ManşêtNûçeNûçeyên Lezgîn

Şêniyên Efrînê berxwedaniya xwe didomînin

Di nav bêdengiya navdewletî de şêniyên Efrînê li dijî  topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 58 rojan li ber xwe da û mohra xwe li rûpelên dîrokê da. Şênî 18’ê Adarê neçar man ji malên xwe derkevin û li kantona Şehbayê bi cih bûn. Şênî di qonaxa duyemîn a Bexwedana Serdemê de berxwedana xwe didomînin.

Şêniyên Efrînê ku li kamp, gund û bajarokê Şehbayê bi cih bûne hemû astengiyên wekî derfetên kêm derbas kirin û berxwedana xwe ku derbasî meha xwe ya 8’an bûye berdewam dikin.

Bi hatina zivistanê re zehmetî û astengiyên şêniyan ji serma, seqem û baranê zêde bûn.

Di jiyana şêniyên Efrînê de israra wan di berxwedanê de di nav bêdengiya navdewletî de li dijî binpêkirinên dagirkeran li Efrînê xuya dibe. Piraniya şêniyan li ber konên xwe darên zeytûnê çandine. Li gorî wan darên zeytûnê sembola berxwedanê ne û bi rêya wê berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê û hezkirina xwezayê rave dikin.

Tevî astengiyan zarokên Efrînê berê xwe didin dibistanên ku Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk li gundên kantona Şehbayê vekirine. Bi vê yekê şênî ji cîhanê re îsbat dikin ku ji bo parastina ziman û hebûna xwe dem û cih ne girîng e û her çi qas civaka navdewletî û rêxistinên mirovî bûyer û binpêkirinên li Efrînê rû didin paşguh kirine, lê dîsa jî ew dest ji dozên xwe bernadin.

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Zekî Xilo yê li Kampa Serdem a kantona Şehbayê bi cih bûye ji acansa ANHA ê re wiha got: “Li Efrînê li hemberî balafirên dagirkeran me 58 rojan li ber xwe da. Ji bo parastina axa xwe gelek şehîd me dan û me mohra xwe li dîroka mirovahiyê dan. Niha di nav van kampan de em berxwedana xwe didomînin û her çi qas şert û mercên jiyanê li vir dijwar bin jî, heta rizgarkirina Efrînê ji dagirkeran em ê li ber xwe bidin.”

Jina bi navê Qidret Betal li heman kampê bi cih bûye, destnîşan kir ku dagirkeran hewl da vîna wan bişikîne û wiha domand: “Dagirkera Tirk bi êrîşên xwe yên hovane hewl da vîna gelê Efrînê bişikîne. Lê hemû şêniyan bi kal, jin û zarokên xwe berxwedaneke bêhempa nîşan da û ji cîhanê re îsbat kirin ku ew xwediyên vîneke xurt in. Niha, di nav kampan û malên wêrankirî de me ji valahiyê jiyanek afirand.”

Ji aliyê xwe şêniyê temen mezin Umer Hemo destnîşan kir ku ew di berxwedana xwe de berdewam in da ku ji dagirker û cîhanê re îsbat bikin ku vîna ku ji şehîdan digirin, her çi qas merc dijwar bibin jî naşikê.

ANHA

Back to top button