ManşêtNûçe

Şêniyên Dirbêsiyê li dijî êrîşên Tirkiyeyê li ser Sûriyê û herêma Kurdistanê meşiyan

Roja Çarşemê 9’ê Eylûnê, bi sedan ji şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundên girêdayî wê meşek li dar xistin li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û çeteyên wê.

Xwepêşandaran drûşmeyên li dijî dagirkeriyê û sûcên wê hildan, bang li civaka navnetewî kirin bi destwerdanê ji bo sekinandina dagirkeriya Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê, her wiha Xwepêşandaran êrîşên Tirkiyeyê li ser Heftenînê û Şengalê li Bakur şermezar kirin.

Di çarçoeya xwepêşandanê de ya ku seet 5’ê êvarî destpêkir ji pêşiya navenda ciwanan li navenda navçeya Dirbêsiyê, xwepêşandaran tekez kirin li ser pêwistiya Yekîtiya Refa Kurdî û pêwistiya yekbûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeran û hêzên terorîsta.

      

  

Back to top button