Nûçe

Demîrtaş: Ligel destwerdana we jî, PYD`ê DAIŞ têk bir     

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, beriya civîna Desteya Rêveberiya navendî, li ber avahiya Giştî ya HDP’ê bersiv da pirsên rojnamevanan.

Demîrtaş qedexeya weşanê rexne kir û got, “Eger ji mîlyonê yek îhtimal hebûya ku di binê vê bûyerê de PKK heye, ne qedexeya weşanê, wê mecbûriyeta weşanê bianîna.” Demîrtaş diyar kir ku yên ji ber mesajên li Twitterê der barê komkujiyê de hatine binçavkirin AKP’yî ne û nerazîbûn nîşanî gefên li PYD’ê tên xwarin, da. Demîrtaş her wiha ragihand, ku dest li koma dixwaze li hemberî wî sûîqestê bike, nehatiye werdan.

Demîrtaş ‘biryara nepenîtiyê’ nirxand û got, “Ji bo rewşa heyî ji raya giştî veşêre, ev biryar hatiye girtin. Dema em nêrînên xwe yên têkildarî mijarê de parve dikin dozger wê çawa neyînî pê bandor bibe. Gelo di aliyê psîkolojîk de pê bandor dibe? Ev ji bo têkîliya AKP û DAIŞ’ê neyê dîtin pêk hat.

Demîrtaş di dewama axaftina xwe de got, “Eger ji mîlyonê yek îhtimal hebûya ku di binê vê bûyerê de PKK heye, ne qedexeya weşanê, wê mecbûriyeta weşanê bianîna. Serokwezîr hewl dide çi veşêre? Dest jê berdin, bila her kes bi awayekî azad nêrîna xwe bîne ser ziman. Haya raya giştî bi her tiştî heye.”

Demîrtaş, der barê plana sûîqestê ya li hemberî wî de, ev nirxandin kir: “Tiştekî gelek li ser bê rawestandin nîn e dema em karê xwe dikin dibe ku em rastî hin rîskan bên. Ya li vir a girîng ewlehiya cemaweriyê ye. Dest jê berdin hikûmet bibe hêmana ewlehiyê biparêzer êdî bûye hêmana ewlehiyê xera dike. Dibêjin di destê me de lîsteya bombeyên zindî heye lê em wan nagirin. Her roj hevşaredar û xwendekar tên girtin. Ji ber ku Hevşaredara Erdîşê dema daxuyanî hat dayîn li wir bû hat girtin. Niha li welat tiştekî herî bi ewle bombeya zindî ye. Sedema negirtinê ye. Eger hûn bêjin em bombeya zindî ne hûn li hemberî hiqûqê di bin ewlehiyê de ne.”

Der barê gefên Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû yên destwerdana li PYD’ê de Demîrtaş got, “Ji xwe ev 3 sal in li hemberî PYD’ê şer dike. Çekên ku dişîne li hemberî PYD’ê tên bikaranîn. Tevî destwerdana wan jî, PYD’ê DAIŞ têk biriye. PYD tevgereke gel e.”

Demîrtaş li ser binçavkirinên der barê Komkujiya li Enqereyê de got, “Îdîa dikin ku yek ji wan şêwirmendê min e. Ji xwe li ser medyaya civakî têkîliya wan a bi AKP’ê re hat aşkerakirin. Serokwezîr jî di nava vê ekîbê de ye. Roja din weşanên AKP’ê vê yekê dikin manşet. 100 kes mirin e, lê ew dibêjin, ‘me têkîlî li ser twîtterê şênber kir’. Ev e cîdiyeta we. Ev navên kesên bi AKP’ê re di nava têkîliyê de ne.

Back to top button