ManşêtNûçe

TEV-DEM`ê êrîşên bêserûber ji hêla dewleta Tirk şermezar dikin

“Em wek Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi minetdarî sersaxiyê ji malbata şehîd Diyar Xerîb, hevrêyên wî û tevahî gelê Kurdistanê ya windakirina xortê Başûrê Kurdistanê dixwazin. Her wiha soz didin ku li ser şopa Diyar bimeşin, ala wî hilgirin, têkoşîn û berxwedanê li hember dagirkeriya Tirk û hevalbendên wan heta pêkanîna azadiya gelê Kurd bilind bikin.”

Ji tu kesî re ne veşartî ye ku tiştên dewleta Tirk ji êrîşên hovane yên li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tînin da ku dagir bike, ew jî di encama binkeftina siyasetên hikumeta AKP’ê li hundirê Tirkiyê û derveyî wê de ye. Ji lew re pirsgirêkên xwe derdixe Kurdistanê. Bi rêya siyasetên înkarê û berjewendiyên xwe dewleta Tirk hewl dide vîna gelê Kurd li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê têk bibe. Pêkanîna hikumeta AKP’ê siyasetên dijminahî û bombebaranên herêmên Kurdistanê û hedefgirtina tevgera rizgariya Kurdistanê û rêveberên wê, nîşaneyên îflasa AKP’ê ne.”

Armancgirtina endamê Serokatiya Komên Civaka Kurdistanê (KCK) hevrê Diyar Xerîb (Helmet) ew e ku hedefgirtina kesayetên welatparêz ên Kurdistanê û xortê Baûrê Kurdistanê ye. Di heman demê de jî nîşaneyek e ku ne tenê dewleta dagirkeriya Tirk dijminahiya gelê Bakurê Kurdistanê dike, lê belê dijminahiya tevahî parçeyên Kurdistanê, bêyî cudahiyê bixe navbera sivîl û leşkeran de jî, dike. Ew jî bi hedefa berfirehkirina berjewendiyên Osmanî di lîstina dengeyên navdewletî de ye.

Em wek TEV-DEM dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk ve û êrîşên bêserûber şermezar dikin. Soz didin ku li ser rêça hevrê şehîd Diyar û hevrêyên wî ya sepandina nirxên şehadet û welatparêziyê bimeşin. Asta têkoşîn û xeta berxwedanê heta pêkanîna serkeftinê bilind bikin. Wekî van kiryarên tirsonek bi vîna me nikarin, lê belê israrkirina têkoşîn û berxwedana me li dijî dagirkerî û hevalbendên wan zêde dikin. Em ê hewl bidin şehadeta hevrê Diyar Xerîb bikin wesîleyek ji bo yekitiya li hember xetereyên ku ji hêla dagirkeriya Tirk ve li ser xaka me tên.”

 

Back to top button