DosyaNûçe

Tura Nûçeyan

 

NUÇEYÊN ROJANE Tîrmeh 29-10-2015

 

SERNUÇE

AJANS

YPG’ê 21 endamên di bin 18 saliyê de derxistin

Li Şengalê Fermandariya Hevbeş hat avakirin

Li Şengalê 100 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin

Zêdetirî 100 endamên HPC’ê berê xwe dan eniyan

Polîsên Stenbolê Êrîş Birin Ser Koza-Ipek

Li Stewrê û Bursayê operasyona binçavkirinê

ROJNAME

Polîsan dibîstana Kurdî mohr kirin

DAIŞ`ê 7 jin gulebaran kirin

MEQALE

Li Sûriyê hêzek nû

AJANS

YPG’ê 21 endamên di bin 18 saliyê de derxistin

ANHA

YPG’ê 21 endamên ku temenên wan kêmî 18 salan bû ji xebatan derxist û ew radestî malbatên wan kir

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek werşand

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin

Li gorî hevpeymana Banga Cinevre ku YPG’ê erê dike, kesên ku temenên wan kêmî 18 salan be, di nava hêzên YPG/YPJ’ê de nayên nayên qeûblkirin

Komîteya Şopandin û Lêgerînê ya girêdayî Fermandariya Giştî li gorî temenê qanûnî  21 endamên YPG’ê li Kantona Cizîrê  ji ber ku mercên endamtiyê pêk nînin û temenê wan kêmî 18 salan bû ji xebatan hatin derxistin û bi awayekî fermî radestî malbatên wan hatin kirin

Li Şengalê Fermandariya Hevbeş hat avakirin

ROJnews

Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Parastina Jinên Şengal (YPJ Şengal) û Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) bi daxuyaniyekî fermî Fermandariya xwe ya Hevbeş ragihandin

Duh piştî nîvro saet 15.00’an de hêzên YBŞ, YPJ Şengal û HPŞ ên ku li Biryargeha YBŞ’ê hatin gel hev, bi daxuyaniyekî fermî di bin navê “Fermandariya Êzîdxana Ji Bo Rizgariya Şengalê” de fermandariya xwe ya hevbeş îlan kirin. Di daxuyaniyê de ku peyama yekitiyê hat dayîn, ji bo hêzên weke PKK, YNK û PDK’ên ku li Kurdistanê hêzên giring in bang hat kirin û xwestin ku ji bo rizgarkirina Şengalê destek bidin. Fermandariya Hevbeş ji bo hêzên koalîsyonê bang kirin û daxwaz kirin di Pêngava Azadkirina Şengalê de destekê bidin wan

Em li benda desteka PKK, YNK û PDK’ê ne

Hêzên YBŞ, YPJ Şengal û HPŞ ên li biryargeha YBŞ’ê hatin gel hev, bi daxuyaniya ji bo çapemeniyê pêk anîn de, dibin navê ‘Fermandariya Êzidxana Ji Bo Rizgariya Şengalê’ de Fermandariya xwe ya Hevbeş îlan kirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de ku yekem Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlum Şengal axivî, bang li hemû hêzên li Şengalê kir, ew vexwandin dibin Fermandariya Hevbeş a Şengalê de têkoşîn bimeşînin û wiha peyîvî; “Demek dirêje ji bo rizgarkirina Şengalê hevdîtinên me yên bi hêzên li Şengalê re çêbûn. Hinek hêzan bi erênî bersiva van hevdîtinên me dan. Lê belê ji dema komkujiya Şengalê vir de weke hêzên dinava berxwedana Şengalê de cih digirin, îro bi çêkirina îtifaqek dibin navê ‘Fermandariya Êzidxana Ji Bo Rizgariya Şengalê’ de fermandariyek hat avakirin. Ji bo rizgarkirina Şengal û Êzidxana Pîroz weke hêzên YBŞ, YPJ Şengal û HPŞ’ê me fermandariyekî hevbeş ava kir. Li gel vê em li bende ne ku PKK, YNK û PDK ku li Şengalê sê hêzên giring in, destek bidin me Em li bendê ne ji bo Rizgariya Şengalê destek bidin me

Em hemû kesê vedixwînin ku dibin sîwana Fermandariya Hevbeş de têkoşîn bikin

Şengal daxuyakirin ku rizgarkirina Şengalê ne tenê erka hêzên Êzidî ye, rizgarkirina Rojhilata Navîn û Kurdistanê di Şengalê re derbas dibe û wiha axivî; “Em li bendê ne ku ne tenê hêzên Êzidî, hemû pêkhateyên dibêjin em însanin û xwedî wijdanin, destekê bidin berxwedana Şengalê. Hemû hêz dikarin di rizgarkirina Şengalê de cihê xwe bigirin. Dîsan bila neyê ji bîrkirin, rizgarkirina Şengalê azadiya Kurdistanê ye. Azadkirina Şengalê azadkirina Rojhilata Navîn e. Em bi vê nêzikatiyê hemû kesê vedixwînin têkoşînê. Her wiha Şengal cihê dîroka însantiyê lê destpê kiriye, cihê pêşketina civakbûnê ye. Ji bo vê em li bendê ne hemû kes destekê bide. Ji bo azadkirina van xakên pîroz, em bang li hemû hêzên li Şengalê ne dikin dibin sîwana Fermandariya Hevbeş a me damezrandiye de cih bigirin û bihevre tevbigerîn Yêkane em dikarin Şengalê wiha azad bikin. Li rex vê îro bi pêngava li vir me avêtiye re, em mizgîniya wê Şengal azad bibe didin gelê xwe. Em soza ji bo gelê me li ser axa xwe bi şêweyekê azad bijî didin, ji bo hemû kesê serketin dixwazin

Em bi rengên xwe dinava Fermandariya Hevbeş de cihê xwe digirîn

Ji Fermandarên YPJ Şengal Bêrîvan Axîn ku ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên hîna di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîl in û azadkirina Êzidxana Pîroz bang li hemû hêzan kir, dibin sîwana Fermandariya Hevbeş de têkoşîn bimeşîn in, her wiha diyar kir ku bi teybetî jin divê bi rengbûna xwe dinava berxwedana Şengalê de cih bigirin û wiha axivî; “Em jî weke Yêkîneyên Jinên Êzidî diyar dikin ku em ê dinava vê fermandariya hevbeş de cih bigir in. Ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîl in û azadkirina Êzidxana Pîroz, em hemû hêzan vedixwînin ku dibin sîwana Fermandariya Hevbeş a îro me yekem pêngava wê avêt de, têkoşîn bimeşînin. Em li bendê ne ku dinava vê berxwedanê de jin jî bi rengên xwe tevlî bibin

Em li benda desteka hemû hêzên Kurdistanê ne

Damezrênerê HPŞ’ê Heyder Şeşo diyar kir ku ew di rojên dîrokî û pîroz re derbas dibin bang li hemû hêzên li Şengalê ne dibin sîwana Fermandariya Hevbeş de têkoşîn bikin û wiha axivî; “Em bang li hemû hêzên ji bo azadiya Êzidxana Pîroz şehîd dane, dibin sîwana Fermandariya me ya Hevbeş de bibin yek, dikin. Ger yêkitî çêbibe, em ê bikarin Şengalê ji dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin  û azad bikin. Me ji bo vê yekê pêngavek wiha avêt, îro ji bo me hem rojek pîroz û dîrokî ye. Îro em hêzên HPŞ, YBŞ û YPJ Şengal hatin gel hev û me Fermandariya xwe ya Hevbeş îlan kir. Ji bo vê em li bendê ne ku hêzên din ên li Şengalê ne dibin sîwana Fermandariya Hevbeş de bên gel hev. Em îro hemû bi logo û rengên xwe tevlî Fermandariya Hevbeş a bi pêşengiya ‘Fermandariya Êzidxana Ji Bo Rizgariya Şengalê’ bûn. Û em ê bi vî şêwey Şengalê azad bikin. ji bo vê jî divê hemû kes dibin vê wîsanê de bibin yek. Ji ber ku Şengal a me hemû ya ne. Wê Fermandariya me ya Hevbeş ji bo azadkirina Şengalê rol bilîze. Ji bo vê jî di serî de hêzên weke PKK, YNK û PDK, em li bendê ne ku hemû hêzên Kurdistanê destek bidin û berpirsiyartiyên xwe bînin cih

Em hêzên koalîsyonê vedixwînin bi me re tevbiger in

Piştî axaftina damezrênerê HPŞ’ê Heyder Şeşo, Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlum Şengal ku mafê axaftinê girt, li hêzên koalîsyonê jî bang kir, xwest destek bide wan. Şengal diyar kir ku divê hêzên koalîsyonê biwan re tevbigerin û wiha got; “Em ê di pêngava azadkirina Şengalê de ber bi pêşde biçin. Û em ê her cihê lê pêşde biçin, alên xwe lê daliqînin. Alên me diyar in. Divê hêzên koalîsyonê jî li ser vê rastiyê tev biger in. Û li ser vê esasê cardin em li bendê ne di azadkirina Şengalê de hemû hêz û hêzên koalîsyonê destekê bidin me. Û dubare em soza Şengalek azad didin gelê xwe

Li Şengalê 100 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin

ANHA

Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermanariya Giştî ya YBŞ’ê der barê operasyona ji 8’ê Cotmehê ve li Geliyê Şilo li hemberî çeteyên DAIŞ’ê hatî destpê kirin daxuyaniyek hevbeş dan. Di daxuyaniya hevbeş de tê gotin ku di operasyonê de nêzî 100 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin

Di daxuyaniya Fermandariya HPG’ê ya Şengalê û Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê tê ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê derbeyên girin xwarîn û wiha tê gotin: “Di operasyona di 8’ê Cotmehê de li Geliyê Şilo li hemberî çeteyên DAIŞ’ê hatî destpêkirin û hêzên HPG-YJA Star jî piştgiriya wê kirî de derbeyên giran li çeteyan hat xistin. Di operosyonê de nêzî 100 çeteyan hatin kuştin. Di vê operasyona çeteyên DAIŞ’ê derbeyên giran xwarîn de termê 20 çeteya  gelek cepxane û  alavên leşkerî hatin desteser kirin

Piştî operasyona di 8’ê Cotmehê li Geliyê Şilo hatî destpê kirin , derberên giran li çeteyên DAIŞ’ê yên navenda Şengalê bi cih bûyîn jî hat xistin. Di vê çarçoveyê de vê êvarê di saet 17:55’an de li navenda Şengalê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ’ê hatin xistin. Gelek kuştî û birîndarên çeteyan hene. Em ê agahiyên berfireh di demên pêş de ji raya giştî re parve bikin

Zêdetirî 100 endamên HPC’ê berê xwe dan eniyan

ANHA

GIRKÊ LEGÊ – Zêdetirî 100 endamên Hêzên Parastina Civakî yên bajarê Girkê Legê berê xwe dan çeperên şer ên Kantona Cizîrê

Ji bo piştgirîdayîna şervanên YPG/YPJ’ê ku di çeperên şer de li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Kantona Cizîrê şer dikin, endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) ketin nava tevgerê

Piştî ku amadekariyên xwe xelas kirin û çek wergirtin, 105 endamên HPC’ê yên bajarê Girkê Legê û gundên derdorê berê xwe dan eniyên şer

Hêzên Parastina Civakî di nava bajarê Girkê Legê de torenek lidar xistin û bi tirimpêlan di nava bajêr re derbas bûn. Endamê HPC’ê bi tilîliyên dayîkan û durişemkyên slavkirina wan hatin pêşwazîkirin û moral wergirtin. Bi vî moralî berê xwe dan eniyan

Îmad Receb û Hanî El-Hisên Ereb in û di nava HPC’ê cih digrin. Herduyan diyar kirin ku ew jî li gel şervanên YPG/YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê dê şer bikin. Herdu ciwanên Ereb gotin:”Berpirsyartiya parastina herêmên me, ji peywirên me yên welatparêzî ne. Em ê destkeftiyên şoreşê û rumeta gelê xwe biparêzin

Endama Hêzên Parastina Civakî Rîhan Temir jî da zanîn ku jina Rojava di hemû beşên jiyanê de roleke mezin lîstiye. Tamir got ku li gel şervanên YPG/YPJ‘ê di bin sîwaneya Hêzên Sûiyeya Demokratîk de parastinê dikin

Polîsên Stenbolê Êrîş Birin Ser Koza-Ipek

Dengeamerika

Roja Çarşemê serê sibê polîsên Stenbolê avêtin ser saziya ragihandinê ya bi navê Koza-Ipek yaku Hikûmeta Tirk wê weke saziya kesayetîyê Oldar Fethullah Gülen dibîne, yê kû li Amerîka dijî û AKP wî weke kesê herî xeternak û dijberê xwe dibîne

Polîsan di êrîşê de gaza rûndikrêj li dij karmendên saziyê bikar anî, ev êrîşa çend rojan beriya hilbijartinên giştî li tirkiyê pêk hat

Serdozgerîya giştî ya Stenbolê plana vê operasyonê erê kirye, biryar daye ku, dewlet dest dane ser hemû alavên saziya Koza-Ipek, serdozgerî û Hikûmeta Engerê ev demek li dij hind saziyan tevdigerin, yên ku wan weke saziyên girêdayî kesyatiyê Oldarê nerimrêFethullah Gülen dibînin yê ku niha li Amerîka dimîne, Hikûmeta Tirkîyê Fethullah Gulen û soaziyên girêdayî wî xistine xana terorê û bi têkdana ewlekariya welat tên tawanbar kirin

Saziya Koza- Ipek ji hejmarek kenalên mediyayî yên weke Bugun Tv, Turk kenal, rojnama Milliyet û çend ciyên din pêk tê

Di nav avahiyê Bugun TV û Turk kenalê de êrîşa polîsan û nerazîbûnên rêvebir, karmend û hind parlementarên opozisyon weşana zindî de derketine ser heway

Li dervey avahî polîsan gaza rûndikrêj li dij karmendan bikar aniye dema fermanber û karmendan li hember vê êrişa polîsan nerazîbûn nîşan didan

Partiyên Opozisyon nerazîbûn li hember van êrîşan nîşan dan, di êrîşê de gelek kes hatine girtin

Çavdêr van êrîşên hikûmeta AKP wek weke binpêkirina azadiya rojnamevaniyê dinirxînin

Li Stewrê û Bursayê operasyona binçavkirinê

Sputniknews

Şevê din li navçeya Stewrê ya Mêrdînê tîmên taybet li taxa Seydîn de bi ser gelek malan de girtin

Şevê din li navçeya Stewrê ya Mêrdînê tîmên taybet li taxa Seydîn de bi ser gelek malan de girtin. Piştî lêgerîna malan Rêveberê HDP’ê yê navçeyê Arap Yaşar û Saddettîn Kavak, Abîd Balci û Esad Ayaz hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina nehat zanîn û 4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polêsan ya Stewrê

Li Bursayê jî 5 kes hatin girtin

Li Bursayê ji 8 kesên ku di serdagirtina malan de hatibûn binçavkirin 5 kes ji wan hatin girtin

Li taxa Emek a navçeya Osmangazî ya Bursayê duhî di encama serdagirtina malan de 2 jê zarok 8 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li Midûriyeta Polêsan sewqî edliyeyê hatin kirin û piştî îfadeyên dozgeriyê 3 kes serbest berdan û 5 kes jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 4’emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Bursayê piştî îfadeyan bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” biryara girtina 5 kesan da û navên kesên hatin girtin wiha ne, Mazlum Alp, Harun Azak, Azmi Akkaya, Emrah Tünk, Gökhan Işık

ROJNAME

Polîsan dibîstana Kurdî mohr kirin

XENDAN

Li navçeya Nisêbînê dibistana Seretayî ya Ehmet Bayhan ku roja şemiya borî hatibû vekirin li ser biryara Midûriyeta Perwerdehiya Milî ya Mêrdînê bi hînceta ku dibistan bê destûr hatiye vekirin û faliyetê lê tên meşandin bê destûr e, ji aliyê polîsan ve hate mohkirin

Li taxa Girnawas a navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê roja şemiyê bi pêşengiya Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Nisêbînê û Nûnertiya Egîtîm Senê ya Nisêbînê “Dibistana Seretayî ya Ehmet Bayhan” vekiribûn, li ser vê yekê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Milî ya Mêrdînê bi hînceta Dibistan bê destûr hatiye vekirin û faliyetê lê tên meşandin bê destûr e” biryar da û ji aliyê polîsan ve hate mohrkirin

Beriya polîs bên dibistanê rêveberên KURDÎ-DER, Egîtîm Sen, Hevşaredarê Nisêbînê Cengîz Kok û gelek kes amade bûn. Piştî demek kurt gelek polîs bi maşîneyên bê plaka yên zirxî hatin derdora dibistanê girtin

Polîs dema hatin ber dibistanê gef li rêveberên KURDÎ-DER û Egîtîm Senê xwarin û xwest ku dibistanê vala bikin. Ligel hemû hevdîtinên rêveberan ên bi polîsan re tu encam nehatin bidestxistin û polîsan xwestin dibistanê bigirin

Zarokên ku ders li polên xwe didîtin bi zora polîsan hatin derxistin û ew şandin malê. Piştî dibistan hate valakirin, polîsan derê dibistanê mohr kir

DAIŞ`ê 7 jin gulebaran kirin

XENDAN

Çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞ 30 kes li bajarê Musilê gulebaran kirine

Berpirsê ragihandina melbenda Musilê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Xeyas Sûrçî ji Xendanê re ragihand ku duh 27/10/2015 çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞ li bajarê Musilê 30 kes gulebaran kiriye û got: Ew 30 kes pêştir bi tometên cuda cuda li Musilê û dewrûberê wê hatibûn girtinê

Sûrçî ew jî diyar kir ku di nava wan 30 kesên ku hatine gulebaran kirinê 7 jin jî hebûye û yek ji wan jî pizîşk bûye

MEQALE

Li Sûriyê hêzek nû

XENDAN

Henîfe Hisên

Ev hêz kî ne û armanca wan çi ye? Di serî de YPG û YPJ di van çar salên şoreşê de li beramberî hemû kom û hêzên çekdar ên xwe weke komên artêşa azad bi nav dikirin û komên tundraw ên wekî eniya El Nusra û DAÎŞ serkeftinên mezin bi dest xistin. Taybet jî bi berxwedana Kobanê destan nivîsandin. Bûn hêviya hemû şoreşger, demokrat niştimanperwer û hemû jinên cîhanê. Bi sekna xwe ya rêxistinkirî, xwedî felsefeya azadiyê û rihê fedayetî coş, heyecan û bawerî da her kesî. Burkan el Firat jî bi sekna xwe ya nîştimanperwer û baweriya wan ya bi biratiya gelan, di berxwedana Kobanê de cih girtin û xwedî şehîd in. Artêşa Şoreşgeran jî ku di nav de Şems el Şîmal û Cebhet el Ekrad û gelek grûbên din hene digire nava xwe. Ev jî hêzên niştimanperwer û baweriya wan bi biratiya gelan û projeya neteweya demokratîk tê

Van hêzan li Sûriyê xwe îspat kirine û niha jî rolekî dîrokî girtine ser milê xwe. Di demên pêş de rola vê hêzê ew ê hîn bêtir derkeve pêş û mohra xwe li serkeftinên mezin bide

Civakekê tu carî nikare parastina xwe bi destê dewletan û hêzên biyanî ve berde. Jixwe heta niha ti dewletan, hêzên milîtarîst tu carî civak neparastine. Berovajî wê her tim kesên desthilatdar û rêveberî parastine. Di oxira wan de şerên giran dane û di van şeran de her tim jin û gelan ziyan dîtine û bûne qurban û xenîmetên şer. Ji ber vê sedemê pêwîstiyên civakan bi hêzên xwe yên parastina cewherî heye

Di dîroka nêz de cara yekem e civakek bi hêza xwe ya cewherî, bi derfetên xwe yên kêm dikare li ser piyan bimîne û bibe bersiva hemû êrîşên, bi ser wê de tên. Dema civakek xwe gihand asta zanebûna xwe parastinê, mirov dikare bêje ew civakek polîtîk û exlaqî ye. Dema civakek nikaribe xwe biparêze, mafên wan ên xwe îfadekirinê jî ji destê wan tê derxistin û nikarin der barê xwe de biryarên siyasî jî bigirin. Ev Hêzên Sûriya demokratîk weke hêza parastina hemû gelên li Sûriyê rola wan a dîrokî derdikeve pêş

Di roja îro de du hêzên mezin dixwazin li Sûriyê projeyên xwe, pêk bînin. Ev her du hêz jî bêyî ku serî li vê hêzê bidin wê nikaribin projeyên xwe li Sûriyê pêk bînin. Çima? Ji ber ku armanca vê hêzê ne tenê desthilatdarî ye, armanca wan bi temamî parastina hemû pêkhateyên civaka Sûriyê ye. Heta niha tu ferq û cudahî nexistiye navbera pêkhateyên civaka Sûriyê û ew parastine. Her wiha ev hêz xwedî projeyek siyasî ye jî. Armanca vê hêzê ne tenê tunekirina DAÎŞ e, hedefa yekemîn tunekirina DAÎŞ’ê ye, lê li deverên tê rizgarkirin pergalek demokratîk, pir reng, ne navendî û tê de azadiya jinê li pêş e tê avakirin. Ji ber êdî mîna berê rêjîm nikare tevahî Sûriyê ji Şamê bi rêve bibe. Her çiqas Rûsya bixwaze Sûriyê weke nexweşekî li ber mirinê li ser piyan bigire û bide jiyîn jî, ev ne gengaz e. Ji bo pergalek demokratîk li tevahiya Sûriyê pêk were û hemû pêkhate bigihîjin mafên xwe yên rewa, ev hêz wê tekoşîna xwe berdewam bike. Hêzên derve jî eger tenê ji bo tinekirina DAÎŞ’ê bixwaze bi van hêzan re hevkarî biki, xwestekên wan ên siyasî pişt çav bikin, ew ê nikaribe ji vê hêzê sûdê werbigire

Niha daxuyanî tên dan. Koalîsyon dibêje projeya wan ya bi perwerde û bi çek bike têk çûye ew ê bi hêzên Kurd re kar bikin. Rûsya jî dibêje bi artêşa Sûriyê re bibin yek. Lê ev herdû jî tenê tiştên demî dibêjin. Piştre ew ê çi bibe wê nabêjin. Temam, em bi hevdû re kar bikin, lê beramberî çi ew ê ev yek çêbibe? Ev nayê gotin. Hemû pêkhate û di serî de jî Kurd vê pirsê dipirsin, gelo piştî DAÎŞ hate tinekirin ew ê, di Sûriyeyek çawa de bi hev re bijîn? An jî wê bê gotin ku di nava Sûriyebûnê de xwe bihelînin. Gelan ji vê têr xwariye, êdî bi vê nayên xapandin. Hemû têkoşîn ji bo jiyanek azad, demokratîk û pirrengî ye. Li ser vê baweriyê hêza Sûriyeya demokratîk wê wateya xwe ya rastî bibîne. Ji niha ve coş û heyacana vê yekê dide me hemûyan

NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK

NRLS

29-10-2015

 

J. M

Back to top button