ManşêtNûçe

KNK: Divê Şengal, bi teybet zarokên Şengalê û bawermendên Êzidî bên parastin

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî êrişa li ser Şengalê şermezar kir û got: “Piştî têkçûna DAIŞ‘ê û ji vir ve hêzên dewleta Tirk bi salan e bi dehan caran êrişî Şengalê dikin, bawermendên Êzidî û zarokên Şengalê ji xwe re dikin amanc. Êrişên dewleta Tirk berdewamiya êrişên DAIŞ‘ê ne û bi amanca qirkirinê tên kirin.“

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye:

“Dewleta Tirk bi balafira bêmirov îro êrişî navçeya Sinûnê ya Şengalê kir. Di êrişê de, avahiya Meclisa Gel a Sinûnê û dikanek a kirtasiye armanc girtin. Di encama êrişê de xwediyê kirtasiyeyê Xidir Şivan Naso û neviyê wî Salih Xidir Naso ku zarokek 10 salî bû hatin qetilkirin û rojnamevan Salih Berces jî di nav de 6 kes jî birîndar bûn. Bi vê minasebetê em di sêrî de dewleta Tirk û hevkarên wê şermezar dikin, ji malbata Naso û ji gelê Kurdistanê re sersaxiyê û ji birîndaran re şifayê dixwazin. Kesên jiyana xwe ji dest dan û kesên birîndar hemû jî sivîl in û xelkê Sinûnê ne. Navçeya Sinûnê girêdayî Şengalê ye û xelkê wê Êzidî ne. Ev herêm sala 2014’an ji aliyê DAIŞ‘ê ve hate dagirkirin û li vê deverê jî wek deverên din qetilam û sucên li dijî mirovahiyê pêk hatin. Piştî têkçûna DAIŞ‘ê û ji vir ve hêzên dewleta Tirk bi salan e bi dehan caran êrişî Şengalê dikin, bawermendên Êzidî û zarokên Şengalê ji xwe re dikin amanc. Êrişên dewleta Tirk berdewamiya êrişên DAIŞ‘ê ne û bi amanca qirkirinê tên kirin.

Niha şerê Ukrayna – Rûsya di rojevê de ye. Her wiha mijara firehkirina NATO’yê jî di rojevê de ye.

Tirkiye di vê demê de dixwaze van mijaran ji xwe re bi kar bîne û li dijî gelê Kurd êrişên xwe zêdetir bike. Dewleta Tirk ji du mehan zêdetir ve bi hemû hêza xwe bi çekên kîmyewî, êrişî Hêzên Azadiya Kurdistanê dike. Gefan li Rojava jî dixwe û dem bi dem jî êrişan dike. Niha jî êrişî Şengalê dike û zarokan dikuje. Bi teybet di mijara firehkirina NATO‘yê de, di sêrî de rayedarên NATO û nûnerên gelek welatan dibêjin ‘Em metirsiyên Tirkiyê yên ewlekariyê fêhm dikin‘. Ev rewş jî cesaret û firsetê dide Erdogan û hikumeta wî ku êrişên xwe yên li ser gelê Kurd zêdetir bikin.

Ew kesên dibêjin ‘Em metirsiyên Tirkiyê yên ewlekariyê fêm dikin‘ gelo ew metirsiyên zarokên Şengalê jî fêm dikin an fêm nakin? Gelo ew kes qetilkirina Xidir Şivan Naso û neviyê wî Salih Xidir Naso yê 10 salî, dibînin an nabînin? Ew kes li ser vê qetlîamê çi dikin çi dibêjin? Em dixwazin di vî warî de jî, dengê wan bibihîzin.

Pêwistiya gelê Şengalê bi alikariya mirovî heye. Divê Şengal, bi teybet zarokên Şengalê û bawermendên Êzidî bên parastin. Li ser vê, em bang li cîhana humanîter û demokrat, hemû kesên xwedî wijdan dikin ku li hember êrişên dewleta Tirk rabin, gelê Şengalê û zarokên Şengalê biparêzin û bi gelê Kurdistanê re bin.

Em bi gelê Şengalê re ne, em ê gelê xwe biparêzin û em ê heta dawiyê bidin ser şopa vê dozê. Bi vê mebestê em careke din dewleta Tirk û hevkarên wê şermezar dikin, ji malbata Naso û ji gelê Kurdistanê re sersaxiyê û ji birîndaran re şifayê dixwazin.“

ANHA

Back to top button