ManşêtNûçe

Mezlûm Ebdî ji ber wefata mîrê Kiwêtê, sersaxî ji gelê Kiwêtê re xwest

Dîwana emîrê Kiwêtê duh bi daxuyaniyekê wefata emîrê welat Şêx Sebah Ehmed Cabir El-Sebah ragihand. Şêx Sebah Ehmed Cabir Sebah ji Tîrmeha borî de li nexweşxaneyeke DYA’yê dihat tedawîkirin.

Bi vê boneyê, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî bi rêya twittekê sersaxî ji gelê Kiwêtê re xwest.

Ebdî di peyama sersaxiyê de got: “Bi xemgînî me agahiya wefata Şêx Sebah Ehmed Cabir El-Sebah emîrê dewleta Kiwêtê bihîst. Em ji tevahî gelê Kiwêtê re sersaxiyê dixwazin. Em kedên dewleta Kiwêtê yên piştevaniya gelê me li ser astên mirovî û siyasî bi taybet di nava  Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê de spas dikin.”

ANHA

Back to top button