DaxuyanîManşêtPYD

PYD têkoşîn wê berdewam be heta pêkanîna serkeftinê

“Li hember zanebûna gelê Kurd û bidestxistina destkeftiyên dîrokî der barê leşkerî û dîplomatîk de, faşîzma Tirk veguherî gurekî har û êrîşî her Kurdekî/ê li her derê dike bi hedefa qirkirina gelê Kurd û nasnameya wî. Li dijî her Kurdekî/ê li ser xaka Kurdistanê ji Efrînê heta Qendîlê û ji Dêrsimê heta Kerkûkê şerekî leşkerî yê hovane dike. Li aliyekî din jî şerên siyasî û dîplomatîk jî bi bikaranîna hemû alavên xwe ji DAIŞ’ê û cîhadîstan bigire heta bi ajanên dîrokê yên ji Kurd û pêkhateyên dîtir dike.

Şerê yekser li dijî Rojava ji 2012’an ve tevî hemû kedên aştiyê yên ku rêber Ocalan pêk anîne, tê kirin. Her wiha hê jî şerê har li dijî gelê me yê li Bakur û Tirkiyê, ji wê jî zêdetir hebûna leşkerî li Başûr, li rexê jî zêdekirina êrîşên DAIŞ’ê yên li Kurdan û bombebaranên asîmanî li ser, ji 4 salan ve ranewestiya û berdewam in. Hê jî faşîzma Tirk hewl dide tişta ku ji 2010’an ve di bin navê “Plangeriya hilweşandina tevgera kurdî” de nexş kiriye, pêk bîne. Di vê çarçoveyê de tevahî kesayetên kurdî yên çalak li her derê bûne hedefa faşîzma Tirk.

Di vê çarçoveya giştî de, dewleta Tirk hevrê Diyar Xerîb bi nasnav Helmet endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê hedef girt. Hevrê Diyar Xerîb kesayetekî welatparêz, zana û yê ku plangeriyên Tirk hemû dizanîn û li hemberê bi tevahî rêbazan disekinî bû. Şehîd ji Başûrê Kurdistanê bû. Tiştên der barê netewe û gelê wî û bi taybet li Başûrê Kurdistanê dihatin rêsandin, dizanî û hewl da gelê Kurd li Başûr piştî gendelî û belavbûneke lê rû da, komî ser hev bike.

Em wek Meclisa Giştî ya PYD’ê ji bo şehadeta hevrê Diyar Xerîb û her du hevrêyên dîtir ên ku pê re bûn, xemgîn in û li rex gel û malbatên wan şehîdan in.

Em soz didin şehîd û gelê xwe ku li ser rêça wan bimeşin da ku armancên wan ên ku ji bonê têkoşiyane, pêk bînin.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)”

 

Back to top button