carî derfeta dubarekirina desthilatdariyê nadin.

Rewşa awarte ku herêm têre derbas dibe derfeta avakirina dadgehên rêveberî li her deverekê nade. Gelek rewşên ku di rapora Rêxistina Lêborînê ya Navnetewî de hatine diyarkirin, ne li gorî rastiyê ne. Derbarê rewşên girtina hin kesan de ku di raporê de hatine diyarkirin, baş nehatine piştrastkirin. Wekî mînak di buyera 11’ê september de 1400 hatin girtin û kesên ji wan hatine tewambarkirin tenê 30 kes derbas nekir.

Em bi riya vê mînakê hincetan diyar nakin, lê gelek rewşên bi vî rengî li gelek welatina rûdane. Armanca me ew e ku em diyar bikin ku rewşa em têre derbas dibin derfeta avakirina dadgehên rêveberî nade û dibe hin şaştiyê bi vî rengî derbikevin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wekî di raporê de hatiye diyarkirin, ne rewşeke demkî ye. Em vê yekê rexne dikin û ev yek destwerdaneke eşkere li dijî misyona wê ye. Tevî ku PYD’ê beşekî sereke ji vê rêveberiyê ye, lê dîsa jî parçeyekî ji hemû partiyên vê rêveberiyê ye.

Helwesta Rêxistinê derbarê girêdana hemû saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi PYD’ê ve şaştiyeke bi ser xwe ye. Em vê rêveberiyê ku nû hatiye avakirin mînaka herî guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û bi taybet doza kurdî dibînin. Em li hemberî rapora Rêxistina Lêborînê ya Navnetewî rêzdar in û helwesta me dê li hemberî hemû aliyan ku li ser pîvanên qanûnî yên mafên mirovan tevdigerin, bi vî rengî be. Her wiha hemû rewşên awarte di ber çavan re derbas bike.

Em diyar dikin ku ti pîvanên siyasî derbarê girtina hin kesan de tune ye û ti kes bêyî ku were dadgehkirin nehatiye girtin. Tu helwesteke siyasî ku pirsgirêka terorê derbixe tune ye. Em di vê derbarê de ji Rêxistina Lêborînê û hemû saziyên hiqûqî ji bo pisportiya kadroyên dadgehê misyona xwe li gorî pîvanên navnetewî pêk bînin, alîkariyê dixwazin. Di van rewşan de em vê alîkariyê wekî erkeke Rêxistina Lêborînê dibînin.

Em dixwazin mijareke din zelal bikin ew e ku kesek mehekê û bi awayekî qanûnî bête ragirtin bi armanca parastina jiyana sedan kesî ye. Rewşa li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ne girêdayî mijara hêz û xortbûnê ye, lê belê bi armanca parastina welatiyan e.

Em wekî endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di navbera pêwîstiya parastina aramiya welatiyan û hovîtiya terorê de jiyan dikin. Ji ber vê yekê dibe ku hin şaştî derbikevin û divê bi awayekî guncav bêne çareserkirin.

Di dawiyê de em dibêjin ku deriyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li pêşiya hemû rêxistinên mafên mirovan vekirî ye û em pêşwaziya hemûyan  dikin ku têbîniyên xwe ji me re bêjin. Rewşa dadgeriyê li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk niha ne wekî tê xwestine. Em bi hêvî ne hemû şaştiyên derbas dibin bêne çareserkirin û em bang li hemû saxiyên qanûnî yên navnetewî dikin ku alîkariya xwe pêşkêş bikin.

(jh/ra) / J. M

Back to top button