ManşêtNûçe

Yekîtiya Mamostayan daxwaza pêkanînên tund li hemberî Tirkiyê ji dewletên gernator xwest

Yekîtiya Mamosteyên Bakur Rojhilatê Sûriyê der barê gefên dewleta Tirk yên dawî li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriya, û ji Dewletên Gerantor daxwaz kirin ku ezmanê Bakur Rojhilatê Sûriyê li pêşberî firîna balafiran bigre.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Piştî gef û daxuyaniyên ku dewleta Tirk dide bi armanca dagirkirina deverên nû ji xaka Sûriyê di bin bihaneya parastina ewlehiya xwe ya netewî de, lê diyare ew dixwaze împratoriya Osmanî vegerîne di riya dagirkirina hindek deverên dî ji xaka Sûriyê wekî çawa berê hin deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagîr kirine mîna Serêkaniyê, Girê spî û Efrîn û vê carê dixwaze hin deverên nû dagîr bike.

Em li vir ji dewletên gerantor Rûsya û Emerika dixwazin ku  agirbestê pêk bînin û binpêkirinên ku Dewleta Tirk dike mîna  koçberkirina xelkên deverê yên resen û pêkanîna guhertina demografîk li Bakur Rojhilatê Sûriyê ku Dewleta Tirk pêk tîne rawestînin.

Tevî ku Tirkiyê dewleteke endame di NATO’yê de lê ew hemî bendên ku ji bo şerê li hemberî DAIŞ hatine dayîn binpê dike û berovajî wê, ev çend sal bûn ku gurûpên terorîst li ser sînorê wê bûn lê wê tu şer li hemberî wan nedikir û ew alîkara wan ya bingehîne û anha ew piştgiriyê dide gurûpên terorîst wekî DAIŞ û Elnusra û yên dîtir .

Eger ew çalakiyeke leşgerî li deverê pêk bîne dê ew hemî serkeftinên Kowalîsyona Navdewletî û QSD ê yên li hemberî DAIŞ ê bidest xistine têk bibe û derftê bide DAIŞ ê ku xwe ji nû ve xurt bike û tevlîheviyê li deverê belav bike.

Di encamê de bandorên neyînî li ser sîstema perwerdê dike û zarokan ditirsîne lewma zarok naxwazin herin dibistanên xwe û ev yek li deverên Şehba û Minbicê pêk tê ji ber rojane topbarankirin li  ser dibistan û Peymangehan heye û Civaka Navdewletî bêdenge.

Ew şêniyan koçber dike û jîngeheke guncaw ji bo terorîstên here metirsîdar di cîhanê de yên ku di girtîgeh û Kampan de ne ava dike ji bo ji nû ve deverê kontrol bike.

Li ser van xalên derbasbûyî em wekî Yekîtiya Mamosteyên Bakur Rojhilatê Sûriyê ji Dewletên Grantor yên di Kowalisyona Navdewletî de ya şerê DAIŞ dike û bi taybet ji Emerîka, Brirîtaniya, Firensa û Rûsya dixwazin ku pêkanînên tund li hemberî Tirkiyê pêk bînin û Ezmanê Bakur Rojhilatê Sûriyê li pêşberî firîna balafiran bigre da ku rê li ber çalakiyeke nû ya diserederbasbûna deverê bigre û jiyana bi milyonan mirov nekeve metirsiyê .

Em piştgiriyê didin daxuiyanî û helwestên ku ji partî û hêzên siyasî yên Bakur Rojhilatê Sûriyê derdikevin .

Em ji gelê xwe yên li derve û hundir dixwazin bi calakî û mitîngên pêwîst rabin ji bo zextê bikin da ev êrîş bêne rawestandin û Tirkiyê were dadgehkirin ji ber sûc û tewanên li dijî mirovahiyê dike.

Back to top button