ManşêtNûçe

Tirkiyê û çeteyên wê binpêkirinan li dijî Kurdên Efrînê didomînin

Tirkiye tevî çeteyên xwe beriya du salan kantona Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de dagir kirin.

Piştî dagirkirinê, Tirkiyê û çeteyên wê bizanabûn gelê Kurd ji kantonê dan koçberkirina û malbatên çeteyan li deverên kantonê yên cuda bicih kirin. Tirkiyê Turkmenên alîgirên xwe li ser sînorên Efrîn bi Tirkiyê re bicih kirin da ku demografiya wê biguhere.

Tirkiye û çeteyên wê hîna binpêkirinên xwe li dijî Kurdên li kantonê mane didomînin. Da ku wa neçarî koçberiyê bikin.

Ciwanek ku ji ber tirsa li ser jiyana malbat xwe ya ku li kantonê maye navê xwe eşkere nekir, ji ber hovîtiya binpêkirinên çeteyên Tirkiyê ji Efrînê reviyaye.

Ciwanê bi navê F.Ş. beriya hefteyekê gihaştiye taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê. Têkildarî binpêkirinên çeteyan got: “Çete li ber çavên herkesî milkên şêniyan talan dikin. Şêniyên Kurd tevî ku şêniyên herêmê yên resen in, lê rastî nejadperestî û çewisandinê tên. Nabe kar bikin an jî dikanên xwe vekin an jî biçin nav zeviyên xwe. Ruxmî ku çandinî debara jiyana şêniyên Efrînê ye.”

Çeteyên Tirkiyê ji bo ku xwe pênasekirinê, sloganên DAIŞ`ê bikar tînin. Di vî warî de F.Ş. dibêje: “Çete bi gotina cîhadê milkên şêniyan talan dikin.”

Girêdayî bûyerên revandinê F.Ş. got: “Di gundan de bi dehan komên çeteyan hene. Mirov nikare bi hêsanî tevger bike. Ji ber ku çete sivîlan li beramberî fîdyayan direvînin. Eger fîdya nehat dayîn, kesên ku revandine bi xwînsarî dikujin.”

F.Ş. serpêhatiya şêniyekî ji gundê Badîna yê navçeya Mabatayê wiha vegot: “Çeteyan li beramberî serbestberdana wî 20 hezar dolar fîdya ji malbata wî xwestin. Çaranûsa wî ji heft mehan ve nediyar e. Malbat nikare miqdara fîdyayê  bide.”

ANHA

Back to top button