ÇalakîManşêt

Şandek ji partiya me serdana Kongireya Neteweya Kurdistanî KNK’ê kir

Di berdewamiya serdanên birêkûpêk yên ji hlêa Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê, duh 31’ê Gulanê şandek ji partiyê serdana buroya Kongireya Neteweya Kurdistanî li Qamişlo kir.

Şande ji hevserokê hevbeş yê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê “Enwer Muslim”, berdevka fermî bi navê partiyê “Sema Bekdaş” û hevserokê hevbeş ê buroya têkiliyên giştî “Xelîl Osman” pêk hat, her wiha di pêşwaziya wan de Merwan Hesen endamê komîteya rêveber ê Kongireya Neteweya Kurdistanî li Qamişlo.

Her du aliyan di dema axaftina xwe de nirxandin ku diyaloga Kuddî-Kurdî û hevsengiya di navbera aliyan de ji dozên lezgîn ên ku gelê Kurd li benda wan e, ji ber ku bandorên erînî li ser qada siyasî li Sûriya bi giştî û li Bkur û Rojhilatê Sûriya bi taybet dike.

Di dawiya serdaê de her du aliyan tekezî kirin ku pêdî ye hemû însiyatîfên di berjewendiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî de ne werin çalak kirin da ku rê ji hêla kesên ku hewl didin aramî û ewlehiya herêmê têk bibin, qut bike.

Back to top button