Nûçe

“Davutoglu lixwe mukûr hat ku ew piştgiriya DAIŞ’ê dikin” 

 

Koordînasyona Giştî ya Hersê Kantonên Rojava îtîrafên Davudoglu ku dibêje ‘me li YPG’ê daye’ wekî lixwe mukûrhatina piştgiriya AKP’ê ji DAIŞ’ê re girt dest û bang li Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê kir ku helwesta xwe li hemberî vê kiryarê zelal bike.

Koordînasyona Giştî ya Hersê Kantonên Rojavayê Kurdistanê der barê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî çeperên YPG’yê li Kantona Kobanê daxuyaniyek da raya giştî.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi nêzîkbûna hilbijartinên 1’ê Mijdarê re, hikûmeta serkêşiya AKP’ê bêhtir destê xwe xist nava kiryarên li dijî mirovahiyê û hemû qanûnên navneteweyî binpê kirin.

Daxuyanî wiha dewam dike: “Artêşa Tirk biryarên AKP’ê yekser bi cih anî û bi awayekî hovane bi balafir û çekên giran êrîşî welatiyên sivîl û çeperên Yekîneyên Parastina Gel kir, bêyî ku rêzdariyê nîşanî welatên cîran bide. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji tevahiya cîhanê re îsbat kiriye ku ew hêza yekemîn a ku parsatina demokrasî û mirovahiyê dike û şerê çeteyên DAIŞ’ê dike. Hêzê ji her kesî re nîşan daye ku ji bo avakirina Sûriyeke federal û yekbûyî têkoşînê dike.”

Di daxuyaniya xwe de koordînasyonê bal kişand ser li xwemûkûrhatina Serokwezîrê Tirkiye Ahmet Davutoglu ku dibêje ‘Me li ser axa Rojava li çeperên YPG’ê daye’ û ev yek wekî îtîrafeke fermî girt dest ku piştgiriya Tirkiye ji çeteyên DAIŞ’ê re eşkere dike û terorê ji bo xwe ji demokrasiyê baştir dibîne.

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Wekî Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava em tevgerîna dewleta Tirk a bi vî rengî wekî tevgerîneke tehrîkê dibînin. Di heman demê de em bang li hevalbendên xwe yên Koalîsyona Navnetewî ya li Dijî DAIŞ’ê dikin ku helwesta xwe li hemberî van kiryaran zelal bikin û zextê li dewleta Tirk bikin ku dest ji van kiryarên dijmirovane berde. Em ji gelên têkoşer ên Tirkiyeyê ku demokrasiyê dixwazin bila hikûmetê li ser van kiryarên wê yên dûrî raya giştî ya Tirkiyeyê, ceza bikin. Dîsa jî em ji hemû pêkhateyên Rojava dixwazin ku li hemberî vê yekê bisekinin û piştgiriya YPG’ê bikin.”

Daxuyaniya Koordînasyona Kantonên Rojava wiha bidawî dibe: “Gelê me wê hertim xwe ragire, wê biser bikeve. Baweriya bi xwîna şehîdên leheng wî birêve dibe. heta dawiyê heta avakirina Sûriyeke demokratîk û federal wê li ber xwe bidie.”

Back to top button