ManşêtNûçe

Eyşe Hiso: Tecrîda li ser Ocalan şêwazekî şerê Tirkiyê li dijî gelê Kurd e

Şerê ku Tirkiye li dijî gelê Kurd dimeşîne di hemû aliyan de, dewam dike, tecrîda li ser Rêber Ocalan şêwazekî şerê Tirkiyê li dijî gel e.

Li Heftenînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyaseteke kuştinê ya sîstematîk heye,  hewldanên Tirkiyê û gefên li dijî herêmê berdewam in, bêdengiya navneteweyî li hemberî vê rewşê dewam dike.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk Eyşe Hiso wiha got: “Şerê ku Tirkiye li dijî gelê Kurd dimeşîne di hemû aliyan de, dewam dike. Tecrîda li ser Rêber Ocalan şêwazekî şerê Tirkiyê li dijî gel e.”

Eyşe Hiso wiha domand: “Tirkiye baş dizane ku çareserî li Îmraliyê ye û dizane ku tenê Rêber Ocalan dikare qanûnên jiyana hevbeş deyne. Lê belê siyaseta Tirkiyê ya giştî û siyaseta yek serokî û qirkirina neteweyên din, parçeyekî sîstema li Tirkiyê ye. Ji ber vê yekê Tirkiye êrişî gelê Kurd dike.”

Eyşe dibêje ku cudakirin û jihevxistina gel û rêveberî û fermandariya gel, yek ji rêbazên şerê Tirkiyê ye û siyaseteke ku li seranserê Kurdistanê di hemû aliyan de dimeşîne.

Eyşe daxuyand ku haya her kesî ji hemleya ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd dimeşîne, heye û got: “Li Heftenînê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyaseteke kuştinê ya sîstematîk heye. Hewldanên Tirkiyê û gefên li dijî herêmê berdewam in. Bêdengiya navneteweyî li hemberî vê rewşê dewam dike. Her wiha bêdengiya hikumeta Herêma Kurdistanê nexasim piştî serdana dawî ya Serokê Herêmê Nêçîvan Barzanî ji Tirkiyê re, didome.”

Eyşe pişrast kir ku ev serdan îspat dike ku hikumeta Herêma Kurdistanê helwesteke zelal li hemberî êrişên qirkirinê ên li dijî gelê Kurd, nîşan nade. Bêdengiya wê jî êrişan rewa dike.”

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokrat PYD`ê Eyşe Hiso bang li partiyên kurdî û kesayetên siyasî kir ku helwestên xwe nîşan bidin û biryara Tirkiyê ya qirkirina Kurdan eşkere bikin. Eyşe tekez kir ku divê her kes vê yekê bizane.

Eyşe wiha pê de çû: “Ev binpêkirin bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne. Her wiha êrişên dem dem li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên û êrişa Heftenînê jî, hemû di çarçoveya siyasetekê de lê bi şêwazên cuda pêk tên.”

Eyşe di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku Rêber Ocalan çareseriya siyasî ya doza Kurdî pêşkêş kir û got: “Tirkiye çareseriyê naxwaze.”

Hêjayî gotinê ye ku hikumeta Tirkiyê tecrîdeke giran li dijî Rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê dewam dike û daxwazên malbatê û parêzeran ên hevdîtina bi Ocalan re red dike.

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrîda li ser Rêber Ocalan red dikin û rojane çalakiyên bidawîkirina tecrîdê û azadkirina Ocalan birêxistin dikin.

ANHA

Back to top button