ManşêtNûçe

Ji destpêka vê mehê zêdeyî 21 kesan li Efrînê hatin girtin û revandin

Komên terorê ên ku Tirkiya piştgiriya wan dike binpêkirinên dijmirovî li bajarê Efrînê didomînin, rewşên revandin û girtinê li hemû herêmê zêde bûye, ya ku Tirkiya û komên terorê ên girêdayî wê dagirkeriyê.

Ew komên terorê guh nadin bangên rawestandina operasyonên rojane û girtina welatiyan û revandina wan bi armanca Dravan bi dest bixin û nahêlin ku malbatên wan cihê girtina wan nas bikin û redkirina dadgehkirina wan û tayînkirina parêzeran.

Li gorî navenda Belgekirina Binpêkirinê Bakur û rojhilatê Sûriya, ji destpêka meha Cotmehê ve hejmara girtî û kesên hatine revandin ghaşt zêdetirî 21 kesî tenê li Efrînê.

Di dîroka 1 û 2 mijdarê:

Polîsên Leşkerî yên ji wan re tê gotin hemleyek li çend gundan li navçeya Racoyê, ku sergirtin li ser gundê Qeda û Bedîna û 11 kes girtin, navenda Belgekirina Binpêkirinên Bakur û Rojhilata Sûriya Karîbû navên wan belge kirin ev in: Mihemed Îbo temen 20, Mihemed Heyder Şêxo 18 salî, Rifet Hac Musa 55 sal, Selah Henan Osman 60 sal, Izet Osman 70 sal, Ehmed Haj Musa 71 sal, Tewfîq Mihemed Musa 30 sal, Dogan Ehmed Silêman 30 sal, Omer Mirad, Hisên Ehmed Elî, Mihemed Mustefa Curcî, Muheyî Dîn Reşîd Îbo  65 sal, Zekeriya Şêxo 54 sal.

Li navenda navçeya Raco Mîlîsn El-Mecd welatiyê bi navê( Şahîn Sefer Sîdo 45 sal) li mala wî li gundî Kusa ew girt.

Her wiha welatiyê bi navê Cano 45 salî hat girtin, ji şîniyên gundê Hibo ên girêdayî navçeya Mabetlî ye dema ku ew kesek ji şêniyên gunnd îsafî bajarê Efrînê bi ereba xwe dikir û ew birin cihekî ne diyar.

Di dîroka 3 cotmehê:

Mîlîsên( Ehrar El-Şam) mêrek û hevjîna wî girtin, piştî sergirtin li ser mala wî li gundê gêrêdayî navçeya Cindêrisê( Îsmaîl Hemo) bin Hesen 38 û Bêrîvan Hiso). Jin hat berdan ji bo zarokên wê, û mêr birin cihekî ne diyar.

Di dîroka 5 mijdarê

Welatiyê ni navê(Ferîd Fozî Hesen) hat girtin ji hêla endamên çekdar ji polîsên bajar girtin ser cihê karê wî, li Mesera Zeyotnan li navçeya Cindêrsê, û ew ji şêniyên gundê Qocman e, û ev cara duyemîne ku tê girtin, ku berî niha di 11 cotmehê sala 2018 hat girtin û derket bi danîna dravê.

Di dîroka 6 mijdarê:

Weltiyê bi navê(Bedir Koto) ji hêla polîsên leşkerî hat girtin, û ew ji şêniyên gundê Hemam e ya girêdayî navçeya Cindêrs, hat girtin piştî girtin ser mala wî li taxa Sînaa li navçeyê ku di Elktrîkê kar dikir.

Di dîroka 7 mijdarê

Mîlîsên(Semerqend) girtin ser gundê Kefir Sefra, li navçeya Cindêrsê, û 3 kes hatin girtin hinek ji wan hetin naskirin( Ebdul Rehman Mustefa Elî). Her wiha Mîlîsên (El Mecd) welatiyê bi navê ( Şahîn Sefer Sîdo) li gundê (Kusa) girtin ku temenê wî 45 salî ye.

Ji dema ku dagirkeriya Tirk û çeyteyê wê bajraê Efrîn dagirkiriye, û operasyonên rojane ên talankirinê pêk tînin, û operasyonên serdgirtina malan û milkên şêniyan û demsalên Zeytûnan, û birîna daran wekî din girtinên hov ên rojane, û revandina şêniyan weke Êsîr ji berdêla drav, û şîdeta li ser şêniyan.

Back to top button