DosyaNûçe

Tura Nûçeyan

 

NUÇEYÊN ROJANE  Tebax24-8-2015                           

 

SERNUÇE

AJANS

YPG’ê 13 jin û zarokên êzîdî ji DAIŞ’ê rizgar kirin

Parastina Cewherî xwe amade dike ku herêmên xwe biparêzin

Planê de Mistura yê jibo Sûriyê wek yê Îranê ye

Demirtaş: Biryara xwerêveberiyê rewa ye û paçek ji bernama HDP`ê ye

Poloniya daxwaza parastinê ji NATOyê dike

3000 penaber li Deryaya Spî hatin rizgarkirin

Li Belçîka kiryarên dewleta Tirk tê şermezarkirin

Çapemeniya ereban: Naleta desthiladariyê li pey Erdogan e

ROJNAME

Jiber hêrişên hevpeymanan 3061 DAIŞ`î hatine kuştin

Ev wezaret wê bikevin destê HDP

MEQALE

Pirojeya HDP ji perlemanê ta deselatê

 

AJANS

YPG’ê 13 jin û zarokên êzîdî ji DAIŞ’ê rizgar kirin

ANHA

Hêzên YPG/YPJ’ê 13 jin û zarokên êzîdî ku ev salek ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin rizgar kirin û birin cihekî bi ewle. Jinên êzîdî destnîşan kirin çeteyan jinên ciwan firotin û jin jî wekî kole di malan de didan xebitandin û bi darê zorê wan dikirin misilman

Komên çete yên DAIŞ’ê bi hezaran jin û zarokên êzîdiyan di 3’ê tebaxa sala derbasbûyî revandin. Hêzên YPG’ê û di encama xebatek demdirêj de karîbûn 13 jin û zarokên zêdeyî salekê ji aliyê çeteyan ve hatine revandin rizgar bikin. Koma ku hatiye rizgarkirin ji 3 jinan û 10 zarokên ku temenê wan di navbera 2 û 13 salan de ye

Jinên ku hatine rizgarkirin diyar kirin ku komên çete yên DAIŞ’ê zilamên wan ên qebûl ne kirin bibin misilman qetil kirin, her wiha jinên zewicî û keç ji hev cûda kirin û gotin ku ew nizanin ên din bi kur ve birin, Jinan destnîşan kirin ku çeteyan jinên bi temen neçarî şertên  Islamê kirin û di malan de wekî kole hatin xebitandin

Jina bi navê Fetûma Umer ya ji gundê Koço (42) serpêhatiya xwe û hezaran jin û zarokên êzdî wiha vegot. Umer, da zanîn ku piştî pêşmergeyên PDK’ê wan bê parastin hişt û reviyan çeteyên DAIŞ’ê bi hezaran jin ji gundê Şengalê û Şengalê revandin. Umer got ku çeteyan wan ji gundê Koço bir Tedmur (Palmêra), Reqa û gelek bajarên Sûriyê û Îraqê gerandin û wiha domand: “Dema komên çete êrîşî Şengalê kirin, me hewl da em birevin Başûrê Kurdistanê,lê komên çete riya me qut kirin û em girtin. Çeteyan em birin bajaroka Beac, em 8 rojan li wir man, paşê em birin gundê Til Benat em li wir jî 13 rojan man. Ji wir jî em vegerandin gundê me Koço, em li wir jî 3 rojan man, ji vir êdî em birin bajarê Til Efer li vir jî em mehekê man, ji Til Efer em birin Mûsilê

Umer, da zanîn ku li Mûsilê derdora 5 hezar jin, zarok û zilamên ku çeteyan revandibûn hebûn, li vir jin, zarok û zilam ji hev cûda kirin, jinên ciwan jî ji jinên bi temen qut kirin û wiha pêde çû: “Em nizanin çarenûsa keçên me û zilamên me çine, pişî em ji hev cûda kirin, em anîn bajarê Til Efer, em sê mehan li wir man, ji vi em birin bajarê Reqa yê Sûriyê em derdora 150 jin û zarokan bûn, em di dibistanekê de bi cih kirin, 42 kes ji me birin bajarê Tedmur (Palmêra) em li wir 20 rojan man

Jina bi navê Leyla Hesen (46) derbarê bûyerê de got ku çeteyan bi darê zorê ji wan dixwestin ku bibin misiliman û wiha got: “Çeteyan em revandin, gefa mirinê li me xwarin û ji me xwestin em bibin misilman. Kesên qebûl nekir hatin qetilkirin. Min porê keça xwe avîn birî û min got ku dine, armanca min ew  bû ku wê bi xwe re nebin. Ji ber ku çeteyan keç bi xwe re dibirin

Jina bi navê Torê Şemo (45) ya ji gundê Koço dayîka 7 zarokan ji aliyê çeteyan bi 2 keçên wê yên ciwan re hate revandin. Şemo, roja revandinê xwe wiha vegot: “Em reviyan, çeteyan ji mere gotin vegerin gundê xwe û alên spî daleqînin, em nêzî we nabin. Lê dema em vegeriyan malên xwe me dît çawa zilaman qetil dikin, jinan direvînin, me careke din hewl da em birevin Başûrê Kurdistanê, li ser rê em girtin, 2 keçên min ên temenê wan 15 û 13 sal birin, keçên min pir ditirsiyan, ji min re gotin dayê em ê xwe intîhar bikin. Çeteyan ew revandin û ez nizanim çi li serê wan hatiye. Çeteyan em wekî kole bi kar tanîn. Zilamên ne hatin qetilkirin jî wekî kola di malan de û xwedîkirina pez de dihatin bikar anîn, jin jî di malan de didan xebitandin

Şemo, got ku dema li Reqayê bû serçeteyekî hat û 42 jin kirîn û ev tişt anî ziman: “Wî serçeteyî ez jî di nava de 42 jinên êzîdî kirîn, em birin Tedmur û li wir kesên zêde pere didan wan jinên êzdî difrotin wan

Parastina Cewherî xwe amade dike ku herêmên xwe biparêzin

ANHA

GIRKÊ LEGÊ – 50 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên ji pêkhateya Ereb ên bajaroka Til Koçer yekemîn perwerdeya xwe ya leşkerî û fikrî bi dawî kirin

Di çarçoveya xebatên parastinê de Hêzên Parastina Cewherî ya herêma Girkê Legê bi merasîmekê yekemîn perwerdeya leşkerî û fikrî ji 50 welatiyên pêkhateya Ereb ku ji wan 10 jin bûn li bajarokê Til Koçer bi dawî kir

Beşdarên perwerdeyê waneyên derbarê bikaranîna çekan, parastina cewherî û waneyên fikrî û bîrdozî dîtin

Di merasîma bi dawîkirina perwerdeyê de endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Yekîtiya Star, nûnerên Şaredariya Gel û bi dehan welatiyên bajaroka Til Koçer amade bûn

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamên perwerdeyê tureneke leşkerî lidar xistin

Piştre Rêveberê Hêzên Parastina Cewherî ya herêma Girkê Legê Mûsa Sadiq derbarê girîngiya parastina cewherî de axivî û bal kişand ser beşdar bûna hemû beşên civakê di xebatên parastinê de û bang li hemû pêkhateyên kir û ji welatiyan xwest ku riya cangoriyên azadiyê bişopînin û herêmên xwe ji hovîtiya çeteyan biparêzin

Merasîm bi xelekên dîlanê li ber stranên şoreşgerî û netewî bi dawî bû. Di dawiyê de şêranî li beşdaran hate belavkirin

Planê de Mistura yê jibo Sûriyê wek yê Îranê ye

Sputniknews

Tilvizyona îranî Press TV radighîne ku Îran bi erênî têkilyan bi plane nuh yê NYî yê jibo çareseriya krîza li Sûriyê dike, jiber ew baş têgihiştina ji rewşa rasteqîn ya welatên erebî re nîşandide

Heftiya borî nûnerê taybet yê NYî Staffan de Mistura planê jibo birêvebirna veguhestina siyasî li Sûriyê pêşkêşî Civata Ewledariya NYî kir. Her wia, nûnerê taybetHer wiha, de Mistura pêşniyarkir jibo koma kar ya bi beşdariya hikumet û opozisyona Sûriyê bê sazkirin da ku babetên başqe yên daxuyaniya Jênêvê ku 30 Hezîranê sala 2012-an hatibû mohrkirin, cîbecîbike. Tê pêşnêrîn ku ew wê meha Îlonê destbi kar bikin

Di vî planî de 4 mijar tên veqetandin. Babetên sereke yên vî planî: ewledarî û parastina jibo hemûyan; pirsên siyasî û rewayî; pirsên leşkerî û yên tekoşîna bi têrorîzmê re;  pêşniyariyên jibo pêşkêşkirna dewletan ji xedematan re, vejandin û pêşvebirin

Sekretera çapemenî ya wezareta karên derve yê Îranê birêz Marziye Afham ji aliyê xwe ve ragihand ku `ev plane bêtir nêzîkî rewşa rasteqîn li Sûriyê ye

Hêjayê gotinê ye ku berya çend heftiyan cîgirên wezîrên karên derve yên Îranê Amîr Huseyn Abdulahyan plane aştiyane yê jibo çareseriya krîza li Sûriyê pêşkêşî NYî kir. Ev plan bi lihevkirna bi Şamê re û beşdariya çalak ya Moskowê hatibû amadekirin

Em şirovekirna siyasetmeder, diplomat û karmenda berê ya balyozxana Îranê li Libnanê Seyêda Hadî Afgahî ya derbarê vê mijarê ya  taybet jibo Sputnik Persian pêşkêşî we dikin

`Planê jibo çareseriya krîza li Sûriyê ku ji aliyê îranê ve hatiye pêşniyarkirin, wek `plane ji 4 babetan` hatiye naskirin. Di pêvajoya pêkanîna vî planî de, şêwrên çalak bi Rûsya û Şamê re hatin birêvebirin. Aliyên sûriyê û Rûsyayê jî ev plan erê kirin. Tenê serrastkirnên xwe jêr lêkirin. Ev plan ji babetên bê pêktê: agirbest û rawestandina hemû çalakiyên leşkerî li Sûriyê, sazkirna hikumeta yekitiya netewî, serrastkirna destûrê ji aliyê hikumeta yekitiya netewî, birêvebirna hilbijartinên serokatiyê bi beşdariya hemû hêzên siyasî û olî li welêt. Ev plan bi giştî ji aliyê Sûriyê ve hatiye qebûlkirin

Planekî wisa ji aliyê birêz de Mistura ve hatiye pêşkêşkirin. Nûnerê taybet yê NYî jibo Sûriyê û cîgirê Ban Gî Mûn, gelek caran planê wek yê Îranê jibo çareseriya krîza li Sûriyê pêşkêşkirye. Her wiha, di dema serdana de Mistura ji Tehranê re jî, wî pêşniyariya desthilata me  erê kir û sozda ku vê pêşniyariyê bighîne sekretêrê giştî yê NYî Ban Gî Mûn. Ez dibînim ku heger ev plan berya du salan ji aliyê NYî, her wiha ji aliyê lîstikvanên sereke ve bihate venêrin wê rewş bi carekê wekî din ba

Lê, ez dibînim ku piştî bidestxistina rêkeftina di navbera Îran û `5+1` de, her wiha, piştî serkeftinên artêşa Sûriyê û tevgera `hizbollah` li herêmên wek Zabadanî, girên Qelemûn, nêzîk Idlib, Palmêra û herêma Homsê, ev tevdê di nerîna min de rewşek siyasî baş sazdike û ji aliyê ewledariyê ve jî baştir dibe

Gelekan bi ketina rêjîma Başar Esed bawer dikirin, an jî kesên ku bawerdikirin ku desthilata Rûsyayê, bi taybetî Vladîmîr Pştîn û Sergey lavrov nema Karin piştgirtiya desthilata Sûriyê bikin. Ev xelk tevdê dilmayî man û bêtir nema dikarin hêvî bikin ku ew dikarin artêşa Sûriyê bişkînin ku bi serokê xwe re dilsozin

Ji bilî wê, piştî 4 salên ji şerê Sûriyê, metirsya belavbûna têrorîzmê li welatên Ewropayê bilindbûye. Çekdarên li Sûriyê şer dikirin, niha vedigerin welatên xwe û metirsyek mezin li ser civakê pêktînin. Teqînên li Kuweytê, Erebistana Siûdiyê dihêle mirov bêje ku niha zehmete yek rijd be li ser jikarxistina Esed

Ji bilî wê, niha em dibînin ku gelek welatên erebî dixwazin têkilyên xwe bi Sûriyê re vegerînin: Tunis berya demekê qonsolxana xwe li şamê vekir, fermanberên pilebilind yên Kuweyt, Mîrgehên Erebî û Sûriyê gotebêjan bi hevredikin û naman ji hev re dişînin.

Her wiha, berya demekê civîna rêvebirê sazûmana sereke ya ewledariyê li Sûriyê Alî Mamlûk û wezîrê berevaniya Erebistana Siûdiyê Muhemmed ben Selaman re lidarket. Ev tevdê delîlê ku çareseriya krîza Sûriyê bi aliyê siyasî ve dilive. Lê ev yek nayê wê wetayê ku koma têrorîstî li sûriyê sibe wê bêdeng bibe û çekan deyne

Demirtaş: Biryara xwerêveberiyê rewa ye û paçek ji bernama HDP`ê ye

PUK media

Hevserokê HDP Selahedîn Demirtaş destnîşan kir ku biryara xwerêveberiya ji aliyê gel ve li gelek deverên Bakurê Kurdistanê hatiye ragihandin, rewa ye û parek ji bernameya partiya wan e û got ku divê dewlet jî vê gavê qebûl bike

Di hevpeyvînekê de li gel ajansa ANF`ê, Hevserokê HDP Selahedîn Demirtaş  biryara gel a xwerêvebirinê nirxand. Ji bo xwerêveberiyên li gelek herêmên Kurdistanê hatine ragihandin Demîrtaş ev nirxandin kir

Ji xwerêveberiya gel bêhtir tiştekî rewa nîne. Parçeyek ji bernameya partiya me ye. Ji xwe eger em were ser desthilatdariyê yan jî bi desthilatdariyê re muzakereyê bimeşînin, em ê ji bo modela rêveberiya siyasî ya Tirkiyeyê xweseriyê pêşniyar bikin. Lewma nerewa nîşandana daxwaza xweseriyê ya gel, li dijî bernameya partiya me ye

Cudahiya me ya di vir de ew e; divê çek neyê bikaranîn, şîdet nebe. Nêzîkatiya HDP’ê lêgerîna HDP’ê ya çareseriyê li ser vê zemînê, li ser zemîna siyaseta demokratîk pêk tê. Ji ber vê yekê divê helwesta xweseriyê ya ji aliyê meclîsên gel ên sivîl ve hat nîşandan, weke beyana vîneke gel a rezdarî were dîtin

Eger meclîsên bajêr, rêxistinên civakî yên sivîl dixwazin alternatîfa demokratîk a saziyên hikûmetê ava bikin û rê û rêbazên çawaniya vê alternatîfê di emel de nîşan didin, divê mirov bi awayekî cidî lê guhdarî bikin. Yanî binçavkirin, girtin, kuştin bi kêr nayê. Ya kêrhatî ew e ku dengê gel were bihîstin û ji bo xurtkirina xwerêveberiyan nîqaş bên meşandin

Demîrtaş da zanîn ku ev xwerêveberî beyana vîneke siyasî ye û got, “Em bi vî rengî fêm dikin û hurmetê nîşanî vê helwesta gel didin. Pêwîste hikûmet, Dewleta Komara Tirkiyeyê jî vê krîmînalîze nekin

Li şûna ku vê weke karekî cihêkariyê bîne ya rast, bi awayekî rast nêzîkbûn û rexnekirin e. Yanî eger kêmasiyên xwe hebe dikare were gotin ‘Divê ne bi wî rengî be, bi vî rengî be’. Divê hikûmet karibe bêje, ‘ev dever şaş e, ev dever kêm e’. Bi helwesteke êrîşkariyê bi helwesteke tinehesibandinê re pirsgirêk çareser nabe

Poloniya daxwaza parastinê ji NATOyê dike

Sputniknews

Anjêy Dûda bi awakî fermî bû şeşemîn serokê Polonyayê yê. Wî di hilbijartinan de 51,5% ji dengan wergirt

Rêûresmê sondxwarna wî 6 Tebaxê li Warsoyê lidarket. Duda di axaftina xwe ya pêşîn de li pêşya parlamentoyê endamên parlamentoyê piştrastkir ku ew dikare sozên ku berya hilbijartinan dane pêkbîne

Sebaret bi siyaseta derve jî, Dûda bang kir jibo hebûna NATOyê li rojhilatê Ewropayê bê bihêzkirin, her weha hewlbide jibo têkilyên bi welatên derûsê re baş bimînin

Di dema niha de lihevkirna derbarê pirsa jibo bihêzbûna NATO li Rojhilatê Ewropayê di navbera welatên hevpeyman de tune. Di 100 rojên pêşîn yê serokatiya Anjê Dûda de, ew plandike ku serdana nêzîkî 30 welatî bike. Serdana pêşîn ya serokê Polonyayê wê ji Estonyayê re be. Ev serdan 23 tebaxê lidardikeve

Anjê Dûda ku ji berya 2 heftiyan ve bûye serokê Polonyayê, êdî giha ku çend daxuyaniyan derbarê gefa ji aliyê Rûsyayê ve û rola NATOyê di parastina aramiya herêmê de ragihîne Dûda, hinkî derengtir, di hevpeyvîna xwe bi rojnema The Financial Times re NATO jiber têkilyên bi Polonyayê re, her wiha `qada vala` ya di navbera Rûsya û Rojava de rexne kir

Serokê Polonyayê yê nuh kandîdê partiya opozisyoner `Maf û dadmend` bû. Li gorî nerîna eksperan, westyabûna ji partiya desthilatdar `Platforma Netewî` hişt ku xelkê Polonyayê Anjê Dûda hilbijêrin. Li gorî rapirsîna ku rojnama `Kommersant` birêvebir, eksper agahdardikin cîbecîkirna bernama berya hilbijartinan ya Anjê Dûdê dibe ku têkilyên di navbera Moskow û Warso zahmetirbibin

Bi her hal, zehmete NATO bi bêkarê bê tewanbarkirin.: piştî destpêka krîza Ûkraynê, rêxistinê gelek pingav jibo bihêzkirna qidreta xwe ya berevanî stend. Li civîna sala 2014-an li Walze derbarê berfirehkirna baregeh û binesaziya NATOyê  ya lojistîk li Rojhilatê Ewropayê hat ragihandin. Nûnerên rêxistinê biryar stendin ku baregehên xwe li Bolgarya, Estonya, Latviya, Lîtwana, Polonya û Rumanyayê vekin. Lê Amerîka destbi bi şandina teknolojiya leşkerî ya giran ji Herêmê re kir

Lê, desthilata Polonyayê dibîne ku ev yek ne bese û êdî inîsyatîva Warsoyê ya adaptasyona stratîjîk pêşkêşî venêrîna hevalbendên NATOyê kirye. Di demek nêzîk de ev inisyativ wê li civîna wezîrên berevaniyê yên welatên-endamên NATOyê bê giftûgokirin. Civîn wê 7-8 Cotmehê li Brokselê lidarkeve

3000 penaber li Deryaya Spî hatin rizgarkirin

PUK media

Hêzên parastina berava Îtalyayê roja şemiyê 22/8/2015an 3000 penaber ji 12 keştiyan li Deryaya Spî rizgar kirin

Peyvdarê hêzên parastina berava Îtalyayê diyar kir ku rizgarkirin berdewam e lê ne diyar ku wê ew penaber ber bi ku ve werin şandin

Deryaya Spî bûye riya herî metirsîdar ya derbasbûna penaberan li cîhanê, rêxistina navnetewî ya koçberiyê dibêje ku bêtirî 2300 kesî îsal di deryayê de mirine gava ku derbasî Ewripayl dibin

Hêjayî gotinê ye ku bi hezaran penaber roja şemiyê derbasî sînorê welatê Makdonyayê bûn, lê belê polîsên wî welatî bi bombeyên deng êrişî penaberan kirin da ku rê li pêşiya derbasbûna wan di wir re bo Ewripayê bigire

Li Belçîka kiryarên dewleta Tirk tê şermezarkirin

ROJ news

Bi pêşengiya rêxistina jinan li Belçîka xwepêşandanek li dijî kiryarên dewleta Tirk li ber parlamentoya Ewrûpa hat lidarxistin

Piştî ku hêzên dewleta Tirk li dijî kurdan dest bi operasyonan kir, di encama şer û pevçûnên dawî de gerîlaya YJA Starê Kewser Alturk bi navê kod Ekîn Wan şehîd bû. Cenazeyê gerîla Ekîn ji aliyê leşkerên Tirk ve bi bêhurmetî hat tazîkirin û li ber wêneyên xwe kişandin. Ev helwesta bêexlaq rastî gelek nerazîbûnan hat

Di vê çarçoveyê de bi pêşengiya jinên kurd li welatên Ewrûpa rêzeçalakî têne lidarxistin. Her roj û li her welatekî xwepêşandan, meş, civîn û çalakiyên cur be cur têne lidarxistin

Rêxistina jinan bi heman mebestê sibê roja duşemê li welatê Belçîka seat 14:00’an li ber deriyê parlamentoya Ewrûpayê xwepêşandanek girseyî lidar dixe

Komîteya amadekar a çalakiyê bang li hemû kurdan û kesên azadîxwaz ên niştecihên Belçîka dike ku beşdarî çalakiya sibê bibin. Komîte bang dike ku ji bo pêkanîna erka xwe ya mirovhezî li dijî kiryarên dewleta Tirk dengê xwe bigihênin parlamentoya Ewrûpa

Çapemeniya ereban: Naleta desthiladariyê li pey Erdogan e

ANHA

Çapemeniya ereban di gotar û nûçeyên xwe de balê dikşînin ser aloziya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û dibêjin ku hezkirina desthiladariyê li pey Serokomarê Tirkiyê Receb Teyp Erdogan û partiya wî ye û gotin ku AKP’ê dest bi planan kiriye. Di gotanarna de hate gotin ku Erdogan dê encamên timabûna xwe neyînî bibîne

Gelek rojnameyên ereban di weşanda xwe de bal kişandin ser şoreşa gel a li Bakurê Kurdistanê û gotin ku Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan êdî nikare bigihe xeyalên xwe û dê di hilbijartinan de nikaribe dengên ku desthiladariyê bi tena xwe bike bi dest bixe

Rojnamavan Reûf Şehûrî di gotara xwe ya di rojnameya El-Enwar a Lubnanî de hate weşandin dibêje ku Erdogan û partiya wî dest bi planan kiriye û gelek lîstok pêk anîne da ku careke din desthiladariya bi dest bixe. Dê ji bo gelek hilbijartin li pey hev bêne lidarxistin kar bike, yan dê bi tena xwe desthiladariyê bi dest bixe û yan dê planên xwe bidomîne

Rojnamavan Yûnis El-Seyîd di gotara xwe ya di rojnameya El-Xelîc a Îmaratê de hate weşandin got ku Erdogan hêvî dike ku di hilbijartinên pêşdem de karibe siyasetên xwe yên girtina desthiladariyê û dijîtiya gelê kurd bi ser bixîne û dê bi dengên zêde karibe desthiladariyê bi dest bixe. El-Seyîd, da zanîn ku Erdogan nizane ku ne mumkina vê yekê pêk bîne û wiha dom kir: “Têkçûnên Erdogan wê zêde bibin, bi taybet piştî ku Erdogan DAIŞ û şerê Kurdan xistiye rojeva Tirkiyê de çêbû. Di dawiyê de dê Erdogan encamên neyînî ji siyaset û xeyalên xwe yên desthiladariyê bibîne

El-Yewim El-Sabie a Misrê jî di rûpela xwe ya destpêkê de got: “Nehleta desthiladariyê li pey Erdogane” avêtiye û dibêje ku Serokomarê Tikriyê di nava hewldanan de ye ku desthiladariya welat bi temamî bixe bin kontorla xwe de. Rojnameyê da zanîn ku Erdogan û xeyalên wî rastî gelek astengiyan tên û wiha dom kir: “Rewşa ewlekarî, aborî di welat de têk diçe, bi taybet piştî şerê bi hêzên PKK’ê re

Rojnamevan Seyîd Ebdilmecîd jî di gotara xwe ya di rojnameya El-Ihram a Misrê de hate weşandin, bal kişand ser girtiyên siyasî yên li Tirkiyê û ev tişt got: “Hilbijartinên pêşdem dê ji Erdogan re bibe riya xilasiya fesadiyê li welat, eger hilbijartin hatin lidarxisitn, dê rijandina xwînê li Tirkiyê zêde bibe

Di gotara Mihemed Nûr El-Dîn ku di rojnameya El-Sefîr a Misrê de hate weşandin tê gotin ku çûna hilbijartinan a pêşwext ne biyara nihaye, lê belê ew piştî encamên hilbijartinan biryarek wisan derketiye û ev tişt anî ziman: “AKP’ê her dem fêr bû ye ku bi tena xwe desthiladariyê bigire, lê hilbijartinên dawî hêviyên wî têk birin. Ji ber ku Erdogan û partiya wî ne amadeye ji bo hikûmeta nû hin tiştan ji destê xwe berde, niha karê wan ji bo hilbijartinan e

Rojnameya El-Misrî gota bi ser navê “Tirkiyê rastî pêşerojeke veşartî hatiye” avêt,di gotarê de hate gotin ku Erdogan di siyaseta xwe ya îqnakirina partî û tevgerên siyasî de têk çû, niha jî Erdogan hêvî dike ku di hemleya xwe ya leşkerî de serkftinan bi dest bixe

ROJNAME

Jiber hêrişên hevpeymanan 3061 DAIŞ`î hatine kuştin

XENDAN

Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan di daxuyaniyekê de ragihand ku, di heyama 11 heyvên bûrî de di encama hêrişên esmanî yên Firokên Hevpeymanên Navdewletî de bo ser pêgehên çekdarên DAIŞ`ê, zêdetirî 3 hezar çekdar û serkirdeyên pile bilind yên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan aşkere kir ku, herî kêm 3061 emdamên DAIŞ`ê ku piraniya wan bi regez ne Sûrî ne di encama bombebarankirina pêgeh û wêstgeên Petrol`ê ji aliyê firokên hevpeymanan ve li bajarên Hema , Heleb, Hims , Hesekê , Reqa û Dêra Zorê hatine kuştin

Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan dazanîn ku, di nava kuştiyan de bi dehan serkirdeyên DAIŞ`ê yên bi regez Sûrî , Erebî û biyanî jî hene ku hin ji wan bi navê Ebo Usame El Îraqî waliyê Wîlayeta El Bereke, Amir El Rifdan waliyê berê yê Wîlayeta El XêR û Ebo Seyaf ne

Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan diyar kir ku, herî kêm 136 endamên Bereya El Nusra liqê Rêxistina El Qaîde li Bîlad El Şam`ê jî hene ku li gundewarê Heleb ya Rojava û gundewarê bajarê Idlib ya Bakur di encama bombebaranên firokên hevpeymanan hatine kuştin ku hin ji wan bi navê Ebo Hemam Fermandarê Serbazî yê Bereya El Nusra û Fermandar Ebo Omer El Kurdî û Ebo Hemze El Firansî û Ebo Qutade yê Tûnsî ne

Ev wezaret wê bikevin destê HDP

XENDAN

Piştî ku her yek li partiyên CHP û MHP ragihandin ku ewê beşdarî hikûmeta demkî ya hilbijartinê nebin, derdikeve holê ku ev hikûmet wê tenê ji aliyê HDP û AKP`ê ve were ava kirin

Li gor zanyariyan ji bo ku tenê bi HDP re hikûmet neyê avakirin, AKP hewl dide ku hin kesayetiyên ser bi CHP û MHP jî tevlî hikûmeta hilbijartinê bike

Çapemeniyên Tirkiyê belav kirine ku serokê giştiyê AKP Ehmed Dawudoglu bê ku pirsa partiyan bike ewê navê wezîrên hikûmeta hilbijartinê ya partiyan (CHP, MHP û HDP) diyar bike

Hatiye diyar kirin Dawudoglu wê ji HDP her yek li (Celal Doğan, Mithat Sancar, Ayhan Bilgen, Leyla Zana) pêşniyar bike ku wê sê wezaret bikevin destê HDP ew jî wezareta werziş û lawan, wezareta yekîtiya ewrupa, û wezareta daristan û karûbarên avê bin

Her weha AKP jî wê wezaretên (tendirustî, darayî, perwerde, derve, berevanî) ji xwerfe bihêle.

Li gor nûçeyê, ew wezîrên ku beşdarî di civîna desteya ewlehiya netewî dibin wê nedin HDP`ê

 

MEQALE

Pirojeya HDP ji perlemanê ta deselatê

XENDAN

Cengîz Şikak

Bi serktina HDP li hilbijartinên roja 7 hezîrana 2015 û şikandina bilindtirîn benda hilbijartina dunyayê, pirsa kurd li bakûrê kurdistanê û Turkiye ji pirseka emnî û lokalî bûye pirseka siyasî, yasayî û navdewletî

Yasayî kirina pirsa kurd ji ber serkeftina HDP li dawîn helbijartinên turkiye û beşdarî kirina bi bandora PKK li şerê dijî terorîstên daişê û serkeftinên YPG li rojavayê kurdistanê bûye sedemê vê yekê pirsa kurd li Turkiya li ser astê navdewletî danpêdaneka berfireh jê re bihê kirin û piştîvaniyeka navdewletî bi dest bixe û li ser astê serok û wezîrên derveyên Rojava pêşwaziya hevseokê HDP Selahedin Demîrtaş bihê kirin û perlemantarên Ewrûpa daxwaza der anîna PKK li lîsta terorê biken

danpêdana navdewletî bûye sedêmê tirs û xofa dewleta turk, bi taybetî serok komar û hikûmeta AKP ku bi dirêjahiya 2 salan bi navê piroseya aştiyê dixwastin dîroka xapandina kuradan careka din dûbare bikin

Dema ku proseya aştiyê gehişte qonaxa cî bi cî kirina erkên dewletê û bi yasayî dabîn kirina daxawazên gelê kurd bi rêya guhertina hin yasayan, ku li qonaxa duyema piroseya aştiyê de rêkeftin li ser hatibû kirin, Serok komrê Turk Receb teyib Erdoxan zanî ku êdî nikare dîroka xapandinê dûbare bike, bi awayekê 180 pile siyaset û helwîstê xwe beramber pirsa kurd guherand, bi taybetî piştî vê çendê ku gelê kurd li rojavayê kurdistanê, ew jî kes û aliyên nêzîk PKK deverên kurdî bi hêz û şiyana xwe beramber terorîstan parastin û ba ava kirina hêza xwe parasrinê, rêveberiyên xweser bi dirust kirina 3 kantonan ragehandin

Daxuyaniyên wek Kobanê ketiye û dikeve yan tiştek bi navê pirsa kurd niye, ret kirina rêkeftina bi navê “mutabiqeta dolme baxçe” rûyê rastînê hikûmeta bi paşxana îslamî li hember pirsa kurd nîşan da, ku bo demê 12 salan deng û mutmaneya piraniya gelê kurd li Bakûr û Turkiye bi dest anîbû, her çende li demê 10 salên yekemê deselata Erdoxan û AKP dîtingeha wan li hember kurdan digel hikûmetên berê nahê berawurd kirin û ku bi hijmarek guhertin û helgirtina rewşa awarte, pirsoya normalîze kirinê li gor berjewendiyên xwe bi piraktîk destpê kiribûn

Serok komarê Turk berevajî têgeiştina prianya rayedarên AKP wusa hizr dikir ku bi hijmarek piroje û guhertinên biçûk li demên borî, êdî hewsar û îradeya gelê kurd bi dest xistiye û dikare bê minnet careka din nûneratiya kurd li bakûr bi dest bîne

Lê berevajî tegehiştina wî, pirsa kurd tenê helgirtina qedexeyia axaftina li ser zimanê kurdî, dawî anîn bi înkara kurdan, nav înana peyva KURD û vegerandina navên kurdî bo gund û bajar û deverên kurdistanê nebû. Belkû eve pirsa neteweyeka bin deste ku ji mafê siyasî, çandî û îradeya xwe hatiye bê par kirin. Her çende karî bo demê pitir ji 2 salan xebata çekdariya kurd li bakûr bê deng biket. Lê di rastiyê de eve tenê paş xistina wê bû

Serkeftina HDP li helbijartinên turkiye tevaya pîlan û xapandinên Erdoxan, ne tenê beramber pirsa kurd pûç kir, belkû nehişt sîstemê deselata turkiye li gor hez û şiyana xwe biguhere û bibe sultanê vî welatî û tevaya nexşeyên Erdoxan ji bo welatên îslamî ber av kir

Dewleta turk ku nekarîbû bi piştîvaniyên serbazî, logistî, nojdarî û reklamî bo terorîstên îsalmî li Surye pêşyia serkeftinên kurdên Rojava bigre, serkeftina HDP bi ser da hat, êdî bi yekcarî şêt û har bû

Teqîna pisûsê û komkojiya deyan ciwanên kurd di vê teqînê de, bi nîşandana rûyê rastînê dewleta turk û Serok komarê wê, bûye xaleka guhertinê ji bo pirsa kurd li turkiye û rûpelekê nû bo pêş xistina vê pirsê vekir

Karvedan û tolhildanên vê komkojiyê, tûndî û şer û pevçûnên din li dîv xwe înaye ku bo demê 2 salan aramî bal bi ser bakûrê kurdiatanê kişandibû

Serok wezîrê kar bi rêkerê Turkiya Ehmed Dawutoxlu ji bo pêkanîna hikûmeta nû degel herdu partiyên CHP û MHP dest bi danûstanê kir, lê amade nebû bo vê pirsê serdana HDP bike. Ji ber ku pêşwext biryara helbijartina pêşwext û serederî nekirin digel HDP hatibû dan

Erdoxan û AKP ku êdî mutmaneya kurdan ji sest dane, ji bo bi dest anîna %50 dengên turkiye, bi taybetî dengên nejadperestên MHP pêwîstî bi dubare destpêkirina şer li bakûrê kurdistanê heye

Ji bo vê yekê HDP tûşê lawaziyê biket, zornaya şer lê daye û hewlê didet HDP bi dest hebûn li kuştina serbaz û polîsên Turkiya tometbar biket, ku eger nekarî HDP qedexe biket, aliyê kêm pêşiya mezin bûn û mutmaneya xelkê jê re û pirojeya turkiye bûna wê bigire

Erkê PKK

Bo şikandina vê pîlanê û dubare serkeftina HDP li helbijartina pêşwext pêwîste PKK li ser agirbestê berdewam be, eger bi awayekî yek alî jî be, divê bi awayekê aqlane tev bigere û bi kuştina çend serbaz û polîsan derfetê nede AKP pîlanên xwe beramber HDP praktîze bike. Ji berku serkeftina HDP nîşanda ku Turkiye bê çareser kirina pirsa kurd tenanet nikare hikûmetê jî pêk bîne

Ji bo parastina vê derfeta zêrîn bo gelê kurd li bakûr, pêwîste yarmetiya pêş xistina pirojeya HDP bihê dan û çareser kirina pirsa kurd bi ser dewleta turk bihe sepandin û perleman û senterên biryarderên vê welatî bi beşdarî kirina bi bondora kurdan bibe cihê çareser kirina pirsa kurd û êdî tenê çek û çiya nebine amêr û cihê givaştin û çareser kirina vê pirsê

Bi hêz kirina demokrasiyê

Piroseya siyasî a Turkiya berevajî Komara Îslamiya Îranê û Surya derfetê bi beşdarî kirina xelkê di siyaseta vî welatî dide. Her çende tiştek bi navê pirsa kurd di keltûrê siyasiya Turkiye de niye, lê pêş xistina demokrasî û praktîze kirina yasayên Ewrûpa dibe sedê pêdana azadiyên zêdetir bi kurdan ji bo xwe rêxistin kirin û bi dest xistina mafên zevt kiriyên xwe

HDP dikare bi pêdagirî li ser pêş xistina demokrasiyê, bi hev re jiyana aştiyane, mafê mirovan û azadiyên tak mezintirîn destkeft bo gelê kurd bi dest bîne ku divê hemû aliyek piştîvaniya pirojeya HDP bike

Ji berku yekem care patiyeka kurdî dikare cihê xwe di sîstemê Komara Turkiye de veke û di nava sîstemê de çareser kirina pirsa kurd bi ser damezrawên dewletê bisepîne

Ev derfete di demekê daye ku êdî serdemê înakar, kodeta û goristana partiyên siayasî li turkiye di qonaxa dawiyê daye

Ji ber vê yekê divê bi hestiyarî û şiyarî serderî digel vê serdema zêrîn a nû bihe kirin û bi awayekê aştiyane pirsa kurd bihê çareser kirin ku dikare bi awayê xwe rêveberî yan her metodekê din be ku gelê kurd li bakûr daxwaz dike

Lê divê em vê yekê jî bizanin ku bi dest xistina her maf û azadiyekê li nava keltûrên paşketî pêwîstî bi cangorî û fedakariyê heye ku gelê kurd ne tenê li bakûr, belkû li her sê parçeyên din bi rûbaran xwîn bexşiye

Niha serdemê HDP ye ku li egerê serkeftineka bi hêz li hilbijartinên pêşwext dikare bi projeya xwe mezintrîn destkeft bo gelê kurd misoger bike

Guhertina dirûşma helbijartina HDP ji “em li perlemanê” (Bizler Meclis’e) bo “em li deselatê” (Bizler iktidara) û herwiha parastina sîstemê perlemanî dikre yarmetiya HDP bide ji bo zedetir ser xistina pirojeya xwe

 

NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK

NRLS

24-8-2015

 

 

Back to top button