ManşêtNûçe

Sosyalîstên Demokratîk ên Emerîkî peymana NATO-Tirkiyeyê şermezar kirin

Komîteya Navneteweyî ya Sosyalîstên Demokratîk ên Emerîkayê (DSA) daxuyaniyek weşand û peymana ku ji bo endametiya Fînlandiya û Swêdê ya NATO’yê bi Tirkiyeyê re hatiye kirin, şermezar kir. DSA’yê xwest PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ bê derxistin.

DSA ku senatorê DYE’yî Bernie Sanders endamê wê ye, daxuyaniyeke nivîskî weşand û peymana NATO-Tirkiyeyê şermezar kir. DSA’yê nerazîbûn nîşan da ku di berdêla firotina çekan û girankirina zextên li ser aktîvîstên Kurd, pêvajoya endametiya Swêd û Fînlandiyayê ya ji bo NATO’yê bê destpêkirin. DSA’yê her wiha xwest ku PKK ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ bê derxistin û ambargoya li ser Sûriyeyê were rakirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Tirkiye hêza ji endametiya NATO’yê werdigire li Sûriye û Iraqê ji bo êrîşî ser Kurdan, Êzidiyan, Ermenan, Asûrî-Suryaniyan, Tirkmenan û Ereban bike bi kar tîne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev gava berfirehbûnê ya NATO’yê bûye sedem ku Tirkiye zextê li civakên dîasporayê yên li Swêd û Fînlandiyayê bike. DSA’yê destnîşan kir ku bi vê yekê re wê rûpelekî nû li dîroka dirêj a NATO’yê ya piştgiriya ji bo polîtîkayên faşîst zêde bike.

DSA’yê xwest ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bi temamî bê rawestandin û piştgiriyê didin daxwaza Sûriye û Iraqê ya ji bo hêzên biyanî bi temamî ji welatên wan derkevin.

DSA’yê piştgirî da xwesteka derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ û destnîşan kir ku têkoşîna çekdarî ya PKK’ê ku ji bo diyarkirina çarenûsa xwe dimeşîne, nabe ku bi vî rengî bê nirxandin.

ANF

Back to top button