ÇalakîManşêtNûçe

Şêniyên Firatê êrîşên dewleta tirk ya dagirker bi meşekê şermezar kirin

Şêniyên Firatê ji êrîşên dewleta Tirk ya dagirker  yên li ser çiyayê Metîne ku bi hemû çekê xwe yê pêşketî ku ji natoyê digire û li hember hêzên parastina mediyayê bi kar tîne bê deng neman û bi meşekê şermezar kirin.

Meş li qada jina azad ya bajarê Kobanê di bin diroşmeya ” BIMRE DAGIRKERÎ Û ÎXANET BIJÎ BERXWEDANA GÊRÎLA ” dest pê kir û ber bi qada şehîd Egîd ve rawestiya.

Piştre li ser navê kantona Firatê Mistefa Êto axivî û got : Rewşa ku îro gelê kurd têra derbas dibe rewşa hebûn û tunebûna gelê kurd e îro dewleta Tirk ya dagirker bi her awayî dixwaze kurdan tune bike, her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk ya dagirker çekên ku ji natoyê digire li hember gelê Bakur Rojhilatê Sûriyayê û li hember hêzên parastina mediyayê bi kar tîne.

Bi siloganên bijî berxwedaniya gêrîla bijî berxwedaniya gelê kurd meş bi dawî bû.

Back to top button