NûçeXizmet

Li Hesekê, Mala Gel ji aliyê dayika Şehîd Sîpan ve hat vekirin

Piştî şervanên YPG/YPJ’ê herêmên Til Brak û Til Hemis ji çeteyên DAIŞ’a faşîst paqij kirin, TEV-DEM ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî xebatên ji nû ve avakirinê dabû destpêkirin. Çavkaniyên çareseriya esasî yên pirsgirêkên civakî komun hatibûn vekirin û bi gel re rêgezên xweseriya demokratîk di ketin meriyetê. Ji bo ev hê zêdetir bibin rêxistinî jî bi daxwaza gelê herêmê re Mala Gel a wê bi pirsgirêkên civakî yên 45 gundan re eleqedar bibe hat vekirin.

 

Di vekirina merasîma Mala Gel de ku gelek welatî amade bûn, rayedarên TEV-DEM û nûnerên gelek saziyan amade bûn. Yek ji rêveberên TEV-DEM a Til Brak Alan Hisin got, “Wek gelê Til Brak me rojên pir zehmet jiya. Em wek şahidên herî nêz ên hovîtiya DAIŞ’ê me soz dabû şehîdên xwe. Wê DAIŞ careke din li Til Brak cih nebîne. Ev sazî îspata wê ya herî berbiçav e. Di rastiyê de bi vekirina saziyê re tola şehîdên Til Brak hat rakirin.”

Kurdeleya vekirina Mala Gel ji aliyê dayika Şehîd Sîpan ê yek ji şehîdên Til Brak e hat qutkirin. Girseyê piştî qutkirina kurdeleyê li ber stranên Kurdî û Erebî govend gerandin.

Hin gundên girêdayî Mala Gel ev in:

“Xaşuka

Xizna Jor

Xizna jêr

Namıs

Narik

Hilwa

Eslo

Gir Kevbar

Kevê

Gemo

Gedo

Xirbet Sırt

Behiya

Başîya

Behiya

Mizil

Em Hicêra Jor

Em Hicêra Jêr

Mezraya Mızır

Şiya

Muelhat

Werdiya

Qurdîsê

Kano

Barudiya

Mesodiya

Şeleş

Kirma

Qulo

Etê

Xirbe Şêx

Ebawî

Xirbe Hewas

Koçeryê.”

 

Anf/ Reşîd Serdar

J. M

Back to top button