Nûçe

12. Salvegera PYD li Swîssre hat pîroz kirin 

 

Ji bo damezrandina Partiya Yekêtiya Demokratîk (PYD) , rêxistina PYD li Swîssre li bajarê Zûrîxê 12. Salvegera partiya xwe bi bernameyeke dewlemend bi axaftin û mûzîkê pîroz kir.

 

Bîranîn bi xulekekî rêzdarî li ser giyanî şehîdên Azadî û rometa mirovahiyê hate rawestîn û piştre bername bi mûzîkê û axaftina mêhvanên rêxistin û partiyên Kurdistanî hate despêkirin.

Di nava axaftinên mêhvanan de, nûnerê Yekêtiya Niştîmanê Kurdistanê berêz Soran Ehmed axaftin kir û bal kişand ser tekoşîna gelê Kurd û hêzên wê Pêşmerge û Şevanên HPG û YPG û YPJ ji Başûr heta Rojavayê Kurdistanê li ser sînorê bi hezarên kîlo metreyan rola wan ji bo parastina axa niştîman berz nirxan.

Wekî din ji peyamên mêhvanan nûnerê Tevgera Goran Kak Ferîdûn bi dirêjayî anî nirxandinek berfereh kir û tekez kir kû ew weke Tevgera Goran heta dawiyê li gel Şoreşa Rojavayê Kurdistanêne û ji bo kû li Rojava modelek demokratîk û bi azadî pêkwere ew dê bê dûdilî piştgirya wê bikin. Wekî din da zanîn kû li wir di van salên hindik de û tevî van êrîşên dijwar li ser gelê Kurd lê dîsa li dîsa gelê Rojavayê Kurdistanê bi şanse kû bûye xwedî rêvbeberiyek weha kû têde bi şêweyekî hawdemî mafê jinê pir bi nirx digre dest û bi yasayan misoger kiriye. Weha jî got kû gerek dike gelekî pênasîna wê ji bo raya cîhanê were kirin da kû welatên cîhanê jî bibîn çend Rojava bûye xwedî çandeke demokratîk û wekhevî.

Wekî din şandeke ji nûnertiya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn û ew coşa pîrozbahiyê bi tevahiya mêhvanên re parve kirin.

Di şevê de hûnermendên kû amade bûn, hemûyan jî ev şeva pîrozbahiya 12. Salvegera damezrandina PYD bi sitranên xwe bi coş kirin. Weke Bengî Agirî, Aydin, Bêrîvan, Kawa Urmiye, Sewdan Şêxê û Mihabat, hemûyan jî di serî de bi axaftinên xwe komkujiya kû doh di nava Metînga Aşêtiyê de şêbûy li Enqere û di nav de 128 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan jî birîndar bûn bi bîr anîn û ew komkujî bi tundî şermezar kirin.

Dawiya bernameyê de, kû tevahî mêhvan bi baldarî li bendê bûn, berêz Salih Muslim hevserokê PYD, bi giranî ser dîroka avakirina PYD axivî û rola Şehîd Şîlan, Şehîd Bavê Cûdî, Îsa Hiso û Mamoste Osman di avakirina vê partiyê de kû ji despêka wê de li ser hîmên saxlem û ji bo xwedî derketina şehîdên xwe heta niha her ber bi serkeftinê ve meşiya. Wekî axaftinên xwe de got kû em şagirtên Rêber Apo ne êdî kesek nikare bi gelê Kurd bikene û got kû em soz didin kû li ser rêya van şehîdan heta dawiyê bimeşin. Weha jî got kû niha ev êrîşa li ser mêtînga aşêtiyê hatiye kirin di serîde tê zanîn kû ev êrîşek li ser gelê Kurde li ser hemû gelê herêmêye çûnkî ewên xwedî vê zihniyeta êrîşkarî ya kuştina sivîlan heman ew kesên kû destekê didin mezinbûna Daişê da kû Kurdan ji bo xwe bidin xebitandin û neçarî koletiyê bikin. Wan aşêtî dixwest, wan biratî dixwest jiyaneke mirovahî dixwest lê çi kirin! Teqîn çêkirin, heta niha 128 mirovan jiyana xwe ji dest da, doh li Kobanê, li Pîrsûsê û pêr li Şengalê weha kirin her kû gelê Kurd azadiyê bixwaze û serê xwe rake û mafên jiyanê bixwaze vedigerin giş lê kom dibin.

Di berdewamiya gotinên xwede got kû em beşeke ji şoreşa 29. Ya Kurdistanêne, di vê şoreşê de gelê Kurd êdî bi xwe hesiya kû divê bi serbilindî bijî û bû xwedî rûhekî azad.

[robo-gallery id=”1172″]

Jan Miral

 

 

 

Back to top button