NUÇEYÊN ROJANE |
Tîrmeh 15-10-2015 |
SERNUÇE
AJANS
Fermandarê Giştî yê YPG Hemo Mijarên Germ yên Rojava Dinirxîne
Rûsya Dibêje Firokên Wê li Sûrîyê Pir Nêzîkî Balafirên Amerîkî Bûne
Civîna damzerêner a Hêzên Sûriya Demokrartîk tê lidarxistin
Komkujî encama polîtîkayên AKP’ê ye
Mamosteyê zanîngeha Hewlêr: Gotina ku ‘PKK xwepêşandêran sor dike’ ne raste
Hollanda: Bila Tirkiye carek din li gel PKK’ê hevdîtinên aştiyê pêş bixwe
Rûsya: ‘DAIŞ, li Sibiryayê plana êrişa camiyê dikir
ROJNAME
Emerîka: Emê berdewam alîkariya PYD bikin
Muslim: Eger Tirkiye êrîş bike, emê xwe biparêzin
Lavrov:Em amadene alîkariya Hêzên Demokrat a Sûriyê bikin
MEQALE
Di binçavkirin û girtinan de binpêkirinên mafê mirovan
AJANS
Fermandarê Giştî yê YPG Hemo Mijarên Germ yên Rojava Dinirxîne
Dengeamerika
Di hevpeyvîneke taybet de Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Sîpan Hemo li ser jimareke mijarên girîng yên wergirtina çekan ji Amerîka, êrîşên esmanî yên Rûsî û raporta Lêxweşbûna Navnetewî bersîva pirsên Dengê Amerîka dide
Hemo dibêje, YPG ligel Ereb, Krîstîyan û Tirkmenên herêmê hêzeke nû ya bi navê Hêza Demokratîk ya Sûrî damezrand ku welatekî pirçandî û rengî biafrînin
Hemo dide zanîn ku koalîsyona navnetewî jî du roj berê bi firokan sêak û cebilxane avêtin vê hêza ku bikarine bi karîgerî dijî DAIŞê şer bike
Fermandarê YPG dide zanîn ku êrîşên esmanî yên Rûsî balansa erdê guhertîye û bûye sedem ku rejîm xûrtir be û DAIŞ jî li dora Helebê pêş keve
Hemo rapora Lêxweşbûna Navnetewî (Amnesty International) bi tundî rexne dike ku tawanên bê bingeh êrîşî YPG dike
Dema vê raporê pir balkêş e jiber ku di vê demê de tê ku Hêza Demokratîk ya Sûrî amadekarî dike ku operasyoneke xurt li hember DAIŞê pêk bîne
Rûsya Dibêje Firokên Wê li Sûrîyê Pir Nêzîkî Balafirên Amerîkî Bûne
Dengeamerika
Rûsya îro Çarşemê dibêje, yek ji firokên wê xwe li esmana Sûrî nêzîkî firokeke Amerîkî kir ku nasnameya wê bizane
Berdevkê wezareta derve Igor Konashenkov got, firokên wan yên Su-30SM li ser Helebê bingehên DAIŞê bomberan dikir, dema sîstema hişyarîya firokên wan firokeke nenaskirî dît. Wî got, piştî peywendî hate fem kirin ku balafira Amerîkî ye
Konashenkov bal kişand ku ne cara yekê ye bûyerên wî rengî diqewimin û firokên Rûsî û Amerîkî pir caran di mesafeyên nêzîk de hevdu dibînin
Hêjayî bîrxistinê ye her du Amerîka û Rûsya êrîşên esmanî li Sûrîyê pêk tînin
Civîna damzerêner a Hêzên Sûriya Demokrartîk tê lidarxistin
ANHA
HESEKÊ – Civîna damezrêner a Hêzên Sûriya Demokratîk îro tê lidaerxistin û dê raghandina vê hêzê bi civînek çapemeniyê bê, pêk were
Civîna damezrêner a Hêzên Sûriya Demokratîk ku di 12’ê cotmehê de hat avakirin, îro tê lidarxistin. Piştî ku civîn bi dawî bibe dê ev hêz bi civîneke çapemeniyê bê raghandin
Hêzên Sûrya Demokratîk ji hêzên leşkerî yên li Sûriyê ku bi şoreşgeriya xwe tên naskirin û kurd, ereb û suryaniyan digre nava xwe, pêk tê
Komkujî encama polîtîkayên AKP’ê ye
ANHA
BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir, ku komkujiya 10’ê Cotmehê ya li Enqereyê, encameke polîtîkayên hundir û derve yên AKP’ê ye
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser komkujiya li Enqereyê, operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî siyasetmedarên Kurd û hilbijartinên 1’ê Mijdarê daxuyaniyeke nivîskî weşand
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Berpirsyarê, rewşa tengezar a siyasî, zext û kaosa heyî ya li Tirkiyeyê, hikûmeta AKP’ê ye. Hem ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd, hem jî ji bo ragirtina hikûmeta AKP’ê li ser desthilatdariyê, li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê şerekî gemarî hatiye destpêkirin. Zextên li hemberî gel û komkujiyên tên kirin, encama polîtîkayên Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP’ê ye. Komkujiya Enqereyê, di encama polîtîkayên hundir û derve yên AKP’ê de pêk hatiye. Şer, meşandin polîtîkayan bi amûrên şîdetê ye. Komkujiya Enqereyê jî weke komkujiya polîtîkayekê derdikeve pêşiya me. Hikûmeta AKP’ê, Komkujiya Enqereyê ji xwe re veguherandiye firsendê. Piştî komkujiya Enqereyê, bi dehan Hevşaredar, bi sedan HDP’yî hatine girtin. Bi van girtinên rojane tên kirin re, karibin wê beriya hilbijartinê ti Hevşaredaran li derve nehêlin. Bi felçkirina rêveberiyên herêmî re, ku yek ji hînên girîng ên demokrasiya herêmî ye, tê xwestin ku hêzên demokrasiyê werin qelskirin û bên tinekirin
KCK’ê bibîr xist ku Komkujiya Enqereyê li ser gelên Tirkiyeyê zexteke giran a travmatîk afirandiye û veguheriye yekane rojeva Tirkiyeyê
Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî dewam kir: “Hikûmeta AKP’ê ev rewş ji xwe re veguherandiye firsendê û di serî de Hevşaredar, berê êrîşên xwe daye siyasetmedarên li Kurdistanê. Her wiha, di nava vê rewşa giran a rojevê de, zextên li hemberî gel hatine zêdekirin. Bi hişmendiya ‘di nava rojeva li ser komkujiya Enqereyê de wê girtin û zext nekevin rojevê’, bi ser hêzên demokrasiyê ve diçin. Ji ber polîtîkayên xwe yên ji bo tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokrasiyê, di her firsendê de berê xwe dide zext û girtinan
Divê mirov teslîmî zîhniyeta AKP’ê nebin
Girtina ewçend Hevşaredar û siyasetmedaran, hem hilbijartinan bêwate dike, hem jî nîşan dide ku siyaseta demokratîk ji bo Tirkiyeyê zêde negirîng e. Partî û hilbijartin xistine rewşeke welê, ku ji bo xapandina cîhanê û nixumandina zextên xwe, weke amûrên şerê taybet bi kar tînin. Tirkiye ya ku di sala 1946’an de ji ber pêwîstiya şerekî bi vî rengî yê taybet û xapandinê pêwîstî pê dît derbasî serdema ji gelek partiyên siyasî bibe, piştî 70 salan hînê jî jiyana siyasî ya ji gelek partiyan û hilbijartinan bi israr, bi vê şêwazê bi kar tîne. Tê fêmkirin, ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe û Tirkiye demokratîk nebe, wê ev zîhniyet û polîtîka neyên şikandin. Lê belê, girîng e mirov xwe teslîmî vê zîhniyetê û van polîtîkayan nekin. Dema Hevşaredar û siyasetmedar hatin girtin, divê gelê Kurd li her derê nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan bidin. Pêwîste destûr neyê dayîn ku siyasetmedarên kurd, siyasetmedarên demokratîk ewçend bi hêsanî neyên girtin. Hewce ye gel, di her şert û mercan de xwedî li vîna xwe ya siyasî derkeve
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bal kişand ser hilbijartinên 1’ê Mijdarê û di vê der barê de, ev peyam da
Eger li Tirkiyeyê wê wateyeke hilbijartin û siyaseta demokratîk hebe, hingî divê destûr ji girtina hevşaredaran û hilbijartiyan neyê dayîn. Rêya destpêkê ya pêşvebirina demokrasiyê û xwedîderketina li destketiyên demokratîk, ev e. Heta ku li hemberî girtina siyasetmedarên demokratîk neyê derketin, nepêkan e demokratîkbûyîn pêk were. Bi pêkneanîna demokratîkbûyînê re jî, nepêkan e pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê werin çareserkirin. Li Cîhan û Tirkiyeyê, kesên demokrasiyê dixwazin divê van girtinan qebûl nekin. Yên ku banga bêçalakîtiyê li Tevgera Azadiyê ya Kurd kirin, beriya her tiştî divê li dijî van girtinan helwestê nîşan bidin
Ji gotinên Davûtoglû tê fêmkirin, ku li Tirkiyeyê demokrasî bi tenê ji bo DAIŞ’ê heye. Zîhniyet û polîtîkayeke ku bi ‘xwendina mejiyê’ Kurdekî, welatparêzekî û demokratîk re dibêje ‘dibe ku tuyê çalakiyê lidar bixe’ û digire, niha radibe ji bo qetlîamkeran dibêje, ‘heta nekeve nava tevgerê, em nikarin bigirin’. Wê divê mirov bipirsin; Te bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan, parêzer, nivîskar û xwendekarên Kurd çawa girt? Kesekî ku tê texmînkirin beşdarî meşekê bibe tê girtin, lê kesekî ku tê zanîn wê komkujiyê bike, nayê girtin. Ev yek zîhniyeta AKP’ê radixe pêş çavan. Eger qetlîamker piştî ku mir nikare bê girtin, wê demê yê ku ev komkujî bi xwe kiriye û daye kirin hikûmet e. Yanî radibin dibêjin, Heta pêkhatina komkujiyê, em bi êrîşkarê bombeyî re hatin heta cihê bûyer
Ev zîhniyet êrîşkarê bombeyî nagire, lê belê hevşaredar û bi hezaran siyasetmedarên ku vîna gel in, digire. Pêwîste li hemberî vê hikûmeta xwedî vî mejî ye û êdî rewabûna xwe nemaye, bê xwestin ku hevşaredar û siyasetmedarên hatine girtin tavilê werin berdan
Divê her kes li hemberî operasyonên qirkirina siyasî helwestê nîşan bide
Hevserokatiya Konseya Rêveber da xuyakirin, ku weke KCK’ê ew alîgir in pirsgirêk bi siyaseta demokratîk re were çareserkirin û got, “Lê belê, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêkan li ser bingeha demokratîk, pêwîste beriya her tiştî li dijî van operasyonên qirkirina siyasî helwest bê nîşandan. Heta ku li hemberî van operasyonên qirkirina siyasî têkoşîneke çalak neyê meşandin, wê bangên li Tevgera Azadiyê ya Kurd tên kirin watedar nebin. Ji xwe, bêçalakîtiya me ragihandine, ji aliyê mûxatabê xwe ve nayê dîtin û li her derê operasyonên leşkerî û êrîş bi dijwarî dewam dikin. Divê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê xwedî li bêçalakîtiyê derkevin û ji bo hilbijartin di rewşeke aram de bê kirin, li hemberî van operasyon û êrîşên leşkerî helwestê nîşan bidin
Mamosteyê zanîngeha Hewlêr: Gotina ku ‘PKK xwepêşandêran sor dike’ ne raste
ROJnews
Mamosteyekê zanîngeha Hewlêrê diyar kir ku êrîşa bi çek li ser xwepêşandêran tê wateya mirina demokrasiyê û got: “Hemû gel dizanin ku PKK ji bo azadî û demokrastiyê tekoşînê dike. Ji bo wê jî tucaran PKK li parçeyek din pirsgirêkan çênake û ev yek jî dûrî exlaqê kadro û hevalên PKK’ê ye.” Mamosteyê zanînageha Hewlêrê Amanc Elî derbarê bûyerên dawî li Başûrê Kurdistanê de ji RojNews re axivî û wiha got: “Pêşengtiya KCK û pêşniyarên Cemîl Bayik cihê hurmetgirtinê ye. Bi taybet di demekê ku Başûrê Kurdistanê ji pêvajoyek bi kirîz re derbas dibe. Ji bo wê jî divê karê sereke yê partiyên Başûr ew be ku bikarin rewşa jiyana xelkê biguherînin. Ger gav neyên avêtin wê kirîza heyî kûrtir bibe.” Amanc Elî dazanîn ku xwepêşandana karmend û mamosteyan mafeke fermî ye û wiha berdewam kir: “Lê belê ev daxwazên gel ber bi pêvajoyek bi tehlûke ve çû, şehîd û birîndar çêbûn. Êrîşa bi çek a li ser xwepêşandêran tê wateya mirina demokrasiyê. Tê wê wateyê ku tu yên li hember xwe qebûl nakî.” Mamosteyê zanîngehê Elî bal kişande ser helwesta KCK’ê jî û got: “KCK ta ji wê serê welat hatiye ji bo ku pirsgirêkên Başûrê Kurdistanê çareser bike. PKK hêzeke mezin û şoreşgere li Kurdistanê. Ji bo azadî û demokrasiyê tekoşîn dike. Propagandayên li dijî PKK’ê ku dibêjin; ‘PKK xwepêşandêran sor dike’ ne raste. Ji ber hemû xelk dizanîn PKK naxwaze li parçeyek din a Kurdistanê pirsgirêkan çêbike. Ev yek jî ne li gorî exlaqê kadro û hevalên PKK’ê ye.” Amanc Elî di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser girîngiya kombûna kongreya neteweyî û wiha axivî: “Divê demek ji ya din zûtir kongreya neteweyî were lidarxistin û pisgirêkên heyî werin gotûbêjkirin. Ji ber ku bayê guhertinek mezin li herêma Rojhilata Navîn diveze
Hollanda: Bila Tirkiye carek din li gel PKK’ê hevdîtinên aştiyê pêş bixwe
ROJnews
Parlamentoya Hollandayê da xuyakirin ku, ji ber şideta li Bakurê Kurdistanê zêde bûye sivîl zerarê dibînin û bang li hikûmeta Tirk ku bi PKK’ê re ji nû ve dest bi hevdîtinên aştiyê bike kir. Parlamentoya Hollandayê, beriya civîna bilind a lîderên Yekîtiya Ewropayê (YE), ku wê îro li Brukselê dewam bike û sibe jî dewam bike, pirsgirêka koçberan nirxand. Di rûniştina êvara Sêşemê ya parlamentoyê de, bûyerên şîdetê yên li Tirkiyeyê hatin rojevê. Partiya mûxalefeta bingehîn Partiya Sosyalîst (SP), ji bo Serokwezîr Mark Rûtte bûyerên li Tirkiyeyê bixe rojeva Yekîtiya Ewropayê pêşniyarnameyek pêşkêşî parlamentê kir û ev pêşniyarname hat qebûlkirin. Di pêşniyarnameyê de hat ragihandin ku bûyerên şîdetê yên li Bakurê Kurdistanê gav bi gav zêde dibin. Her wiha bal hat kişandin ser rêxistinên mafên mirovan û nûçeyên di çapemeniyê de cih digirin û hat destnîşankirin, ku herî zêde sivîl ji van bûyeran zerarê dibînin. Di heman demê de ev bang li Tirkiyeyê hat kirin; “Şîdeta li herêma rojhilat were sekinandin û hevdîtinên aştiyê yên bi PKK’ê re ji nû ve werin destpêkirin.” Di civîna bilind a lîderên YE ya li Brukselê, wê komkujiya li Enqereyê û pirsgirêka koçberiyê were nirxandin
Rûsya: ‘DAIŞ, li Sibiryayê plana êrişa camiyê dikir
Sputniknews
Berdevkê komîteya lêkolînê Vladimir Markin destnîşankir ku, milîtanên DAIŞê di sala 2014an de li bajarê Pit-yah yê Rûsyayê plana êrişa camiyekê dikir. Lê hêzên ewlehî yê Rûsyayê pêşiya vê girtin
Markîn diyarkir ku, milîtanên DAIŞê emrê plana êrişa camiya bajarê Pit-yahê ji milîtanekî ku li Tirkiyeyê dimîne girtine
Vladimir Markin ragihand ku, şikbarên êrişa terorî Rizgan Agaşirinov û Abdula Magomedaliyev di demek nêz de wê deren dadgehê û me derheqê şikberên din de jî lêgerîna navneteweyî derxistiye
ROJNAME
Emerîka: Emê berdewam alîkariya PYD bikin
XENDAN
Peyvdarê wezareta derve ya Emerîkayê ragihand ku wan alîkariyên serbazî şandine ji hêzên YPG/YPJ û ewê berdewambin di alîkarîkirina PYD`ê de li Sûriyê
John Kirbî, peyvdarê wezareta derve ya Emerîkayê di kongireyekî rojnamevanî de got: Derbarê alîkarîkirina YPG de em bi Tirkiyê re axivîne. Li Sûriyê emê alîkariya xwe bi grupên bi aktîv li dijî DAIŞ têkoşîn dikin berdewam bikin
peyvdarê wezareta derve ya Emerîkayê John Kirbî teqez kir û got: Emê berdewam bin di alîkarîkirina PYD li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê
Muslim: Eger Tirkiye êrîş bike, emê xwe biparêzin
XENDAN
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Salih Muslim derbarê gefên Serokwezîrê Tirkiyê Ehmed Dawudoglu ku gotibû ‘Pêwîst bike emê li PYD`ê jî bidin’. Muslim got: “Em êrîşî kesî nakin, lê kî êrîşî me bike em ê xwe biparêzin
Salih Muslim, di hevpeyvînekê li gel ajansa ANF`ê, diyar kir, ku çekên ji wan re hatine şandin, li hemberî DAIŞ’ê tên bikaranîn û ev çek ji bilî Rojava li ti devereke din nayê bikaranîn
Muslim, piştrast kir û got: “Ji me re û ji komên hevalbendên me re 50 ton çek hatin şandin. Ev hînê destpêk e, wê dewama van çekan jî hebe
Derbarê daxuyaniyên serokwezîrê Tirkiyê Dawudoglu de jî Muslim da xuyakirin, ku divê Dawudoglu êdî dev ji gefên xwe yên vala berde û got: “Ev çek ne tenê ji me re hat dayîn. Ev çek ji komên Ereb ên em bi hev re tevdigerin re jî hat dayîn. Îdîayên bikaranîna van çekan li Tirkiyeyê yan jî li cihekî din, hewldaneke berevajîkirina rastiyan e. Ev çek ancax têra me bike. Bi van re em xwe li hemberî DAIŞ’ê diparêzin. Ji PKK’ê re naçe, li dijî Tirkiyeyê nayê bikaranîn
Muslim der barê gefa “em ê dest lê werdin” a Dawudoglu de ev bersiv da û got: “Eger Tirkiye êrîşî Rojava bike, em ê xwe biparêzin. Em êrîşî kesî nakin, lê kî êrîşî me bike em ê xwe li hemberî wan biparêzin
Li dawiya axaftina xwe de Muslim teqez kir û got: “Me her tim banga biratiyê li Tirkiyeyê kir û heta niha bi ti awayî me ti helwesteke neyînî li hemberî wan nîşan nedan
Lavrov:Em amadene alîkariya Hêzên Demokrat a Sûriyê bikin
XENDAN
Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov dazanîn ku Moskow ji nêzve geşedanên dawî yên hêzên opozîsyona Sûriye dişopîne û di nava wan de Koalîsyona Hêzên Demokratîk yên Sûriyeyê (Hevbendî) ku di 11’ê Cotmehê de hat ragihandin
Li gorî nûçeya Rusya Today, Sergey Lavrov ku roja Çarşemê ango îro beşdarî civîna Meclîsa Duma “Saeta hikûmetê” ya Rûsaya bû, li ser hevbediyê wiha gotiye: Em tevgera hevbendiya Demokratîk a Sûriyê dişopînin, di nava wê de gelek hêzên çekdar ên ku em wan terorîst nabînin mîna yekînekyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Xiristiyan û Asûriyan, hene, em amadene ku piştgiriyê bidin wan
Hevbendiya Hêzên Demokratîk yên Sûriye di 11’ê Cotmehê de hate ragihandin ku ji van hêzan pêk tên
Yekîneyên Parastina Gel
Yekînekyên Parastina Jin
Navenda Çalakiyên Burkan El-Firat
Tugayên Cizîrê
Meclîsa Leşkerî ya Suryanî
Hêzên El-Senadîd
Hêzên Şoreşgerên Sûriye
MEQALE
Di binçavkirin û girtinan de binpêkirinên mafê mirovan
XENDAN
Rizoyê Xerzî
şêweyê girtin û binçavkirinên polîs û hêzên dewleta AKP bi taybetî di demên dawî de bûne mînakên herî balkêş ên binpêkirina mafê mirovan. bi taybetî ev bûye wekî siyasetek û rêbazeke ku bi taybetî li dijî siyasetmedar, hevşaredar û hilbijartiyên kurd, tê meşandin. Êdî kiryarên polîs û hêzêzn dewletê di dema binçavkirinan de ji şêwe û rêbazên polîsan bêtir dişibin rêbazên endamên komên tundîoparêz û çete
Rewşa hevşaredara Surê Fatma Şik Barut ya di 19.08.2015 an de hate binçavkirin û girtin jî yek ji mînakên vê bê hiqûqî û binpêkirina mafên mirovane. Ev bêhiqûqî û binpêkirinên mafan di hemû girtin û binçavkirinan de ên di vê dema dawî de bi rengekî berbiçav tên bikaranîn
Di serdagirtina malan de derî tên şikandin, zarok tên tirsandin û tundiyeke mezin tê bikaranîn ji bilî heqaret û biçûkxistina mirovan li hemberî malbat û zarokên wan
Her wiha di rê de jî gef li girtiyan tê kirin, tundî li dijî wan tê bikaranîn û bê hiqûqiyeke mezin tê meşandin
wekî mînak ji ber ku hevşaredarên navçeya sur ya Diyabekirê Fatma Şik û Seyid Narîn tevli daxuyaniyeke çapemeniyê bûn ew hatin binçavkirin û girtin û ev hemû rêbazên bê hiqûqî li dijî wan hatin kirin. Bi ser de jî ew di demeke pir kurt de hatin surgunkirin bo Ankarayê
Ew bi wan kiryarên xwe ne tenê hiqûqa navnetewî ya mafê mirovan lê heta bi hiqûqa welatê xwe jî binpê dikin. Bi rê û rêbazên derveyî hiqûqê tevdigerin û mafên herî rewa ên mirovan binpê dikin. Wekî ku hiqûqeke taybet ya ku fermana xwe ji devereke taybet distîne hebe û li gorî wê fermanê tevdigerin bê ku li dadwerî û hiqûqê bipirsin
Em bang li hemû sazî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku li dijî vê bê edaletî û bê hiqûqiyê dengê xwe bilind bikin û zextê li vê hikûmetê bikin da ku dest ji van bê hiqûqî û tundiya li dijî siyasetmedar û hevşaredarên kurd berdin
Nameya Fatma Şik
çend gotin ji nameya hevşaredarê Sûrê Fatma Şik Barut yên ku binpêkirinên mafan di dema binçavkirin û girtinê de tînin ber çavan bi we re parve dikim
Di serdagirtina malê de bi awayekî bêrêzî û hovane nêzî kesên tên binçavkirin û malbatên wan dibin
Di dema binçavkirin û girtin, dadgeh û surgunkirinê de di her tevgera wan de binpêkirinên mafê mirovan û derhiqûqî pêk hatin
di dema surgunkirinê de tevî pirsa min tu bersiv nedidan me û bi ser de gef li me dixwarin ku em dengê xwe qet nekin
di riya dirêj a Surgunê de hêzên dewletê dadiketin xwarin û vexwarina xwe dikirin û em di nava wesayita zirxî de dihiştin û destûr nedidan em jî xwarinê bixun
Wesayitên ku di dema em li wan siwar dikirin bê plake bûn
Yek ji wan hêzên taybet (polîs) di dema dadgehê de jî li nêzî dadger rûniştibû
xuyaye ku dadger jî di bin gefan de bûn û fermana girtina me siyasî bû, ji ber ku ew jî ne rihet xuya dikir û dixwest deqeyekê berî ya din biryara xwe bide û bidawî bike. lewre jî rê neda parêzerên me ku parastina me jî bike
Em ji bo tevlêbûna me ya daxuyaniyeke çapemeniyê hatin binçavkirin lê paşê wekî, ku em xwediyê wê daxuyaniyê bin hatin darizandin. Em bi tewanên giran ê ku tu têkliya wê bi amadebûna me ya vê daxuyaniyê re tune ye hatin girtin
Em bang li hemû sazî û rêxistinên mafên mirovan ên Tirkiye (Bi taybetî dadger û hiqûqnasên xwedî wijdan) û saziyên mafên mirovan ên navtewî dikin ku li dijî vê bêhiqûqiyê û binpêkirina mafên mirovan dengê xwe bilind bikin û zextê li hikûmetê bikin da ku dawî li van binpêkirinan bîne
10- Em bi rengekî bêhiqûqî hatin binçavkirin, girtin û surgunkirin û dîlgirtina me ya di nava van çar dîwaran de berdewamkirina vê zordarî û bê hiqûqiyê ye
NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK
NRLS
15-10-2015