ManşêtNûçe

Şandeya partiyên Rojavayê Suriyeyê û Partiya Zehmetkêşan civiyan

Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, li Hewlêrê piştî serdana Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê çû serdana Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê. Piştî hevdîtinê têkildarî naveroka hevdîtinê daxuyanî hate dayîn.

Berdevkê Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê Bêkes Qadir daxuyanî da û got; “Ji bo guftûgokirin û çawaniya li hev têgihiştina zêdetir a bûyerên girîng ên îro serdana vê şandeyê di vê dem û saetê de em girîng dibînin. Îro ji bo yekîtiya neteweyî pêwîstiya me bi lihevtêgihiştina zêdetir heye. Ji bo ku bikarin li hemberî pêşbiniyên li herêmê çêdibin rawestin.”

Herwiha Serokê Partiya Çek a Kurd Mihemed Mûsa jî got; “Weke partiyên din ên Başûr, li gel Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê ji civiyayîn. Di hevdîtinê de mijara yekrêzî û yekîtiya neteweyî û parastina destkeftiyên gelê Kurd mijarên sereke bû. Herwiha herdu alî jî li ser yekîtiya neteweyî û destkeftiyên gelê Kurd hemfir bûn.Li gorî me Rojava kîlila çareseriyê ye. Ger Rojava bi ser bikeve wê hemû Kurd bi ser bikevin.”

 

Back to top button