ManşêtNûçe

Şîwirmendê Erdogan daxwaza serbestberdana Demirtaş dike

Cemîl Tişîtşak endamê meclisa şêwirmendiya bilibd a serokomariya Tirkiyê daxwaza serbesberdana (Selah El-Dîn demîrtaş) hevserokê berê yê Partiya Gel a Demokratîk (HDP) kir, û tekez kir ku divê Tirkiyê biryarên dadgeha Ewropî ya mafên mirovan û dadgeha destûrî bicih bîne, û Demirtaş serbest berde.

Mehsûnî Karaman parêzerê Demirtaş daxuyaniyên serokwezîr (Tişîtşak) li ser Tiwîteêr weşand, şîrove kir û got:

Me dengek maqûl bihîstiye? În şae Ellh ew ê baş be.

Di Mijdara bûrî de, yek ji şêwirmendên Erdogan, bi navê (Bulent Arîntş) devjêberdana xwe ji meclisa şêwirmendiyê re ragihand, piştî ku Erdogan ew rexne kir ji ber daxwazên wî ji bo berdana Demirtaş, ku Erdogan daxuyaniyên şêwirmendê xwe (Arîntş) nirxand ku ne wekî wî îfade dike û ne jî rênîşandanên hukûmeta tirkî dike.

Tişîtşak dê bibe xwediyê heman çarenûsa Arîntş û ji kar were derxistin?

Back to top button