Di salvegera dagirkirina Efrînê de şêniyên Girkê Legê bi xwendina daxuyaniyekê dagirkerî şermezarkirin.
Di 18.3.2024an de bi amadebûna bi dehan rêveber, nûner û endamên sazî, meclîs û komînên navçeya Girkê Legê û li pêşberî peymangeha perwerdeyê ya navçeyê, şêniyên Girkê Legê û Gund û bajarokên girêdayî wê bi xwendina daxuyaniya rêheval Narîşan dagirkeriya Efrînê şermezar kirin.
Di destpêka daxuyaniyê kiryarên sûc ên faşîzma Tirk û çeteyên wê yên li ser herêma Efrînê û gund û bajarokên wê, di nav de kuştin û revandina welatiyan, talankirina malan, şewitandina daran û hilweşandina bermayên dîrokî şermezar kir. .
Di daxuyaniyê de her wiha bêdengiya navdewletî ya li hemberî binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê û gelê wê, ku asta sûcên şer derdixe, hate şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan û mirovî hat kirin ku destwerdanê bikin da ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji hemû herêmên dagirkirî bi taybet Efrînê derbixin û gel vegerin malên xwe.
Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û hemû herêmên dagirkirî wê têkoşîna xwe bidomînin.