ManşêtNûçe

Sûcên dagirkeran li bajarê Babê roj bi roj zêdetir dibin

Çavkaniyan ji ajansa ANHA’yê re diyar kir ku di Gulan û Hezîranê de komên çeteyan li dijî niştecihan gelek sûc pêk anîne, ji ber ku li wir ne qanûn û ne ewlehî heye.

19`ê Gulana derbasbûyî, li ser rêya di navbera Berşaya û Qibasîn de termê jinekê kuştî hate dîtin.

Her wiha li nêzî depoyên genim, jineke 35 salî bi guleya sekvanekî hate kuştin.

Di 30`ê Gulana derbasbûyî de, li bajarê Babê mêrekî 40 salî, zarokeke 12 salî ku ji koçberên Tedmûrê (Palmîra) û li Babê dimîne tecawiz kir.

Niştecihên herêmê li hember van sûcan bê deng neman û li pêşiya navendên çeteyan xwepêşandan li dar xistin. Xwepêşandêran banga hesabxwestina ji sûcdaran kir, lê baweriya şêniyan bi çeteyên nehat ku piştî çend rojan li beramber pereyan, sûcdar serbest berdan. Piraniya van pereyan dolar in.

Bûyerên tecawizê dubare dibin, çeteyê bi navê Mistefa Ebdurehmen Ebdullatîf zarokeke 5 salî ku ji koçberên Humsê ye, tecawîz kir. Ji ber wê şênî li dijî çeteyan rabûn ser pêyan. Piştre çeteyên bi navê “Polîsên Leşkerî” mudaxele kir da ku xwepêşandana şêniyan rawestînin, lê şer rû da û di encamê de 4 çete birîndar bûn.

Her wiha li Babê li taxa Misarî li ser nakokiyekê ciwanê bi navê Mihemed Mensûrê bi kêran birîndar bû. Di dawiya Gulanê de jî, êla El-Cihêşat û şirketa cîgarê ya Abo ji ber sedemên ne diyar bi hev ketin. Her wiha çekdarên ji malbata Al Şikrî û malbata Al Hico li Babê bi hev ketin.

Ji bo serbestberdana sûcdaran çeteyên “Polîsên Leşkerî” pereyan werdigirin. “Polîsên Leşkerî”, endamekî Firqeya 4`an a hêzên hikumeta Şamê ku 7 kes kuştine û dest avêtiye 2 jinan, li beramber hezar û 500 dolarî serbest berda.

Li ser wê yekê di 18`ê Gulanê de şênî daketin kolanan û li pêşiya navenda “Polîsên Leşkerî” xwepêşandan li dar xist.

Di destpêka meha Hezîranê de ji ber rewşa aborî ya xirab û bihabûna fatûreyên kehrebeyê li Bab, Efrîn û bajarên din ên dagirkirî de, şênî derketin xwepêşandan.

Back to top button