ManşêtNûçe

Şêx Raxib El-Faris: hişyarî dide ku li paş axaftinên xapînok neyên kişandin

Ez bang û daxwaz dikim li hemû şêx û rêspiyên êlên Ereb û Kurd û hemû welatparêzên dilsoz ên ku ji yekîtiya xak û gelê Sûrî dilxwazin,ku zarokên xwe control bikin da ku li baş axaftinên xapînok neyên kişindin, a ku hewl dide aramiya Bakur û Rojhilaê Sûriyê têk bibe.

Ev yek di daxuyaniya Şêx Raxib El-Faris, yek ji şêxên eşîra El-Zibêd, ji malpera rojnameya Yekîtiya Demokrat (PYD) re hat,ku li ser hewildanên tevliheviyê di navbera pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şîrove kir.

Raxib El-Faris got: divê gelê me yê Ereb û Kurd hay wan ji kûrahiya dîrokî ya têkiliyên Ereb û Kurd hebe.

Û wiha lê zêde kir: Di dirêjahiya dîrokê de Kurd alîkar bûn ji bo hilgirtina peyamek mirovî ya hevbeş bi Ereban re û di şandina vê peyamê de, di berê û niha de afrêrer bûn, û dîrok kûrahiya van têkiliyan li dijî gefên ku bandor dike li ser pîroziyên Islamî û Xiristiyan wê çaxê û heya îro îsbat dike.

Raxib El-Faris derketina dewleta neteweyî û tundrewiya siyasî wekî sedemek ji bo belavkirina kûrahiya van têkiliyên di navbera civakan de li ser prensîba “Parçe bike û bi ser bikeve” nirxand

Di vê çarçoveyê de, El-Faris xapandina Tirk, Rûsî û Amerîkî û aliyên mayî yên ku ji bo perçekirina hevgirtina netewî ya li ser bingeha projeya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bûye îşart kir.

Şêx Raxib El-Faris daxuyaniya xwe bi dawî kir û got: Pêdivî ye ku hemû welatparêz berpirsiyarên xwe li hember komployên xerab ên li dijî herêma me û gelê wê bigirin, û divê hemû  şîniyên me ji Ereb, Kurd û Suryanî … nehêlin ku kesek ewlehiya herêmê têk dibin, û divê hêzên me giyanek mezin a welatparêzî ya ku me her dem wan nas kiriye nîşan bidin.

Back to top button