ManşêtNûçe

55 kesên din li Girê Spî hatin bi cih kirin

Li kantona Girê Spî ya ji Cotmeha 2019’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, sûcên dermirovî, talankirin, qirkirina çandî û guhertina demografîk bê navber dewam dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecih dane, dewleta Tirk a dagirker duh 55 penaberên Sûriyeyê yên ku Tirkiyeyê diman, di deriyê sînor ê Girê Spî re, radestî “Polîsên leşkerî” kirin da ku li malên koçberan werin bicihkirin.

Çavkaniyan diyar kirin ku penaberên ku dewleta Tirk wan şandine Girê Spî ji Hama, gundewarê Heleb û Idlibê ne.

Di 10 rojên destpêkê yên vê mehê ve 500 penaber li kantona Girê Spî hatine bicihkirin. Her wiha ji destpêka projeya vegerandina penaberan li herêmên dagirkirî ve ku dewleta Tirk di destpêka Nîsana 2022’yan de ragihandiye, zêdetirî 24 hezar penaberên sûriyeyî li Girê Spî hatin bicihkirin.

 

Back to top button