NûçePYD

Wezîrê Parastina Amerîka pesnê YPG da û got ewê bi berdewamî ligel hêzên weha karîger bixebitin

Ajansa AP ji zarê Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Carter radigihîne kû dê guherînan di nav programa perwerdekirina serhildayên Sûrî de pêkbînin.

“Amerîka dixwaze giranîya xwe bide hevkarîya hêzên bi bandor yên wek Kurdan û komên din li Sûrîyê,” Carter di civîneke ragihandinê de li Londonê got.

Carter di axaftina xwe de pesna hevkarîya bi YPG re da û got ku ewê bi berdewamî ligel hêzên wiha karîger bixebitin.

“Karê ku Amerîka bi Kurdan re kiriye, mînakeke baş ya hevkarîya karîger e, bi hêzên ser erdê ku xwedîyê kanîn û zanînên xurt in.”

Karbidestên Amerîkî berê jî gotibûn ku programa perwerde û çekkirina serhildayan dijî DAIŞê têk çûye û ewê êdî girîngîya xwe bidin piştgirîdana hêzên Kurd û hevlabendên wan yên Ereb.

J: VOA

Jan Miral

Back to top button