NivîskarNûçe

Navdarê Kurd Nûrî Dêrsimî hate bîranîn

Saziyên kantona Efrînê nivîskar û siyasetmedarê kurd Nûrî Dêrsimî di 42.emîn salvegera koçkirina wî de li ser gora wî bi bîr anîn.

Saziya Malbatên Şehîdan û endamên saziya Nûrî Dêrsimê ya Ramanê, Endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk û endamên Peymengaha Viyan Amara yên  Efrînê nivîskar û siyasetmedarê kurd Nûrî Dêrsimî di 42’emîn salvegera koça wî ya dawî bi mersasîmekê bibîr anîn. Merasîma bîranînê li ser gora Nûrî Dêrsimî ya li navçeya Şera ya Efrînê hate lidarxistin.

Endamê Rêveber ê Saziya Nûrî Dêrsimî Ismet Şêx Hesen, Endama Rêveber a Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Newroz Reşo û endama Rêveber a Saziya Malbatên Şehîdan Şadiya Mihemed axivîn.

Di axaftinan de bal hate kişandin ser jiyana tekoşer û siyasetmedarê kurd Nûrî Dêrsimê û helbest û nivîsên wî yên ji bo azadiya gelê kurd û soza şopandina riya wî hate xwedin.

Piştî axaftinan berê xwe dan Peymangeha Viyan Amara û Yekîtiya Ciwanên Rojava, Saziya malbatên Şehîdan tabloyek bi wêneyên Nûrî Dêrsimî ku helbesta wî ya ji ciwanên kurdan re li ser wekî diyarî pêşkêşî herdû saziyan kir.

Di dema serdanê de Endama Rêveber a Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Newroz Reşo axivî û bal kişand ser xebatên Nûrî Dêrisî û got ku pêwîste ciwan li gorî xwestek û hêviyên Dêrsimî di tekoşîna xwe ya niştimanî de tevbigerin.

Di dawiya axaftina de soza şopandina riya Dêrsimî û hemû cangoriyên azadiyê hate dayîn.

Nûrî Dêrsîmê bi ‘Baytar Nurî’ tê naskirin. Di sala  1890 hatiye dinê. Di dema serhildana Seyît Riza de şêwîrmendê wî bû. Di 27 mijdara 1939’an ji Tirkiyê cûda dibe û Nûrî Dêrsîmî dibe hemwelatiyê Sûriyê. Di 22 tebaxa 1973 li Helebê jiyana xwe ji dest da.

(dc/ra)

 

Back to top button