ManşêtNûçe

Sarûxan: Tecrîd rê li pêşiya aştiyê û bidawîkirina şeran digire

Desthilatên Tirk ji gelek salan ve bi armanca dûrxistina rêber Abdullah Ocalan ji cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê, tecrîdeke giran lê ferz dike.

Girêdayî tecrîda ku li rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin, endamê Meclisa Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulkerîm Sarûxan ji ANHA`yê re axivî.

Sarûxan di destpêkê de komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan hatiye organîzekirin ku di encamê de di 9`ê Kanûna 1998`an de ji Sûriyê derketiye û tecrîda ku dewleta Tirk lê ferz dike şermezar kir.

PERSPEKTÎVÊN SEROK PIŞTGIRIYA ŞOREŞA ROJAVA Û GELÊ WÊ KIR

Rêber Abdullah Ocalan ji destpêka aloziya Sûriyê ve gelek perspektîv pêşkêş kirin da ku aloziya Sûriyê bi dawî bibe, pêkhateyên herêmê bi hev re jiyaneke hevbeş bijî. Ev yek di projeya neteweya demokratîk de ya ku li ser fikrê netewa demokratîk ê rêber Abdullah Ocalan ava bûye, xuya bû.

Sarûxan wiha domand: “Mayîna rêber Abdullah Ocalan li Sûriyê û piştgiriya şoreşa Rojava bi rêya perspektîvên ku ji gelên herêmên re dişîne, bûn sedem ku dewleta Tirk tecrîdeke giran lê ferz bike.”

Sarûxan di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk gihaştiye wê qeneatê ku rêber Abdullah Ocalan hêviya gelê Kurd e û perspektîvên ku ji gelan re dişandin, roleke erênî li herêmên Kurdistanê lîstin bi taybet li herêmên Rojava.

TECRÎD RÊ LI PÊŞIYA AŞTIYÊ Û BIDAWÎKIRINA ŞERAN DIGIRE

Ebdulkerîm Sarûxan bal kişand ser tecrîda ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan ferz dike û got: “Dewleta Tirk hevdîtinên Serok bi malbat û parêzeran qedexe dike. Ji vê yekê armanc dike ku nehêle perspektîvên wî yên peydakirina aştiyê li herêmê û çawaniya derbaskirina şeran, bigihêjin gelên Kurdistanê.”

Sarûxan wiha pê de çû: “Serok Ocalan ji hemûyan re diyar kir ku dikare bi rêya projeya ku pêşkêş kiriye çareseriyê ji tevahiya pirsgirêkên Rojhilata Navîn re û aloziya li Tirkiyê peyda bike. “

KOMPLOGERÊN TECRÎDÊ JI BIDAWÎBÛNA XEWNÊN XWE TIRSÎN

Hêzên herêmî û yên hegemonîk yên ku tev li komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan bûn, niha bi rêbazeke cuda bi dewleta Tirk re tecrîdê lê ferz dike. Li hemberî binpêkirina mafên mirovan ên ku dewleta Tirk li dijî wî pêk tîne bêdeng dimînin.

Sarûxan îşaret pê kir ku hêzên ku alîkariya dewleta Tirk dikin û piştgiriya wê di ferzkriina tecrîdê de dikin, baş dizanin ku projeya rêber Abdullah Ocalan dê desthilatdarî û dewletên neteweyî tune bike. Hêzên hegemonîk li dijî rêber Abdullah Ocalan komplo plan kir ji ber ku wî li hemberî plan û siyasetên xwe yên li Rojhilata Navîn asteng dibînin.

GELÊN HERÊMÊ ÎMRALÎ VEGUHERAND CIHÊ BERXWEDANÊ

Sarûxan da xuyakirin ku gelên herêmê bi rêya çalakiyên bidawîkirina tecrîdê û redkirina dagirkeriya Tirk, di bingehê de piştgiriya rêber Abdullah Ocalan kirin û rê li pêşiya dewleta Tirk girt ku dest pê nede. Her wiha Îmralî veguherand cihê berxwedanê.

HÊZA WÎ TÊRA BELAVKIRINA AŞTIYÊ DIKE

Di dawiyê de endamê Meclisa Giştî ya PYD`ê Ebdulkerîm Sarûxan destnîşan kir ku berxwedana wan berdewam e, dê pêvajoya bê ji yên berê cudatir be, dê têkoşîna xwe bidomînin heta ku tecrîdê bi dawî bikin û got: “Hêza Serok heye ku aloziyên Rojhilata Navîn û Kurdistanê çareser bike û şerên li herêmê rawestîne.”

Back to top button