ÇalakîManşêtNûçe

Êlên Ereb ên navçeya Girkê Legê Newroza 2024’an pîroz kirin

Îro li pêşiya Meclîsa Navçeya Girkê Legê , li ser navê rûspiyên êlên Ereb ên navçeya Girkê Legê Şêx Cemal El-Şîhan Newroza 2024’an li gelê Kurd û hemû gelan bi daxuyaniyekê pîroz kirin.

Weke ku di destpêka daxuyaniyê de got, “Em Newroza îsal bikin Newroza biratî û hezkirinê, dawî li neheqî û zilma bi dehê salan, rûbirûbûna hemû pirsgirêkan û pûçkirina hemû planên ku ji bo parçekirina gelên herêmê ne.”

Werin em Newroza îsal bikin bingehek ji bo avakirina Sûriyeyeke nû, demokratîk, nenavendî li ser bingehên şaristanî ku hêjayî berdêlên mezin ên gelê vî welatî ye.Werin em agirê Newrozê bikin sembola rojeke nû ku tê de aştî, ewlehî û ewlekarî ji bo hemû gelê Sûriyê were. bi hev re meşaleya azadiyê hilgirin da ku edalet û wekheviyê pêk bînin
Û belavkirina çandeke nû ku xizmeta hêvî û daxwazên her kesî bike.

Back to top button