ManşêtNûçe

Sûcên din li dijî jinan li Cerablus û Efrîna dagirkirî pêk hatin

Li kantona Efrînê û deverên din ên dagirkirî rewşeke bêewlehî derketiye ku sûc li dijî şêniyan û bi armanca guhertina demografiya herêmê didomin.

Çavkaniyan diyar kir ku berpirsên Tirk ên wezareta fêrkirinê û serçeteyên wan tecawîz li 3 mamosteyên jin li dibistaneke Cerablusê ya rojhilatê Helebê kiriye. Çavkaniyan tu agahiyên dîtir têkildarî vî sûcî nedan.

Çavkaniyekî din ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrîna dagirkirî jî da zanîn ku serçeteyê “Ceyş El Şerqiye” yê bi navê Numan Selûm El Meter 3 hezar dolar baç li welatiyekî bi navê Osman Xorşîd biriye, heke di hefteyekê de nede, dê li ber çavên wî tecawîz li keçên wî bike.

Heman çavkanî piştrast kir ku çeteyan nehiştiye Osman ji navçeyê derkeve û biçe Efrînê.

Çavkaniyên din jî ragihandin ku endamê “meclisa xwecih” a navçeya Cindirêsê Nasir Bustanî û kurê wî duh zarokeke 14 salî ji pêşiya mala wê revandiye û tecawîz lê kiriye.

Di heman çarçoveyê de, çavkaniyan diyar kir ku duh endamê “Meclisa Xwecih” a navçeya Cindirêsê Nesir Bustanî û kurê wî Zekeriya Bustanî keçeke 14 salî ji mala wê revandin û tecawiz lê kir.

Girêdayî heman mijarê, çavkaniyan da zanîn ku serçeteyê “Polîsa Leşkerî” Ehmed Cemal Kebso kampa “El Muntede El Sûrî” ya nêzî taxa Vêlat a navenda bajarê Efrînê veguhastiye navendeke fihûş û nakrotîkê ku çete jinan ji Bab û Îdlibê bi darê zorê direvînin û di fihûşê de bi kar tînin.

Back to top button