Koalîsyona Çep a Radîkal a Yewnanistanê-Tifaqa Pêşverû (Syrîza) nerazîbûn nîşanên operasyonên qirkirina siyasî da ku roja 25’ê Nîsanê li dehan bajaran li hemberî Kurdan pêk hatibû.
Beşa Karên Ewropayê û Navneteweyî ya Tifaqa Pêşverû SYRIZA’yê ragihand ku ew bi kesên destgîrkirî re di nava piştevaniyê de ne.
Syrîzayê daxuyaniyek nivîskî da û bal kişand ku operasyonên qirkirina siyasî beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê pêk hat.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Beriya hilbijartinê girtina rojnamevan, parêzer, hunermend û endamên Partiya Çepên Kesk, zirarê dide pêvajoya hilbijartinê ya bêyî pirsgirêk. Em van geşedanan bi fikarek mezin dişopînin.”
ANF